[1] Aqûb xeberdana kur’êd Laban bihîstin ku digotin: «Aqûb h’emû hebûka bavê me bir û ji hebûka bavê me haqas hebûk t’op kir».
[2] Û Aqûb ç’e’v Laban k’et, dîna xwe dayê ku Labanî hindava wîda ne yê berê ye.
[3] Hingê Xudan gote Aqûb: «Veger’e welatê kal-bavêd xwe, li cî-misk’enê xwe, ezê t’evî te bim».
[4] Aqûb çolê li ber pêz bû, ewî şand gazî R’ahêlê û Lêayê kir
[5] û gote wan: «Ez dîna xwe didime mir’ûzê bavê we, ew hindava minda ne yê berê ye. Lê Xwedêyê bavê min, t’evî min bûye.
[6] Weva jî e’yan e, ku min bi t’emamîya qewata xwe bavê wer’a xulamtî kirîye.
[7] Lê bavê we ez dixapandim, dehe cara heqê min guhast, lê Xwedê nehişt ku ew zîyanekê bide min.
[8] Gava wî digot: Bira yêd deq-deqî ber heqê teva bin, hingê t’emamîya pêz, diza deq-deqî danîn. Lê gava wî digot: Bira yêd şiv-şivî ber heqê teva bin, hingê t’emamîya pêz, diza şiv-şivî danîn.
[9] Bi vî awayî Xwedê h’eywanêd bavê we ji wî standin û dane min.
[10] Carekê wextê pêz fe’la bû, min serê xwe bilind kir û xewnêda dîna xwe dayê, va ye kerî bi nêrîyêd şiv-şivî, deq-deqî û belek dihatine fe’la.
[11] Hingê milyak’etê Xwedê xewnêda minr’a got: Aqûb! Û min got: Lebê, ezî va me.
[12] Ewî got: K’erema xwe, serê xwe bilind ke û dîna xwe bidê, vane h’emû nêrîyêd ku pez bi wan têne fe’la, şiv-şivî, deq-deqî û belek in, çimkî min dît her tiştêd ku Laban serê te kirin.
[13] Ez Xwedêyê Bêt’-Êlê me, wê dera ku te h’eykel r’ûn kir û li wir minr’a ad-qirar kir, niha r’abe ji vî welatî derê û veger’e li cî-misk’enê xwe».
[14] Hingê R’ahêlê û Lêayê lê veger’andin û gotinê: «Gelo îdî mala bavê meda, p’ar û wartîya me heye?
[15] Gelo bona wî em h’esab nabin mîna xerîba? Çimkî ewî em firotin û p’erê me jî xwarin.
[16] Lema jî ew h’emû hebûka ku Xwedê ji bavê me stand, ya me û zar’okêd me ye, niha her tiştêd ku Xwedê gotîye, bike».
[17] Aqûb r’abû, jin û zar’êd xwe li deva sîyar kirin.
[18] Ewî h’emû h’eywanêd xwe, h’emû hebûka xweye ku qazinc kiribû û h’eywanêd xweyê ku li Paddan-Aramêda qazinc kiribû, hildan r’êk’et, ku her’e cem bavê xwe Îshaq, welatê Kenanê.
[19] Laban çûbû ku pezê xwe bibir’e, R’ahêl p’ûtêd mala bavê xwe dizîn.
[20] Aqûb ji Labanê aramî xwe vedizî r’evî, çimkî wîva e’yan nekiribû, ku wê her’e.
[21] Û bi vî awayî ew bi h’emû hebûka xweva r’evî û r’abû ji ç’emê Firatê derbaz bû û berê xwe da alîyê ç’îyayê Gîle’dê.
[22] R’oja sisîya cab dane Laban, ku Aqûb r’evîye.
[23] Laban biratîya xwe jî t’evî xwe hilda û h’eft r’oja li pey wî k’et. Li alîyê ç’îyayê Gîle’dê xwe wîr’a gîhand.
[24] Xwedê şev hate xewna Labanê aramî û gote wî: «Miqatî xwe bî, ku tiştekî qenc yan xirab Aqûbr’a nebêjî».
[25] Laban xwe Aqûbr’a gîhand. Aqûb konê xwe li ç’îyê vegirtibû. Laban û biratîya xwe jî konêd xwe li ç’îyayê Gîle’dê vegirtin.
[26] Û Laban gote Aqûb: «Ev te çi kir? Çima te xwe ji min vedizî r’evîyî û te qîzêd min çawa hêsîrêd bin şûr birin?
[27] Te çima ji min veşart, dizîva r’evîyî û minr’a ne got? Minê tu bi dilê şa ver’êkirayî, pê stirana, defa û çengê zîs.
[28] Te nehişt ku ez bihatama r’ûyê qîzêd xwe û nebîyêd xwe. Te bê aqilî kir.
[29] Destê minda qewat heye, ku xirabîyê li we bikim. Lê Xwedêyê bavê we şeva derbazbûyî t’evî min xeberda û got: Miqatî xwe bî, ku tiştekî qenc yan xirab Aqûbr’a nebêjî.
[30] Lê belê tu diçî-diçî, fe’mdarîye wekî te gelekî bîra mala bavê xwe kirîye, lê çima xwedêyêd min dizîn?»
[31] Aqûb li Laban veger’and û got: «Çimkî ez tirsîyam, min got belkî tê qîzêd xwe ji min bistînî.
[32] Lê xwedêyêd xwe li cem k’ê bibînî, bira ew nejî. Niha li ber biratîya me biger’e û çî te li cem min hebe hilde xwer’a». Çimkî Aqûb nizanibû ku R’ahêlê ew dizîne.
[33] Laban k’ete konê Aqûb, konê Lêayê û konê her du carîya, lê ew nedîtin. Ji konê Lêayê derk’et, k’ete konê R’ahêlê.
[34] R’ahêlê ew p’ût hildan kirine t’êr’a devê û li ser wan r’ûnişt. Laban t’emamîya kon li hev xist ger’îya, lê ew nedîtin.
[35] R’ahêlê gote bavê xwe: «Bira xweyê min hêrsa xwe li min r’aneke, wekî ez nikarim li ber r’abim, çimkî ez nexweşîya k’ulfetada me». Laban ger’îya lê p’ût nedîtin.
[36] Hingê Aqûb hêrs k’et û bezî Laban. Aqûb li Laban veger’and û gotê: «Sûcê min çî ye, gunê min çî ye, wekî tu pey min k’et yî?
[37] Tu li nav t’emamîya hûr-mûrêd minda ger’îyayî, te tiştekî ji mala xwe dît? Derxe dayne li ber biratîya min û biratîya xwe, bira ew vê pirsê nava me her duyada safî kin.
[38] Eva bîst sal e, ku ez li cem te dimam, mî û bizinêd te berneavîtine û min beranêd kerîyê te jî nexwarine.
[39] Yêd de’va digirtin, min nedanî li cem te, zirara wê min dik’işand, r’ojê bihata dizîn, şevê bihata dizîn te ji min dixwest.
[40] R’ojê ji germê, şevê jî ji sermê dih’elîyam-dimaşîyam. Xew ji ç’e’vê min dit’eqisî.
[41] Bîst salî h’alê min mala teda aha bûye. Min çardeh sala bona her du qîzêd te ter’a xulamtî kir, şeş sala jî bona pezê te. Lê te dehe cara heqê min guhast.
[42] Heger Xwedêyê bavê min, Xwedêyê Birahîm û Xofa Îshaq ne t’evî min bûya, teyê niha ez r’ast destvala ver’êkirama. Xwedê zelûlîya min û xebat destê min dît û şeva derbazbûyî li te hilat».
[43] Laban li Aqûb veger’and û gotê: «Ev qîz qîzêd min in, ev zar’ zar’êd min in, ev kerî kerîyêd min in û her tiştêd ku tu dibînî, ev t’ev yêd min in. Ez îro çi dikarim li qîzêd xwe bikim, yan jî li zar’êd ku ji wan bûne?
[44] Niha were ez û tu peymanê girêdin û bira nava min û teda bibe şe’detî».
[45] Aqûb kevirek hilda û ew h’eykel da sekinandinê.
[46] Aqûb gote biratîya xwe: «Kevira t’op kin». Wan kevir anîn qûç’ kirin û li wir cem qûç’ê nan xwarin.
[47] Laban navê wê qûç’ê danî Yigar-Sahadût’a . Aqûb navê wê danî Galêd .
[48] Hingê Laban got: «Eva qûç’a îro nava min û teda şe’de ye». Lema navê wê Galêd hate danînê,
[49] usa jî Mîspah çimkî wî got: «Xudan li ser min û teda binihêr’e, gava r’ûyê me hev du nek’eve.
[50] Heger tu dilê qîzê min bêşînî, yan jî jinêd başqe ser qîzêd minr’a bistînî, kes nava meda t’une, lê Xwedê nava min û teda şe’de ye».
[51] Laban serda zêde kir û gote Aqûb: «Va ye ev qûç’a û ev h’eykelê ku min nava xwe û teda da sekinandinê.
[52] Eva qûç’a şe’de ye, eva h’eykela şe’de ye, ku ez ji vê qûç’ê derbaz nebim, tu jî ji vê qûç’ê û h’eykelî derbaz nebî bona xirabîyê.
[53] Bira Xwedêyê Birahîm û xwedêyê Nehor (xwedêyê bavê wan) nava meda h’akim bin ». Aqûb pê Xofa bavê xwe Îshaq ad-qirar kir.
[54] Aqûb li serê wî ç’îyayî qurban da û gazî biratîya xwe li ser nan kir. Nan xwarin û wê şevê mane li ç’îyê.
[55] Laban sibehê zû r’abû, çû r’ûyêd nevîyêd xwe û qîzêd xwe û dua li wan kir, Laban veger’îya çû cîyê xwe.