[1] Aqûb serê xwe bilind kir, dîna xwe dayê wê Esaw tê, çarsid mêr jî pêr’a. Hingê ewî zar’ belayî li ser Lêayê, R’ahêlê û her du carîya kirin.
[2] Carî zar’êd wanva avîtine pêşîyê, Lêa zar’êd wêva avîtine pey wan, R’ahêl û Ûsiv jî avîtine paşîyê.
[3] Aqûb da pêşîya wan û h’eta gihîşte birê xwe, h’eft cara h’eta e’rdê dever’ûya çû.
[4] Hingê Esaw bezî çû pêşîya wî, ew h’emêz kir, destê xwe stukura wîr’a bir, ew r’amûsa û li ser hevda girîyan.
[5] Esaw serê xwe ku bilind kir, ç’e’v k’ulfeta û zar’a k’et, got: «Ev çî te ne?» Aqûb got: «Evana zar’êd ku Xwedê bi r’e’ma xwe dane xulamê te ew in».
[6] Hingê carî zar’êd xweva nêzîk bûnê û dever’ûya çûn.
[7] Lêa zar’êd xweva jî nêzîk bûnê û dever’ûya çûn. Paşê jî R’ahêl û Ûsiv nêzîk bûnê û dever’ûya çûn.
[8] Esaw pirsî: «Meremê wan k’omêd ku ez r’êva r’astî wan hatim çî ye?» Aqûb got: «Bona li ber ç’e’vê xweyê xwe k’erem dîtinêye».
[9] Esaw got: «Hebûka min geleke birê min, ya te bira ter’a be».
[10] Aqûb got: «Na, hîvî dikim, heger min li ber ç’e’vê te k’erem dîtîye, p’êşk’êşa min ji destê min bigire. Çimkî min r’ûyê te usa dît, tê bêjî yek r’ûyê Xwedê bibîne û tu ji min r’azî yî.
[11] Hîvî dikim, vê bimbarekîyê, ya ku min ter’a anîye qebûl ke, eva dayîna ji r’e’ma Xwedê ye, her tiştê min hene». Û zor lê kir ewî jî hilda.
[12] Esaw got: «Em r’abin r’êk’evin, ezê li pêşîya te her’im».
[13] Aqûb gote wî: «Xweyê minva e’yan e, ku zar’ok nazik in û pez dewar jî zayî ye, heger r’ojekê zû-zû bajon, h’emû kerîyê qir’ bin.
[14] Hîvî dikim, bira xweyê min pêşîya xulamê xwe her’e, ezê xwer’a hêdî-hêdî nigê h’eywanêd li ber xwe û nigê zar’ar’a bêm, h’eta bigihîjime Sêhîrê cem xweyê xwe».
[15] Esaw got: «Wekî usa ye, ez çend merivêd t’evî xwe, li cem te bihêlim». Aqûb got: «Bona çi? T’enê bira ez ber ç’e’vê xweyê xwe k’eremê bibînim».
[16] Wê r’ojê Esaw r’îya xweda veger’îya Sêhîrê.
[17] Aqûb k’oç’ kir çû Sûkotê û xwer’a mal çêkir, h’eywanêd xwer’a h’olik çêkirin. Bona vê yekê navê wî cîyî danî Sûkot .
[18] Gava Aqûb ji Paddan-Aramê hat û sax-silamet gihîşte welatê Kenanê, bajarê Şixemê, li ber bajêr kon vegirtin.
[19] Ew e’rdê ku kon lê vegirtibû, ew ji destê zar’êd Hamorê bavê Şixem, bi sed nalê p’era k’ir’î.
[20] Li wir gorîgehek çêkir û navê wê danî Êl-Elohê-Îsraêl .