[1] Xudan serîk li Serayê xist, çawa ku gotibû û sozê bona Serayê dabû anî sêrî.
[2] Serayî h’emle derk’et, Birahîmr’a wê mezinaya wîda kur’ek anî, wî we’deyîda ku Xwedê jêr’a gotibû.
[3] Birahîm navê wî kur’ê xweyî ku Serayê jêr’a anî, Îshaq danî.
[4] Û Birahîm çawa ku Xwedê t’emî wî kiribû, kur’ê xwe Îshaq r’oja h’eyşta sinet kir.
[5] Birahîm sed salî bû, gava kur’ê wî Îshaq jêr’a bû.
[6] Hingê Serayê got: «Xwedê ez dame k’enandinê, k’îjanêd ku bona min bibihên, ewê jî t’evî min bik’enin».
[7] Usa jî got: «Qet k’ê wê bigota Birahîm: Serayî wê dergûşêd kur’în bimêjîne? Çimkî min mezinaya wîda wîr’a kur’ anî».
[8] Kur’ik mezin bû, ji şîr hate bir’înê, Birahîm wê r’oja ku Îshaq ji şîr hate bir’înê, mesrefeke mezin danî.
[9] Serayê dîna xwe dayê, wekî ew kur’ê Hacera misirî, yê ku wê Birahîmr’a anîbû, qerfê xwe Îshaq dike,
[10] gote Birahîm: «Berî vê carîyê û kur’ê wê de, çimkî kur’ê vê carîyê gerekê t’evî kur’ê min Îshaq war nestîne».
[11] Ev gotina hindava kur’ê wî Îsmayîlda, gelekî giran li ser Birahîm r’ûnişt.
[12] Lê Xwedê gote Birahîm: «Bira ew gotina bona kur’ikê te û carîya te li ser te giran r’ûnenî, çi ku Serayê ter’a gotîye guhdarîya gotina wê bike, çimkî zur’eta teyê Îshaqda bê navkirinê.
[13] Ezê kur’ê carîyê jî bikime miletekî, çimkî ew jî zur’eta te ye».
[14] Birahîm sibehê zû r’abû, nan û meşke av hilda da Hacerê, da li ser milê wê, kur’ik jî pêr’a derxist. Hacer çû gihîşte çol-besta Bîr-Şêva, r’ê-dirb unda kirin.
[15] Ava meşkda xilaz bû, ewê kur’ik binê çalûkêda hişt
[16] û çû weke dûraya tîravîtinekê, pêşberî wî dûr r’ûnişt û got: «Ez mirina kur’ik nebînim». Û ewa pêşberî wî r’ûnişt, zarîn kir û girîya.
[17] Hingê Xwedê dengê kur’ik bihîst, milyak’etê Xwedê ji e’zmên deng da Hacerê û got: «Çi bûye Hacer? Netirse! Xwedê dengê kur’ik ji wî cîyî bihîst.
[18] Niha r’abe, destê kur’ik bigire r’ake, çimkî ezê wî bikime miletekî mezin».
[19] Hingê Xwedê ç’e’vê Hacerê vekirin, ewê bîreke avê dît û çû meşk av dagirt, kur’ik da vexwarinê.
[20] Xwedê t’evî kur’ik bû, ew mezin bû, çol-bestada ma û bû tîrkevan.
[21] Ber’îya Paranêda ma û dîya wî qîzeke ji Misirê jêr’a xwest.
[22] Û wê hingê Abîmelex û serekeskerêd wî Pîxol, Birahîmr’a gotin: «Xwedê her tiştîda t’evî te ye, çi ku tu dikî.
[23] Niha li vê derê destê minda pê Xwedê sond bixwe, wekî tê bêbextîyê li min, kur’ê min û zur’eta min nekî, lê bidî xatirê wê aminîya mine hindava xweda, tu min û vî welatîr’a bikî, k’îjanîda ku tu xerîbî dimînî».
[24] Birahîm got: «Ez sond dixwim».
[25] Lê Birahîm bona bîrekê da r’ûyê Abîmelex, ya ku xulamêd wî bi zorbetîyê zeft kiribûn.
[26] Abîmelex got: «Ez haş pê t’unebûnê k’ê ew yek kirîye, te jî t’u tişt minr’a negotîye û h’eta r’oja îro jî min nebihîstibû».
[27] Birahîm pez û dewar anîn dane Abîmelex û her duya jî hevr’a peyman girêdan.
[28] Birahîm ji kerê pêz h’eft berxêd mê veqetand başqe kirin.
[29] Abîmelex ji Birahîm pirsî: «Ev her h’eft berxêd mêye ku te veqetand başqe kirin, çi tê h’esabê?»
[30] Birahîm gotê: «Gerekê tu van her h’eft berxêd mê ji destê min bigirî, wekî bibine şe’dêd min, ku min ev bîr k’ola ye».
[31] Lema jî navê wî cîyî danî Bîr-Şêva , çimkî her duya jî li wir sond xwarin.
[32] Wana Bîr-Şêvayêda ad-qirar kirin. Abîmelex û serekeskerêd wî Pîxol r’abûn veger’îyan welatê Filistînê.
[33] Birahîm li ber bîra Bîr-Şêvayê dareke kenarê daç’ikand û li wê derê gazî navê Xudan, Xwedêyê H’eta-h’etayê kir.
[34] Birahîm wextekî dirêj li welatê filistînîyêda xerîbîyêda ma.