Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 2

[1] E’rd û e’zman t’emamîya nexşêd xweva li ser hevda hatin.

[2] Û Xwedê berî r’oja h’efta şixulêd xwe xilaz kirin û r’oja h’efta ji wan h’emû şixulêd xweye kirî r’ih’et bû.

[3] Û Xwedê dua r’oja h’efta kir û ew pîroz kir, çimkî wê r’ojêda Xwedê ji wan h’emû kirinêd xwe, k’îjan ku e’firandibûn û kiribûn r’ih’et bû.

[4] Eve serhatîya pêşda hatina e’rd û e’zmên gava hatine e’firandinê. Wê r’ojê gava ku Xudan Xwedê e’rd û e’zman çêkirin,

[5] t’u k’oleke çolê hê t’unebûye, t’u gîhakî çolê hê şîn nebûye, çimkî Xudan Xwedê hela hê baran li ser e’rdêda nebarandibûye û merî jî t’unebûye ku e’rdê bêcer ke,

[6] hingê hulm-gulm ji e’rdê derk’etîye t’emamîya r’ûyê e’rdê şil kirîye.

[7] Xudan Xwedê ji axa e’rdê qalibê mêr çêkir, bîna jîyînê hulmî poza kir û mêr bû bînberekî sax.

[8] Xudan Xwedê li alîyê r’ohilatê Êdênêda baxçek daç’ikand û mêrê ku çêkiribû danî li wir.

[9] Xudan Xwedê ji e’rdê her dar şîn kirin, dîtinêr’a h’ewask’ar û xwarinêr’a xweş, nava baxçeda jî dara jîyînê, usa jî dara qencî û xirabî naskirinê.

[10] Û bona avdana baxçe, ji Êdênê ç’emek derdik’et û paşê belayî çar ç’e’va dibe.

[11] Navê ç’emê e’wlin Pîşon e, eva t’emamîya e’rdê H’awîlayêva dik’işe, wir ku zêr’ê wê heye.

[12] Zêr’ê wî e’rdî jî safî ye, bidolax û kevirêd qîmete onîks hene.

[13] Navê ç’emê duda Gîh’on e, eva t’emamîya e’rdê K’ûşêva dik’işe.

[14] Navê ç’emê sisîya Dîcle ye, eva r’ohilata Aşûryayêva dik’işe û navê ç’emê çara jî Firat e.

[15] Xudan Xwedê ew mêr hilda danî baxçê Êdênê, wekî wê bêcer ke û xweyîtîyê lê bike.

[16] Û Xudan Xwedê t’emî da mêr û gotê: «Ji her darêd baxçeda, dilê te dik’işîne k’îjanê bixwe,

[17] lê ji dara qencî û xirabî naskirinê nexwe, çimkî wê r’oja gava tu ji wê bixwî, tê e’se bimirî».

[18] Xudan Xwedê got: «Ne baş e ku mêr t’enê bimîne, k’omekdarek ku layîqî wî be çêkim».

[19] Hingê Xudan Xwedê h’emû terewilêd çolê û h’emû teyredêd e’zmên ji axê çêkirin û anîne cem mêr, wekî bibîne k’a ewê çi navî li wan ke û mêr çi nav danî li ser h’eywanê bînber, ew jî bû navê wan.

[20] Mêr nav li h’emû h’eywanêd k’edî, teyredêd e’zmên û terewilêd çolê kirin, lê mêrr’a k’omekdarek ku layîqî wî bûya dest nek’et.

[21] Hingê Xudan Xwedê xeweke k’ûr kire ç’e’vê mêr, gava ew xewr’a çû, Xudan p’arxaneke wî hilda û dewsê goşt t’ijî kir.

[22] Û Xudan Xwedê ji wê p’arxana ku ji mêr hildabû k’ulfetek çêkir, anî cem mêr.

[23] Hingê mêr got: «Niha eva hestûyê ji hestûyê min e û goştê ji goştê min e, evayê jin bê gotinê, çimkî ji mêr hate hildanê».

[24] Lema mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek.

[25] Mêr û jina xweva her du jî te’zî bûn û şerm nedikirin.

Destpêbûn — Chapters