[1] Hêna Amrafel p’adşê Şînarê, Aryok’ p’adşê Elasarê, K’idorlahomer p’adşê Elamê û T’îde’l p’adşê Goîmê,
[2] çûne li ber pênc p’adşa, Bera p’adşê Sodomê, Bîrşa p’adşê Gomorayê, Şînav p’adşê Admayê, Şemêver p’adşê Siboyîmê û p’adşê Belayê, awa gotî Soharêr’a kirine şer’.
[3] Ev her pênc p’adşa li deşta Sîddîmêda civîyan, wî cîyê niha Be’ra Mirî lê ye.
[4] Evana donzdeh sala bindestê K’idorlahomerda bûn, lê sala sêzdehada serî hildan.
[5] Sala çardehada K’idorlahomer û h’emû p’adşayêd ku t’evî wî hatin E’şterot’-Qarnayîmêda li r’ifayîya, Xamêda li zûzîya, Şavê-Qîryatayîmêda li êmîya xistin,
[6] û li serê ç’îyayê wan Sêhîrê li h’orîya xistin, h’eta Êl-Parana devê ber’îyê xistin.
[7] Paşê evana veger’îyan hatine E’yn-Mîşpatê, awa gotî Qadêşê, li t’emamîya qeza amalêkîya xistin, usa jî li emorîyêd H’asson-T’amarêda diman xistin.
[8] Hingê p’adşê Sodomê, p’adşê Gomorayê, p’adşê Admayê, p’adşê Siboyîmê û p’adşê Belayê, awa gotî Soharê li deşta Sîddîmêda ji van her çar p’adşar’a derk’etine şêr’,
[9] awa gotî K’idorlahomerê p’adşê Elamêr’a, T’îde’l p’adşê Goîmêr’a, Amrafelê p’adşê Şînarêr’a û Aryok’ê p’adşê Elasarêr’a, çar p’adşatî miqabilî pênca.
[10] Deşta Sîddîmê bi ç’e’lêd qîrêva t’ijî bûn. Hingê gava r’ev k’ete p’adşêd Sodomê û Gomorayê ew k’etine wan ç’e’la, lê yêd mayîn r’evîne ç’îya.
[11] Van her çar p’adşa h’emû hebûk û xurekê Sodom û Gomorayê t’alan kirin birin.
[12] Usa jî Lûtê birazîyê Birahîm, ku Sodomêda dima, hebûkêva hildan birin.
[13] Hingê yekî r’evîyî xilazbûyî hat û ev caw da Birahîmê îbranî. Birahîm nava me’zêd Mamrêyê emorîda dima (Mamrêyê birayê Eşk’ol û E’nêr). Heleqetîya van û Birahîm hevr’a hebû.
[14] Gava Birahîm bihîst ku birazîyê wî dîl hatiye birinê, r’abû sêsid h’îjdeh xulamêd xweye hînkirî, ku mala wîda li hev zêde bibûn, ç’ek kirin û h’eta Danê p’ê-p’ê pey wan k’etin,
[15] ew û xulamêd xweva k’om-k’om bela bûn, şev h’icûmî li ser wan kirin, li wan xistin û h’eta H’obayê li bak’ûra Şamê ew r’aqetandin
[16] û h’emû t’alanê birî, birazîyê xwe Lût, hebûka wîva t’evî jin û cime’tê, paşda anîn.
[17] Gava Abram li K’idorlahomer û p’adşêd pêr’a xistin û veger’îya, p’adşê Sodomê li deşta Şavê, awa gotî Deşta P’adşêda, pêşîya wîda çû.
[18] Hingê p’adşê Şelîmê Melk’î-Sadiq, nan û şerab dirêj kirê, ew k’ahînê Xwedêyê Jorin bû.
[19] Ewî dua li Abram kir û got: «Bira bimbarek be Abram ji alîyê Xwedêyê Jorin, xweyê e’rd û e’zmênda,
[20] û şikir ji Xwedêyê Jorinr’a, ku dijminêd te dane destê te». Û Abram ji her tiştî dehek da Melk’î-Sadiq.
[21] P’adşê Sodomê gote Abram: «Meriva bide min, lê t’alanê paşda anî ji xwer’a bibe».
[22] Abram gote p’adşê Sodomê: «Ez destê xwe ber bi Xudan Xwedêyê Jorin, xweyê e’rd û e’zmên bilind dikim,
[23] ku ez ji malê te, ji t’êl h’eta benê çarixekê jî dest navêjimê hilnadim, ku paşê tu nebêjî: Min Abram dewlemend kir
[24] pêştirî ji xwarina cahila û p’ara wan merivêd ku t’evî min hatibûn, awa gotî p’ara E’nêr, Eşk’ol û Mamrê, bira ew p’ara xwe jê hildin».