Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 43

[1] Xelayê zor li welêt kir.

[2] Gava genimê ji Misirê anîbûn, xwarin xilaz kirin, bavê wan gote wan: «Dîsa veger’in bona me hinek xurek bik’ir’in».

[3] Lê Cihûda lê veger’and û gotê: «Ewî merivî gilîyê t’am da destê me û got: ‹Heger birayê we t’evî we nîbe, r’ûyê we li r’ûyê min nek’eve›.

[4] Heger tê birayê me t’evî me bişînî, emê berjêr bin ter’a xurek bik’ir’in,

[5] lê heger tu neşînî, em berjêr naçin. Çimkî ewî merivî mer’a got: ‹Heger birayê we t’evî we nîbe, r’ûyê we li r’ûyê min nek’eve›».

[6] Îsraêl got: «Çima we ev neheqî minr’a kir: gote wî merivî ku birakî weyî din jî heye?»

[7] Wana got: «Ewî merivî h’alê me, h’alê pismamêd me bi hûr-gilî pirsî got: ‹Bavê we hê sax e? Birayê we dîsa hene?› Me jî caba van pirsa da wî. Me çi zanibû ku ewê bêje: ‹Birayê xwe berjêr bînin›?»

[8] Cihûda bavê xwe Îsraêlr’a got: «Kur’ik t’evî min bişîne, em r’abin her’in, wekî em sax bimînin, ne em bimirin ne tu, ne jî zar’okêd me.

[9] Ez cabdarîya bona wî hildidime li ser xwe, tu wî ji destê min bixwaze, heger ez wî neynim nedime te û li ber te nedime sekinandinê, t’emamîya e’mirê xweda ez li ber te gunek’ar bim.

[10] Heger me derengî nexista, em niha cara duda lê veger’îya bûn».

[11] Bavê wan Îsraêl wanr’a got: «Heger usa ye, niha aha bikin, t’evî xwe r’ezêd başe vî welatî xwer’a hildin û wî merivîr’a p’êşk’êş berjêr bibin, hinek melh’em, hingiv, biharet, zimir, fisteq û behîv.

[12] T’evî xwe jî dubare p’era hildin, wan p’erêd ku li ser devêd t’êr’êd we danî paşda hatine, bi destêd xwe paşda bibin, dibe ku şaş kiribin,

[13] r’abin birê xwe hildin û dîsa veger’in cem wî merivî.

[14] Bira Xwedêyê Herî Zor, bide we ku hûn li ber wî k’eremê bibînin, wekî ew birê weyî din û Binyamîn li we veger’îne. Lê heger ez destê xwe ji wan kur’êd xwe bikim jî, bira bêkur’ bim».

[15] Û vana ev p’êşk’êş û destê xweda jî dubare p’ere, usa jî Binyamîn hildan r’abûn berjêrî Misirê bûn û li ber Ûsiv sekinîn.

[16] Gava Ûsiv Binyamîn t’evî wan dît, gote wek’îlê mala xwe: «Van meriva bibe malê, goştî serjêke û hazir ke, çimkî ewê firavînê t’evî min bixwin».

[17] Û wî merivî, Ûsiv çawa gotibûyê, usa jî kir, ew meriv birine mala Ûsiv.

[18] Ev merivana tirsîyan, ku ew birine mala Ûsiv hingê gotin: «Berê pêşin em bona wan p’erêd t’êr’êd xweda têne birinê, ku h’icûmî li ser me bike, li ser meda bigire me bike xulam, usa jî k’erêd me».

[19] Hingê ew nêzîkî wî merivê wek’îlê mala Ûsiv bûn û ber derê malê wîr’a xeberdan,

[20] û gotinê: « Xweyê me, cara pêşin em berjêr hatin ku xurek bik’ir’in,

[21] gava em gihîştine k’arvanserekê, me t’êr’êd xwe vekirin, me dîna xwe dayê, va ye p’erê me her kesî, weke k’aşêd xwe, li ser devê t’êr’êd me bûn. Me bi destê xwe ew paşda anîne.

[22] Û serda jî me t’evî xwe dîsa p’ere berjêr anîne, bona xurek bik’ir’in. Em nizanin k’ê p’erêd me kiribûne t’êr’êd me».

[23] Ewî got: «E’dil bin, netirsin, Xwedêyê we û Xwedêyê bavê we xizne t’êr’êd weda da we, we p’erêd xwe dane min» hingê Şimh’ûn derxist anî cem wan.

[24] Wek’îl ew merivana birine mala Ûsiv û av da wan nigêd xwe şûştin, k’erêd wan alifkirin.

[25] Wana jî p’êşk’êşêd xwe bona hatina Ûsive nîvro hazir kirin, çimkî ew pê h’esîya bûn, ku ewê li wir nên bixwin.

[26] Gava Ûsiv hate malê, wana p’êşk’êşêd destê xweda anîne malê dane wî û h’eta e’rdê li ber wî dever’ûya çûn.

[27] Ûsiv h’al-wextê wan pirsî û got: «Sih’eta kalemêrê bavê we, bona ewî ku we minr’a gilî kir, çawa ye? Ewî hê sax e?»

[28] Wana got: «Xulamê te, bavê me hê sax e, ewî hê li ser sih’et û qewata xwe ye». Û li ber wî dever’ûya çûn, qedir kirin.

[29] Hingê Ûsiv serê xwe bilind kir, kur’ê dîya xwe, birê xwe Binyamîn dît û got: «Ev e birê weyî biç’ûk, bona k’îjanî we minr’a gilî kir?» Û got: «Bira Xwedê te xwey ke, lawo!»

[30] Ûsiv bi lez derk’ete derva, çimkî bona birê agir dila k’etibû û k’ete oda hindur’ û li wir girîya.

[31] R’ûyê xwe şûşt û derk’ete derva, xwe girt û got: «Nan daynin».

[32] Wîr’a başqe, wanr’a başqe û wan misirîyar’a jî, yêd ku t’evî wan dixwarin başqe danîn. misirîya t’evî îbranîya nan ne dixwar, çimkî bona misirîya ev yek h’eramî bû.

[33] Û bira ber wî r’ûniştin, yê nixurî ligora nixurtîya xwe, yê biç’ûk li gora biç’ûktîya xwe, van meriva hevdu dinihêr’în û e’cêbmayî mabûn.

[34] Ûsiv ji xwarina li ber xwe dişand dikire li ber wan, lê p’ara Binyamîn ji p’ara yêd din pênc cara zêdetir bû. Vana gotina te vexwarin û t’evî Ûsiv k’êfxweş bûn.

Destpêbûn — Chapters