Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 27

[1] Gava Îshaq kal bû û r’onaya ç’e’vada me’rim bû, ewî gazî kur’ê xweyî mezin Esaw kir û gotê: «Lawo!» Ewî got: «Ez va me, bavo!»

[2] Îshaq gotê: «Ezî va kal bûme, nizanim k’îjan r’ojê ezê bimirim.

[3] Niha ç’ekê xwe, tîr û kevanê xwe hilde derê çolê, nêç’îrekê bona min bike û

[4] xwarina xweşe ku ez jê h’iz dikim, bona min çêke bîne ez bixwim, ku berî mirina xwe ez dua li te bikim».

[5] R’êvêkayê dibihîst, gava Îshaq ev yek kur’ê xwe Esawr’a digot. Gava Esaw çû çolê nêç’îrê bike bîne,

[6] R’êvêkayê gote kur’ê xwe Aqûb: «Min hêja bihîst, ku bavê te çawa t’evî birê te Esaw xeberda û got:

[7] ‹Nêç’îrekê minr’a bîne, pê xwarineke xweş çêke, ku ez bixwim û berî mirina xwe, li ber Xudan dua li te bikim›,

[8] Niha bibihê lawo, guhê xwe bide ser min, ez çi ter’a dibêjim bike.

[9] R’abe her’e nava kêrî, minr’a du karêd bizinaye r’ind bîne û ez pê wan bavê ter’a wê xwarina xweşe ku ew jê h’iz dike çêkim,

[10] tu jî bibe bide bavê xwe, ku ew bixwe û berî mirina xwe dua li te bike».

[11] Aqûb gote dîya xwe R’êvêkayê: «Esawê birê min yekî pir’ç’ e, ezî r’ûtî nepir’ç’ im,

[12] belkî bavê min bi desta min bip’elîne, ez ber ç’e’vê wî derew derêm, hingê ezê li ser xweda nifir’ê bînim ne ku duayê».

[13] Dê gotê: «Lawo! Ew nifir’a bira li ser minda bê, t’enê tu gur’a min bike, her’e kara bîne».

[14] Aqûb çû kar anîn dane dîya xwe. Dê pê wan ew xwarina xweşe ku bavê wî jê h’iz dikir çêkir.

[15] R’êvêkayê k’inca Esawê r’ind, ya kur’ê xweyî mezin, ku malda li cem wê bû, hilda li kur’ê xweyî biç’ûk Aqûb kir,

[16] û p’ostê kara jî avîte li ser desta û stukura wîye r’ûte nepir’ç’,

[17] xwarina xweşe çêkirî, nanê ku lêxistibû da destê kur’ê xwe Aqûb.

[18] Aqûb çû cem bavê xwe û got: «Bavo!». Ewî got: «Ez va me, tu k’î yî lawo?»

[19] Aqûb gote bavê xwe: «Ez nixurîyê te Esaw im, te çawa minr’a got, min usa jî kir, k’erem ke, r’abe r’ûnî nêç’îra min bixwe û dua li min bike».

[20] Îshaq gote kur’ê xwe: «Te çawa usa zû nêç’îr dît, lawo?» Aqûb gotê: «Xudan, Xwedêyê te nêç’îr r’astî min anî».

[21] Îshaq gote Aqûb: «Nêzîk were, ez bi desta te bip’elînim, lawo, hela k’a tu kur’ê min Esaw î, yan na?»

[22] Aqûb nêzîkî bavê xwe bû, bavê bi desta ew p’eland û gotê: «Deng dengê Aqûb e, lê dest destêd Esaw in».

[23] Ewî tê dernexist k’îjan e, çimkî destêd wî jî mîna destêd birê wî Esaw pir’ç’ bûn, hingê dua li wî kir

[24] û gotê: «Tu r’ast kur’ê min Esaw î?» ewî got: «Ez im».

[25] Bavê gotê: «K’a bide nêç’îra kur’ê xwe ez bixwim, wekî dua li te bikim». Aqûb dayê, ewî xwar, şerab jî anî dayê ewî vexwar.

[26] Bavê wî Îshaq gotê: «Niha were nêzîk û min r’amûse, lawo».

[27] Aqûb çû nêzîk, bav r’amûsa. Îshaq k’incê wî bîn kir, dua li wî kir û got: «Va ye bîna kur’ê min, mîna bîna mêrga Xudan dua lê kirî ye.

[28] Bira Xwedê ji qir’avîya e’zmên, û ji qinyata e’rdê, genim û şerabêda te xinê ke.

[29] Bira milet ter’a xulamtîyê bikin, cime’t jî li ber te dever’ûya her’in. Tu bibî axê biratîya xwe, zar’êd dîya te jî li ber te dever’ûya her’in. Yê nifir’a li te bike, nifir’ li wî be, yê dua li te bike, dua li wî be».

[30] Gava Îshaq dua Aqûb kir xilaz kir û ew gavek bû ku ew ji bavê xwe Îshaq dûr k’etibû, birê wî Esaw ji nêç’îrê hat.

[31] Ewî jî xwarina xweş çêkir, anî da bavê xwe û got: «De bira bavê min r’abe û ji nêç’îra kur’ê xwe bixwe, wekî dua li min bike».

[32] Bavê wî Îshaq gote wî: «Tu k’î yî?» Ewî got: «Ez kur’ê te, nixurîyê te, Esaw im».

[33] Îshaq bi xofeke mezin li ser hevda lerizî û got: «Ewê ku nêç’îr kir û anî da min ew k’î bû? Min berî hatina te, ji wan h’emûya xwar û dua li wî kir. Ewê jî duakirî be».

[34] Gava Esaw ev gotinêd bavê xwe bihîstin, kûr’în k’etê, k’eser-k’eser girîya û gote bavê xwe: «Min jî bavo! Dua li min jî bike!»

[35] Bavê gotê: «Birê te hat bi h’ilek’arîyê duayê p’ara te hildane li ser xwe».

[36] Esaw got: «Lema navê wî danenîne Aqûb! Eva du care ew nig dide ber min heqê nixurtîya min ji min stand û niha jî duayê p’ara min ji min stand». Û digot: «Te qet bona min dua nehiştîye?»

[37] Hingê Îshaq li Esaw veger’and û gotê: «Va ye min ew kire axayê te, û h’emû biratîya wî jî wîr’a kirine xulam, genim û şerabêva jî ew xinê kirin. Îdî niha ez te çawa bikim lawo».

[38] Esaw gote bavê xwe: «Bavo! Gelo hema duakî te t’enê hebû? Min jî bavo! Dua li min jî bike!» Esaw kûr’e-kûr’ danî girîya.

[39] Hingê Îshaqê bavê wî li wî veger’and û gotê: «Awa tê îdara xwe ji qinyata e’rdê û qir’avîya e’zmên bikî.

[40] Îdara te bi şûrê te be, xulamtîyê birê xwer’a bikî, û wext jî ku bê, gava tu ji vê yekêda serî hildî, nîrê wî ji stûyê xwe bavêjî».

[41] Û bona vî duayê ku bavê dua birê wî kiribû, Aqûb ji ber ç’e’vê Esaw k’etibû û dilê xweda digot: «R’ojêd şîna bavê min nêzîk bûne, ezê peyr’a birê xwe Aqûb bikujim».

[42] Ev gotinêd Esawe kur’ê R’êvêkayêyî mezin, gîhandine wê. Evê jî şand gazî kur’ê xweyî biç’ûk Aqûb kir û gotê: «Va ye Esawê birê te, gef li te xwarîye, wekî te bikuje.

[43] Niha bibihê lawo ez çi ter’a dibêjim, r’abe bir’eve her’e H’aranê, bigihîje birê min Laban,

[44] we’dekî li cem wî bimîne, h’eta hêrsa birê te datîne.

[45] Gava hêrsa birê te dayne û ew kirina ku te li serê wî kirîye bîr bike, paşê ezê hingê bişînime pey te, te ji wir bînim, çima nava r’ojekêda ez we her duya unda kim?»

[46] Paşê R’êvêkayê gote Îshaq: «R’ûyê van qîzêd h’îtîada, ez ji e’mirê xwe t’êr bûme, heger Aqûb jî qîzêd h’îtîyaye mîna vane vî welatî bistîne, îdî ez çima dijîm?»

Destpêbûn — Chapters