[1] Ûsiv hat Firewinr’a gilî kir û got: «Bav û birayêd min, pez û dewarêd xwe û h’emû hebûka xweva ji welatê Kenanê hatine, ewe niha li t’opraxêd Goşenê ne».
[2] Ewî ji nav birayêd xweda, pênc merî birin derxistine dîwana Firewin.
[3] Firewin ji birayêd wî pirsî: «Hûn xweyê çi p’êşeyî ne?» Wana gote Firewin: «Em, xulamêd te şivan in, em jî kal-bavêd me jî».
[4] Û gotine Firewin: «Em hatine ku vî welatîda firarî bimînin, çimkî ç’êre bona h’eywanêd xulamêd te t’une, ji dest xelaya girane welatê Kenanêda, îzina te hebe xulamêd te t’opraxêd Goşenêda bimînin».
[5] Hingê Firewin gote Ûsiv: «Bav û birayêd te hatine cem te,
[6] welatê Misirê li ber te ye, bav û birayêd xwe welatda cîyê herî qencda cîwar ke, bira ew t’opraxêd Goşenêda bimînin, lê heger tu zanî nava wanda yêd serxwe hene, wan bike serwêrêd h’eywanêd min».
[7] Ûsiv bavê xwe Aqûb anî derxiste dîwana Firewin û Aqûb dua li Firewin kir.
[8] Firewin ji Aqûb pirsî: «Tu çend salî yî?»
[9] Aqûb li Firewin veger’and û got: «Salêd mine firarî sed sî sal in. Salêd e’mrê min hindik û bêxêr bûn û negihîştine salêd e’mrê kal-bavêd mine nava r’ojêd firarîya wanda».
[10] Aqûb dua li Firewin kir û ji dîwana Firewin derk’et.
[11] Ûsiv çawa Firewin ferman kiribû, bav û birayêd xwe welatê Misirêda, cîyê herî qencda, ji t’opraxê R’amsêsê, milk’ek da wan û ew cîwar kirin.
[12] Ûsiv bavê xwe, birayêd xwe û t’emamîya mala bavê xwe, neferêd wanva nan dikirin.
[13] T’emamîya welêtda nan t’unebû, çimkî xelayê gelekî zor dida û ji dest bir’çîbûnê h’alê welatê Misirê û Kenanê t’unebû.
[14] Ûsiv ji yêd ku genim dik’ir’în, h’emû p’erêd ku li welatê Misirê û Kenanêda hebûn t’op kir. Ûsiv p’ere anîne mala Firewin.
[15] Gava p’erê welatê Misirê û Kenanê xilaz bûn, h’emû misirî hatine cem Ûsiv û gotinê: «Nan bide me! Çima em li ber ç’e’vê te bimirin, wekî p’erê me xilaz bûne?»
[16] Hingê Ûsiv got: «Heger p’ere xilaz bûne, h’eywanêd xwe bînin, ezê ber h’eywanêd weva xurek bidime we».
[17] Û wana h’eywanêd xwe anîne cem Ûsiv, Ûsiv ber hespêd wanva, pezêd wanva, dewarêd wanva, k’erêd wanva nan da wan, û wê salê ewî ber h’emû h’eywanêd wanva nan da wan.
[18] Ew sal derbaz bû, sala din hatine cem wî û gotinê: «Em ji xweyê xwe venaşêrin ku h’emû p’erê me xilaz bûne, û h’eywanêd me jî bûne yêd xweyê me, îdî tiştekî me bona xweyê me nemaye pêştirî bedenêd me û e’rdêd me.
[19] Çima em û e’rdêd xweva li ber te bimirin? Me û e’rdêd me jî bi nan bik’ir’e, em û e’rdêd xweva bibine xulamêd Firewin, û t’oxim bide me, ku em bijîn û nemirin, wekî e’rd vikî-vala nebe».
[20] Hingê Ûsiv t’emamîya e’rdê Misirê Firewinr’a k’ir’î, çimkî xelayê zor dida wan, misirîya her yekî zevîyê xwe difirot. E’rdê Misirê bû yê Firewin.
[21] Ewî ji serîkî Misirê h’eta serê din, t’emamîya cime’tê kire xulam .
[22] T’enê e’rdê t’erêqa ne k’ir’î, çimkî ji alîyê Firewinda p’arek t’erêqar’a dik’et û wana ji wê p’ara ku Firewin dida wan dijît, lema jî e’rdêd xwe nefirotin.
[23] Hingê Ûsiv gote cime’tê: «Va ye min hûn û e’rdêd we Firewinr’a k’ir’în, hanê wer’a t’oxim û e’rdê biçînin.
[24] Hûn gerekê nandirûnêda ji pênc p’ara p’arekê bidine Firewin, lê çar p’arê wer’a bimîne, bona e’rdê biçînin û xwarina xwe, yêd mala xweda û bona zar’okêd xwe».
[25] Wana got: «Te em xilaz kirin! Bira em k’eremê li ber ç’e’vê xweyê xwe bibînin û em Firewinr’a bibine xulam».
[26] Ûsiv ev yek Misirêda kire qanûn, h’eta r’oja îro jî ji pênca yek ya Firewin e, pêştirî e’rdê t’erêqa, ku nebû yê Firewin.
[27] Îsraêl li welatê Misirê, t’opraxêd Goşenêda dima, li wir bû xweyîmilk’, şîn bûn û gelekî li hev zêde bûn.
[28] Aqûb welatê Misirêda h’ivdeh sala sax ma. T’emamîya e’mirê xwe Aqûb sed çil û h’eft sal bûn.
[29] Gava r’ojêd mirina Îsraêl nêzîk bûn, ewî gazî kur’ê xwe Ûsiv kir û gote wî: «Heger min li ber ç’e’vê te k’erem dîtîye, hîvî dikim, destê xwe bike li bin r’e’nê hêta min . K’erema xwe, bidî xatirê h’ub û aminîyê, min Misirêda defin nekî.
[30] Lê bira ez t’evî kal-bavêd xwe bihênijim, tu min ji Misirê hildî bibî nav t’irbêd wanda defin kî». Ûsiv got: «Ezê weke gotina te bikim».
[31] Û ewî got: «De minr’a sond bixwe». Ûsiv wîr’a sond xwar. Hingê Îsraêl serê xwe li serp’îya nivînê danî .