Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 12

[1] Xudan Abramr’a got: «Ji welatê xwe, ji pismamêd xwe û ji mala bavê xwe biqete r’abe her’e wî e’rdê ku ezê nîşanî te kim.

[2] Ezê te bikime miletekî mezin, dua li te bikim, navê te mezin kim û tê bimbarekkirî bî.

[3] Yêd ku dua li te bikin, ezê dua li wan bikim û yekî ku te bêhurmet ke, ezê nifir’a li wî bikim. Bi te duayê li h’emû berekêd dinyayê bibe».

[4] Çawa ku Xudan gote Abram ew r’abû r’êk’et, Lût jî t’evî wî r’abû çû. Gava Abram ji H’aranê derk’et, ew h’eftê pênc salî bû.

[5] Abram r’abû jina xwe Sarayî, birazîyê xwe Lût, h’emû hebûka xweye qazinckirî û h’emû nefsêd xweye H’aranêda hildan ku her’e welatê Kenanê. Û ew çûne welatê Kenanê.

[6] Abram wî welatîr’a derbaz bû, çû h’eta Şixemê, h’eta dara me’zêye Moreh. Hingê kenanî li wî welatîda diman.

[7] Lê hingê Xudan Abramva xuya bû û gotê: «Ezê vî welatî bidime zur’eta te». Hingê Abram, li wî cîyê ku Xudan wîva xuya bû, gorîgehek çêkir.

[8] Abram ji wir çû ç’îyayê alîyê r’ohilata Bêt’-Êlê, konê xwe usa lêxist, ku Bêt’-Êl k’ete r’oavayê, lê E’y k’etibû r’ohilatê. Û li wir Xudanr’a gorîgehek çêkir û gazî navê Xudan kir.

[9] Abram bere-bere xwe li Necefê digirt diçû.

[10] Û li wî welatîda bû xelayî, Abram berjêrî Misirê bû, ku li wir firarî bimîne, çimkî li wî welatîda xelayîke zor bû.

[11] Gava ew nêzîkî Misirê bû, jina xwe Sarayîr’a got: «Va ye, ez zanim ku tu jineke berbiç’e’ve bedew î,

[12] gava misirî te bibînin, wê bêjin: ‹Eva jina wî ye›, wê min bikujin û te sax bihêlin.

[13] Were vê qencîyê bike, bêje ku tu xûşka min î, wekî bona xatirê te minr’a qencî jê bê û pê te ez sax bimînim».

[14] Gava Abram k’ete Misirê, misirîya dîtin ku ew k’ulfeta çiqasî bedew bû.

[15] Wezîr-wek’îlêd Firewin jî ew dîtin û pesinê wê ber Firewin dan û Sarayî birine mala Firewin.

[16] Ewî bona xatirê Serayîyê qencî li Abram kir û Abram bû xweyê pêz, dêwêr, k’er, xulam, carî, k’erêd mê û deva.

[17] Lê bona jina Abram Sarayê, Xudan qezîêd giran anîne serê Firewin û mala wî.

[18] Hingê Firewin gazî Abram kir û gotê: «Ev te çi anî li serê min? Te çima minr’a negot, ku eva k’ulfeta te ye?

[19] Te bona çi got: ‹Eva xûşka min e?› Min îdî ew xwer’a çawa jin distand. Lê niha r’abe jina xwe hilde û her’e!»

[20] Hingê Firewin t’emîya wî da merivêd xwe, wana Abram û jina wî, hebûka wanva ver’êkirin.

Destpêbûn — Chapters