Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 36

[1] Ev e serecema r’ik’inyata Esaw, awa gotî Edom.

[2] Esaw qîzêd kenanîya xwer’a xwestin: E’daha qîza Êylonê h’îtî û Oholîvamaya qîza E’nayê kur’ê Sîvonê h’îwî.

[3] û qîza Îsmayîl, xûşka Nêbayot, Basmet’.

[4] E’dahê Esawr’a Elîfaz anî. Basmet’ê R’ihûêl anî,

[5] Oholîvamayê Yehûş, Yalam û Qorax anîn. Ev in kur’êd Esaw, yêd ku welatê Kenanêda jêr’a bûn.

[6] Esaw r’abû jinêd xwe, kur’ û qîzêd xwe û h’emû merivêd mala xwe, kerî û gar’anêd xwe, h’emû h’eywanêd xwe û h’emû hebûka xweye ku welatê Kenanêda qazinc kiribû hildan, ji r’ûyê birê xwe Aqûbda çû welatekî din.

[7] Çimkî hebûka wan gelek bû, nikaribûn hevr’a bimana, welatê ku ew têda çawa xerîb diman, t’êra wan nedikir ji dest kerî û gar’anêd wan.

[8] Esaw, awa gotî Edom, li ç’îyayê Sêhîrê cî-war bû.

[9] Ev e serecema r’ik’inyata Esawê bavê edomîya, li serê ç’îyayê Sêhîrê.

[10] Navê kur’êd Esaw ev in: Elîfaz, kur’ê Esawî ji E’dahê. R’ihûêl, kur’ê Esawî ji Basmet’ê.

[11] Kur’êd Elîfaz, Têman, Omar, Sipo, Get’am û Qinaz bûn.

[12] T’îmna, carîya Elîfazê kur’ê Esaw bû, ewê jî Elîfazr’a Amalêk anî. Ev bûn kur’êd E’daha jina Esaw.

[13] Kur’êd R’ihûêl ev in: Nah’at, Zerah, Şamma û Mîsah, ev bûn kur’êd Basmet’a jina Esaw.

[14] Kur’êd Esaw, yêd ku Oholîvamaya qîza E’nayê kur’ê Sîvonê Esawr’a anîn, ev in: Yehûş, Yalam û Qorax.

[15] Ev in bavê berekêd zar’êd Esaw. Bavêd berekêd zar’êd Elîfazê kur’ê Esawî nixurî, ev bûn: Bavê bereka xwe Têman, bavê bereka xwe Omar, bavê bereka xwe Sipo, bavê bereka xwe Qinaz,

[16] bavê bereka xwe Qorax, bavê bereka xwe Get’am, bavê bereka xwe Amalêk. Evana li welatê Edomêda bavêd berekêd Elîfaz bûn, kur’êd E’dahê bûn.

[17] Ev in zar’êd R’ihûêl kur’ê Esaw: Bavê bereka xwe Nah’at, bavê bereka xwe Zerah, bavê bereka xwe Şamma, bavê bereka xwe Mîsah. Evana li welatê Edomêda bavêd berekêd R’ihûêl bûn, kur’êd Basmet’a jina Esaw bûn.

[18] Ev in kur’êd Oholîvamaya jina Esaw: Bavê bereka xwe Yehûş, bavê bereka xwe Yalam, bavê bereka xwe Qorax. Evana bûn bavê berekêd zar’êd Oholîvamaya jina Esaw, qîza E’nayê.

[19] Ev in kur’êd Esaw, awa gotî Edom û ev in mîrêd wan.

[20] Ev in kur’êd Sêhîrê h’orî, ku li wî welatîda diman: Lotan, Şoval, Sîvon, E’na,

[21] Dîşon, Eser û Dîşan. Ev in kur’êd Sêhîr, bavê berekêd h’orîya welatê Edomêda.

[22] Kur’êd Lotan H’orî û Hêymam bûn, xûşka Lotan T’îmna bû.

[23] Kur’êd Şoval ev bûn: E’lwan, Manah’at’, Eybal, Şifo û Onam.

[24] Kur’êd Sîvon ev bûn: Aya û E’na. Eva ew E’na bû, yê ku li çolê kanîyêd avêd germ dîtibûn, gava k’erêd bavê xwe Sîvon diç’êrandin.

[25] Ev in zar’êd E’na, Dîşon û Oholîvama qîza E’na.

[26] Ev in kur’êd Dîşon: H’emdan, Eşban, Ît’ran û K’iran.

[27] Ev in kur’êd Eser: Bîlhan, Zahavan û Ekan.

[28] Ev in kur’êd Dîşan: Ûs û Aran.

[29] Ev in bavê berekêd h’orîya: Bavê bereka xwe Lotan, bavê bereka xwe Şoval, bavê bereka xwe Sîvon, bavê bereka xwe E’na,

[30] bavê bereka xwe Dîşon, bavê bereka xwe Eser, bavê bereka xwe Dîşan. Ev in bavê berekêd h’orîya, li welatê Sêhîrêda, li gora bave’şîrêd berekêd xwe.

[31] Ev in ew p’adşayêd ku welatê Edomêda, berî p’adşayê îsraêlîyayî e’wlin, p’adşatî kirin.

[32] Belayê kur’ê Beûr li ser Edomê p’adşatî kir. Navê bajarê wî Dînhava bû.

[33] Bela mir, dewsa wî Yovavê kur’ê Zerahê Bozrayî p’adşatî kir.

[34] Yovav mir, dewsa wî H’ûşamê ji welatê temanîya p’adşatî kir.

[35] H’ûşam mir, dewsa wî Hadadê kur’ê Bedad p’adşatî kir, yê ku li t’opraxa Mowabêda qir’a Midyana anî. Navê bajarê wî E’wît’ bû.

[36] Hadad mir, dewsa wî Samlayê ji Masrêqaye p’adşatî kir.

[37] Samla mir, dewsa wî Şawûlê ji R’eh’obot’a devê ç’êm p’adşatî kir.

[38] Şawûl mir, dewsa wî Bae’l-Henanê kur’ê Ek’bor p’adşatî kir.

[39] Bae’l-Henanê kur’ê Ek’bor mir, dewsa wî Hadar p’adşatî kir. Navê bajarê wî Pahû bû. Navê jina wî Mihêtabêl bû, eva qîza Matrêd, nebîyê Mê-Zahavê bû.

[40] Ev in navê bavêd berekêd ku ji Esaw bûne, li gora berek û cîyêd xwe navêd xweva: Bavê bereka xwe T’îmna, bavê bereka xwe E’lwah, bavê bereka xwe Yet’êt,

[41] bavê bereka xwe Oholîvama, bavê bereka xwe Êlah, bavê bereka xwe Pînon,

[42] bavê bereka xwe Qinaz, bavê bereka xwe Têman, bavê bereka xwe Mîbsar,

[43] bavê bereka xwe Magdîyêl, bavê bereka xwe Îram. Ev in bavê berekêd Edomê li gora cî-warêd xwe û welatê milk’ê xweda. Esaw bavê edomîya ye.

Destpêbûn — Chapters