[1] Pey van yekar’a, Xwedê Birahîm cêr’iband û got: «Birahîmo!» Birahîm got: «Lebê, ezî va me».
[2] Xwedê gotê: «Niha r’abe kur’ê xweyî tayê t’enêyî delal Îshaq hilde û her’e welatê Morîyayê, li wê derê li serê ç’îyakî, k’îjanî ezê ter’a bêjim, bike dîyarîya t’evayîşewatê».
[3] Birahîm sibehê zû r’abû, bona dîyarîya t’evayîşewatê dar şkênandin, t’êr’a k’erê xwe girêda, t’evî xwe du xulam û kur’ê xwe Îshaq hildan, r’abû çû wî cîyê ku Xwedê gotibûyê.
[4] R’oja sisîya Birahîm serê xwe bilind kir, dûrva ew cî dît.
[5] Û hingê Birahîm gote xulamêd xwe: «Hûn k’erêva li vir bimînin, ez û kur’ikva h’eta dera han her’in, h’ebandina xwe bikin û dîsa li ser weda veger’in».
[6] Birahîm qirşê dîyarîya t’evayîşewatê hilda, da pişta kur’ê xwe Îshaq û xwexa jî agir û k’êr girtine destê xwe û her du hevr’a çûn.
[7] R’êda Îshaq bavê xwe Birahîmr’a got: «Bavo!» Ewî got: «Lebê, ezî va me, kur’ê min». Îshaq got: «Va ne qirş û agir, lê berxa bona dîyarîya t’evayîşewatê k’anê ye?»
[8] Hingê Birahîm gotê: «Xwedê wê xwexa berxa dîyarîya t’evayîşewatê bona xwe r’ê têr’a bibîne, kur’ê min» Û her du hevr’a r’îya xweda çûn.
[9] Gava gihîştine wî cîyê ku Xwedê gotibûyê, Birahîm li wir gorîgeh çêkir, qirş li ser wê cî kirin û kur’ê xwe Îshaq girêda, hilda danî li ser qirşêd gorîgehê.
[10] Û Birahîm dest avîte k’êrê, ku kur’ê xwe serjêke
[11] lê milyak’etê Xudan ji e’zmên deng dayê û gotê: «Birahîm! Birahîm!» Ewî got: «Lebê, ezî va me».
[12] Milyak’et gotê: «Dest nede kur’ik û tiştekî li wî neke, niha ez zanim ku tu ji Xwedê ditirsî, çimkî te bona min kur’ê xweyî tayê t’enê na-na nekir».
[13] Birahîm serê xwe bilind kir, dîna xwe dayê wê pişt wîva, va ye beranek stirûyêd wî k’etibûne dir’îyêd six mabû. Birahîm çû ew beran anî û dewsa kur’ê xwe gorîşewitandî kir.
[14] Birahîm navê wî cîyî danî: «Xudanê wê r’ê têr’a bibîne». Çawa h’eta niha tê gotinê: Li serê ç’îyayê Xudan, wê r’ê têr’a bê dîtinê.
[15] Milyak’etê Xudan cara duda ji e’zmên deng da Birahîm
[16] û got: «Ez bi nefsa xwe sond dixwim, Xudan dibêje, çimkî te ku ev tişt kir û kur’ê xweyî tayê t’enê bona min na-na nekir,
[17] ezê jî duayê li ser dua li te bikim, zur’eta te mîna steyrkêd e’zmên û mîna qûma devê be’rê gelekî zêde kim û zur’eta teyê bajarêd neyarêd xwe zeftî xwe kin
[18] û bi zur’eta te wê dua li h’emû miletêd dinyayê bibe, çimkî te guhdarîya min kir».
[19] Û Birahîm veger’îya cem xulamêd xwe û r’abûn hevr’a çûne Bîr-Şêvayê, Birahîm Bîr-Şêvayêda ma.
[20] Pey van yekar’a cab dane Birahîm û gotinê: «Mîlk’ayê birê te Nehorr’a zar’ anîne,
[21] Nixurîyê wî Ûs û birê wî Bûz, Qimûêlê bave’şîrê Aram,
[22] K’esed, H’azo, Pîldaş, Îdlaf û Bet’ûêl».
[23] Bet’ûêlr’a R’êvêka bû. Ev her h’eyşt kur’ Mîlk’ayê Nehorê birê Birahîmr’a anîn.
[24] Carîya wî R’êûmayê jî, Tevah’, Gaxam, T’axaş û Mahaxa anîn.