Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 40

[1] Û usa qewimî, ku pey van yekar’a, şeravdar û nanpêjê p’adşê Misirê, hindava xweyê xwe, p’adşê Misirêda neheqî kirin.

[2] Hêrsa Firewin li ser du wezîrêd wî, awa gotî li serwêrê şeravdar û serwêrê nanpêjê wî r’abû

[3] û ew avîtine girtîxana kela mala serwêrê nobedara, wî cîyê ku Ûsiv têda girtî bû.

[4] Serwêrê nobedara Ûsiv kire wek’îlê wan û ewî xizmetk’arîya wan dikir. Û evana hinek wext girtîxanêda man.

[5] Û şevekêda van her duya, şeravdar û nanpêjê p’adşê Misirê, yêd ku kelêda girtî bûn, her yekî ligora fe’mîna xewna, xewnê xwe dîtin.

[6] Sibehê zû Ûsiv hate cem wan, dîna xwe dayê ku ewe va me’dekirî ne.

[7] Û ewî ji wan wezîrêd Firewin, yêd ku mala xweyê wîda t’evî wî girtîxanêda bûn pirsî: «Hûn çima îro mir’ûz kirî ne?»

[8] Wana gote wî: «Me xewn dîtine û kesek t’une ku şiroveke». Ûsiv wanr’a got: «Şirovekirin ji Xwedê ye! K’erem kin, minr’a bêjin».

[9] Serwêrê şeravdara xewna xwe Ûsivr’a gilî kir û got: «Xewna minda va ye k’oleke tirîyê ber min bû,

[10] li ser wê k’olê sê ç’iqil hebûn, ewê gupik da, gulêd wê vebûn û gûşîyêd tirîya gihîştin.

[11] K’asa Firewin jî destê minda bû, min tirî hildan, k’asa Firewinda guhaştin û k’as da destê Firewin».

[12] Ûsiv gote wî: «Şirovekirina wê ev e: sê ç’iqil, ew sê r’oj in.

[13] Sê r’oja şûnda Firewinê te bilind ke û dîsa wê te dayne li ser qulixa te û çawa tu cem wî şeravdar bûyî, tê dîsa mîna e’detê berê, k’asa Firewin bidî destê wî.

[14] Lê gava dergehekî xêrê li ser te vebe, min bînî bîra xwe, qencîkê jî minr’a bikî û li ber Firewin min bîr bînî, min ji vê malê derxî.

[15] Çimkî r’ast ez ji welatê îbranîya hatime dizînê, usa jî vira min tiştekî usa nekiribû, ku bik’etama vê zindanê».

[16] Serwêrê nanpêja dît, ku şirovekirina wî li wî xweş hat, gote Ûsiv: «Xewna minda va ne sê sele nanê sipî li ser serê min bûn,

[17] sela lape jorinda her cûr’e xwarinêd Firewin hebûn, yêd ku nanpêj çêdike û teyreda ji sela li ser serê min nikul dikirin dixwarin».

[18] Ûsiv lê veger’and û gotê: «Şirovekirina wê ev e: sê sele, ew sê r’oj in.

[19] Sê r’oja şûnda Firewinê te bilind ke û te dar xe, teyredeyê jî te nikul kin goştê te bixwin».

[20] R’oja sisîya, ku r’oja bûyîna Firewin bû, ewî mesrefek bona h’emû xulamêd xwe danî û ji nava xulamêd xwe, serwêrê şeravdara û serwêrê nanpêja bilind kirin .

[21] Serwêrê şeravdara danî li ser qulixa wî û ewî k’as da destê Firewin,

[22] lê serwêrê nanpêja dar xist, çawa Ûsiv şirovekiribû.

[23] Îdî Ûsiv ne k’ete bîra serwêrê şeravdara û ewî ew bîr kir.

Destpêbûn — Chapters