Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 20

[1] Birahîm ji wê derê k’oç’ kir çû ber bi Necefê, li navbera Qadêşê û Şûrêda ma û Gêrarêda firarî derbaz kir

[2] Li wê derê Birahîm bona jina xwe Serayê got: «Eva xûşka min e». P’adşê Gêrarê Abîmelex şand Serayî ji xwer’a anî.

[3] Lê Xwedê şev hate xewna Abîmelex û gotê: «Va tê bona wê k’ulfeta ku te anî, tê bimirî, çimkî mêrê wê heye».

[4] Abîmelex hê dest nedabûyê û got: «Ya Xweyê min, gelo tê k’oka miletê bêsûc bînî?

[5] Evî ne got: ‹Eva xûşka min e?› Û evê jî got: ‹Eva birayê min e›. Ev yek min bi dilê sax û destê paqij kir».

[6] Û Xwedê xewnêda wîr’a got: «Minva e’yan e, ku te ev yek bi dilê xweyî sax kir, lema jî min tu ji wî guneyê ku teyê li ber ç’e’vê min bikira xweyî kirî û nehişt ku tu dest bidî wê.

[7] Niha jinê veger’îne bide mêrê wê, çimkî ew p’êxember e û ewê bona te dua bike, tê bijîyî. Lê heger tu wê veneger’înî, zanibe ku tu û h’emûyêd teyê e’se bimirin».

[8] Abîmelex sibehê zû r’abû, gazî h’emû berdestîyêd xwe kirin û her tişt wanr’a gilî kir, ev merivana gelekî tirsîyan.

[9] Hingê Abîmelex gazî Birahîm kir û gotê: «Ev te çi anî li serê me? Min hindava teda çi neheqî kiribû, ku te gunekî mezin li ser min û p’adşatîya minda anî? Te hindava minda tiştê nebûyî kir».

[10] Û Abîmelex gote Birahîm: «Te çi r’ê têr’a dît, ku te ev tişt kir?»

[11] Birahîm got: «Çi r’ast e, ez fikirîm min got: ‹Li vê derê xofa Xwedê t’une, wê r’ûyê jina minda min bikujin›.

[12] Ya duda jî eva r’astî xûşka min e, em ji bavê ne lê ne ji dêne, min ew standîye.

[13] Çaxê Xwedê ez ji mala bavê xwe derxistime xerîbîyê, min gote wê: ‹Vê qencîyê minr’a bike, her cîyê ku emê her’inê, bona min bêje, ku eva birayê min e›».

[14] Hingê Abîmelex r’abû, pez û dewar, xulam û carî anîn dane Birahîm û jina wî Serayî jî lê veger’and.

[15] Usa jî Abîmelex gote Birahîm: «Va ye welatê min li ber te ye, k’îderê dixwazî li wir jî bimîne».

[16] Serayêr’a jî got: «Va ez h’ezar zîvî didime birayê te, ku ev yek li ber ç’e’vê h’emûyêd t’evî te bibe xêlîya nav-namûsîyê û r’ûspîtîya li ber h’emûya».

[17] Hingê Birahîm li ber Xwedê dua kir û Xwedê Abîmelex, jina wî û carîyêd wî qenc kirin û zar’ok anîn.

[18] Çimkî Xudan r’ûyê jina Birahîm Serayêda, bet’inê h’emû k’ulfetêd mala Abîmelexda dada bû.

Destpêbûn — Chapters