Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 37

[1] Aqûb li welatê xerîbîya bavê xwe, welatê Kenanêda cî-war bû.

[2] Ev e serhatîya r’ik’inyata Aqûb: Ûsiv h’ivdeh salî bû, t’evî birayêd xwe li ber pêz bû. Ew sivikê nava kur’êd jinbavêd xwe Bîlhayê û Zîlpayêda bû. Ûsiv cab-sawêd wane xirab bavê xwer’a danîn.

[3] Îsraêl ji nava kur’êd xweda, ji h’emûya ze’ftir Ûsiv h’iz dikir, çimkî ew kur’, mezinaya wîda bibû û ewî k’inceke r’eng-r’engî û dirêj jêr’a çêkir.

[4] Bira dîna xwe danê, ku bavê wan, wî ji h’emû bira ze’ftir h’iz dike, ew li ber ç’e’vê wan r’eş bû û nikaribûn zarê xweş pêr’a xeberdana.

[5] Ûsiv xewnek dît, r’abû birêd xwer’a gilî kir, hingê ew hê li ber ç’e’vê wan k’et.

[6] Ewî gote wan: «Hîvî dikim guh bidine vê xewna ku min dîtîye.

[7] Awa eme zevîyêda me gur’z girê didan, min dîna xwe dayê wê gur’zê min r’abû t’îk sekinî, lê awa gur’zêd we dora wî girtin û li ber gur’zê min ta bûn».

[8] Birayêd wî gotinê: «Ku usa ye tê li ser me bibî p’adşa? Yan li ser me bibî h’akim?» Û bona xewn û xeberêd wî hê gelekî jenandine wî.

[9] Xewneke din jî dîsa dît, r’abû ew birayêd xwer’a gilî kir û got: «Awa min xewneke din jî dît: min dîna xwe dayê wê hîv û r’o û yanzdeh steyrkava li ber min ta dibûn».

[10] Gava ewî bav û birayêd xwer’a gilî kir, bavê wî lê hilat û gote wî: «Ev çi xewn e, ku te dîtîye? Çima ez û dîya te û birayêd teva, emê bên li ber te h’eta e’rdê ta bin?»

[11] Birayêd wî h’evsûdîya wî kirin, lê bavê ev yek dilê xweda xwey kirin.

[12] Birayêd wî çûne Şixemê li ber kerêd pezê bavê xwe.

[13] Îsraêl gote Ûsiv: «Ne birayêd te li Şixemê li ber pêz in? Were ez te bişînime cem wan». Ûsiv got: «Ez hazir im».

[14] Aqûb gote wî: «Hela her’e bizanibe k’a birayêd te silamet in û pezî çawa ne. Xeberekê minr’a bîne». Ew şande deşta Hêbronê. Gava ew çû Şixemê,

[15] mêrek r’astî wî hat, ku ew li deştê ber’îyêda diger’îya û wî merivî jê pirsî: «Tu li çi diger’î?»

[16] Ewî gotê: «Ez li birayêd xwe diger’im, hîvî dikim bêje min, ew li k’îderê pêz diç’êrînin?»

[17] Wî merivî got: «Wan ji vir bar kir çûn. Min bihîst ku wan digotin: ‹Em her’ine Dot’an꛻. Ûsiv pey birayêd xwe k’et û ew li Dot’anê dîtin.

[18] Gava ew dûrva dîtin, hê nêzîkî wan ne bibû, xeyba wî kirin ku wî bikujin.

[19] Û hevr’a gotin: «Va ye, yê xweyê xewna tê!

[20] De werin em vî bikujin û bavêjine nava ji van ç’e’la ç’e’lekê. Emê bêjin ku r’e’wirekî beyanî ew xwarîye. Emê t’eselîya xewnêd wî kin, k’a wê çawa bin!»

[21] R’ûbên bihîst û ew ji destê wan xilaz kir û got: «Em vî nekujin».

[22] R’ûbên gote wan: «Xûnê ner’êjin, ewî bavêjine vê ç’e’la çolê, destê xwe hilnedine li ser wî». Ewî ev yek got, wekî ew ji destê wan xilaz kira û li bavê veger’anda.

[23] Û gava Ûsiv hat gihîşte birayêd xwe, k’inca Ûsiv jê êxistin, awa gotî ew k’inca wîye r’eng-r’engîye dirêj ku li wî bû.

[24] Û ew girtin avîtine ç’e’lekê, ew ç’e’l vala bû av têda t’unebû.

[25] R’ûniştin nanê xwe bixwin. Wana dîna xwe danê wê k’arvanê îsmayîlîya ji Gîle’d tê. Deveyêd wan bi bihareta, melh’emê û zimir barkirî bûn, berjêr dibirine Misirê.

[26] Hingê Cihûda gote birayêd xwe: «Emê çi k’arê bibînin, heger em birê xwe bikujin û xûna wî veşêrin?

[27] Werin em wî bifiroşine îsmayîlîya û bira destê me li wî nek’evin. Çimkî ew birayê me ye, ji xûn û qinêta me ye». Birayêd wî gur’a wî kirin.

[28] Midyanîyêd bazirgan ku derbaz dibûn, Ûsiv ji ç’e’lê k’işandin derxistin û Ûsiv bi bîst zîvî firotine îsmayîlîya*. Wana jî Ûsiv birine Misirê.

[29] R’ûbên ser ç’e’lêda veger’îya, dîna xwe dayê ku Ûsiv ç’e’lêda nîne. Hingê ewî k’incê xwe qelaştin,

[30] li ser birayêd xweda veger’îya û got: «Kur’ik t’une! Û ez, ez k’uda her’im?»

[31] Nêrîk serjêkirin û k’inca Ûsiv hildan xûnêda kirin.

[32] Ew k’inca r’eng-r’engîye dirêj şandin, anîn dane bavê xwe û gotin: «Me ev dîtîye, hîvî dikim, dîna xwe bidê, eva k’inca kur’ê te ye, tê nas kî, yan na?»

[33] Ewî k’inc nas kir û got: «Eva k’inca kur’ê min e! R’e’wirekî beyanî ew xwarîye, Ûsiv hatîye dir’andinê!»

[34] Aqûb k’incêd xwe qelaştin, k’urx li navk’êlka xwe girêda û gelek r’oja şîna kur’ê xwe kir.

[35] H’emû kur’êd wî û h’emû qîzêd wî r’abûn ku dil bidine li ber wî, lê ewî qebûl ne dikir û digot: «Ezê bi dilekî kul her’ime Dîyarê Mirîya, li cem kur’ê xwe». Û bavê wî girîya bona wî.

[36] Midyanîya ew Misirêda firotine Potîfarê wezîrê Firewinî serwêrê nobedara.

Destpêbûn — Chapters