Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 29

[1] Aqûb r’abû çû welatê cime’têd li r’ohilatê.

[2] Deştêda ew r’astî bîrekê hat, dîna xwe dayê va ye sê kerî pez dorê mexel in, çimkî ji wê bîrê pez dihate avdanê. Kevirekî mezin jî li ser devê bîrê bû.

[3] Çaxê her kerîyêd pêz li wir t’op dibûn, hingê kevirê devê bîrê hol dikirin, pezê xwe av didan, kevir dîsa didane li ser devê bîrê.

[4] Aqûb gote wan: «Gelî bira hûn ji k’u ne?» Wana lê veger’and: «Em ji H’aranê ne».

[5] Ewî dîsa gote wan: «Hûn Labanê kur’ê Nehor nas dikin?» Ewana got: «Em nas dikin».

[6] Ewî gote wan: «Ew sax-silamet e?» Û wana got: «Saxî-silamet e, va ye R’ahêla qîza wî t’evî pêz tê».

[7] Hingê wî got: «Hê r’oj gelek maye, ne wext e ku kerî t’op bin, pezê xwe avdin, bibin biç’êrînin».

[8] Lê wana got: «Em nikarin, h’eta h’emû kerîyêd pêz t’op nebin, em hingê bi hevr’a kevirê li ser devê bîrê hol dikin, pêz av didin».

[9] Ewî hê t’evî wan xeber dida, R’ahêl bi t’evî pezê bavê xwe hat, çimkî ewê şivantî dikir.

[10] Gava Aqûb ç’e’v R’ahêla qîzxal û pezê xalê xwe Laban k’et, çû kevir ji devê bîrê hol kir û pezê xalê xwe Laban avda.

[11] Hingê Aqûb çû r’ûyê R’ahêlê, kûr’în k’etê girîya.

[12] Paşê Aqûb gote R’ahêlê ku ew pismamê bavê wê ye, kur’ê R’êvêkayê ye. Ewa jî r’evî çû bavê xwer’a gilî kir.

[13] Gava Laban ev mizgînîya hatina kur’ê xûşka xwe Aqûb bihîst, r’evî çû pêşîya wî. Ew h’emêz kir, çû r’ûyê wî û ew bire mala xwe. Aqûb jî ev yek gişk Labanr’a gilî kir.

[14] Laban gote wî: «Tu r’ast ji xûn û qinêta min î!» Aqûb t’emamîya mehekê cem wî ma.

[15] Pey van yekara, Laban gote Aqûb: «Ze’f jî tu pismamê min î, gerekê bêheq minr’a xulamtîyê bikî? Minr’a bêje, heqê te çî ye?»

[16] Du qîzêd Laban hebûn. Navê ya mezin Lêa û navê ya biç’ûk R’ahêl bû.

[17] Lêa ç’e’vada nazik bû, lê R’ahêl bejin-balê û sifetda xas û bedew bû.

[18] Dilê Aqûb k’ete R’ahêlê û got: «Ez bona qîza teye biç’ûk R’ahêlê h’eft sala ter’a xulamtîyê bikim».

[19] Laban got: «Ya p’ake ez wê bidime te, ne ku bidime merivekî din. Cem min bimîne».

[20] Aqûb h’eft sala bona R’ahêlê xulamtî kir. Ber ç’e’vê wî mîna çend r’oja derbaz bûn, haqasî jê h’iz dikir.

[21] Hingê Aqûb gote Laban: «K’a dergîstîya min bide min, çimkî r’ojêd min t’emam bûne, ku ez her’ime cem wê».

[22] Laban mesrefek danî, h’emû merivêd wê derê civandin.

[23] Lê gava bû êvar qîza xwe Lêa bir da Aqûb, ewî serê xwe wêr’a danî.

[24] Laban carîya xwe Zîlpa jî çawa carî da qîza xwe Lêayê.

[25] Sibehê zû, va ye: eva Lêa ye. Hingê Aqûb gote Laban: «Te ev çi serê min kir? Min bona R’ahêlê ter’a xulamtî nekir? Te çima ez xapandim?»

[26] Laban got: «Li cem me ev ne e’det e, ku ya biç’ûk berî ya mezin bidine mêr.

[27] H’eftîyê t’emam ke, ezê ya din jî bidime te, li ber h’eft salêd dinva ku tu minr’a xulamtîyê bikî».

[28] Aqûb usa jî kir, ewî h’eftê t’emam kir, Laban qîza xwe R’ahêl jî çawa jin da wî.

[29] Laban carîya xwe Bîlha jî çawa carî da qîza xwe R’ahêlê.

[30] Aqûb serê xwe R’ahêlêr’a danî û R’ahêl ji Lêayê ze’ftir h’iz kir. Û Aqûb h’eft salêd din jî xulamtî Labanr’a kir.

[31] Xudan dît ku Lêa ber ç’e’va r’eş e, bet’inê wê vekir. Lê R’ahêl bêber bû.

[32] Lêa pê ma kur’ek anî û navê wî danî R’ûbên , çimkî wê got: «Xudan zelûlîya min dît, îdî niha mêrê minê min h’iz ke».

[33] Dîsa pê ma, kur’ekî din anî û got: «Çimkî Xudan bihîst ku ez nayême h’izkirinê, lema ev kur’ jî da min». Û navê wî danî Şimh’ûn .

[34] Dîsa pê ma kur’ekî din jî anî û wê got: «Niha îdî mêrê minê t’evî min yek be, çimkî min sê kur’ jêr’a anîn» bona vê yekê navê Lêwî hate danîn.

[35] Dîsa pê ma kur’ekî din anî û got: «Niha ezê pesinê Xudan bidim». Lema navê wî danî Cihûda . Û ji zar’anînê hate bir’înê.

Destpêbûn — Chapters