Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 32

[1] Aqûb r’îya xweda çû. Milyak’etêd Xwedê r’astî wî hatin.

[2] Gava Aqûb ew dîtin, got: «Eva zoma ordîya Xwedê ye». Navê wê derê danî Mah’anayîm .

[3] Aqûb pêşîya xwe qasid şandine welatê Sêhîrê, t’opraxê Edomê, cem birê xwe Esaw.

[4] Û t’emî da wan û got: «Aha bêjine xweyê min Esaw, ku xulamê te Aqûb aha dibêje: ‹Ez li cem Laban bûme, h’eta niha jî cem wî xerîbîyêda mame.

[5] Ga, k’er, kerîyêd pêz, xulam û carî min qazinc kirine. Niha ez dişînim, xwe xweyê xweva didime h’esandinê, ku ez ber ç’e’vêd te k’eremê bibînim›».

[6] Qasid li ser Aqûbda veger’îyan û gotinê: «Em çûne cem birê te Esaw, va ye ew çarsid merivîva pêşîya teda tê».

[7] Aqûb gelekî tirsîya û t’evîhev bû û r’abû merivêd t’evî xwe, pez û dewar, deve kirine du p’ara.

[8] Digot: «Heger Esaw li ser p’arekêda bigire û lêxe, hema p’ara din jê xilaz be».

[9] Hingê Aqûb got: «Ya Xwedêyê bavê min Birahîm û Xwedêyê bavê min Îshaq, Xudano! Ku te minr’a got: ‹Veger’e welatê xwe, li wat’anê xwe, ezê qencîyê li te bikim!›

[10] Ez ne hêjayî t’emamîya h’ub û aminîya teye qedîm im, k’îjan ku te qûlê xwer’a kirine, çimkî ez bi şivdara destê xwe ji vê Ûrdunê derbaz bûm û niha bûme xweyê du p’ara.

[11] K’erema xwe, min ji destê birê min Esaw xilaz ke, çimkî ez jê ditirsim, nebe ku ew bê, min, dê û zar’okava xe.

[12] Ne te gotîye: ‹Ezê e’seyî qencîyê li te bikim û zur’eta te bikime weke qûma be’rê, ku ji gelekbûnê wê neyê jimar꛻.

[13] Aqûb şeva xwe li wê derê derbaz kir, r’abû ji her tiştê xwe, birê xwe Esawr’a p’êşk’êş hazir kirin.

[14] Dusid bizin, bîst nêrî, dusid mî, bîst beran,

[15] sî devêd zayî ce’şikêd wanva, çil ç’êlek, dehe boxe, bîst k’erê mê û dehe yê nêr veqetandin.

[16] Her kerî, başqe-başqe, dane destê xulamêd xwe û gote xulama: «Pêşîya min her’in, bira her kerî dûrî hev, li pey hev her’in».

[17] E’mir li yê pêşîyê kir û gotê: «Gava birê min Esaw r’astî te bê û ji te bipirse: ‹Tu k’ê yî û tê k’uda her’î? Û evêd li pêşîya te yêd k’ê ne?›

[18] Hingê tu bêje: ‹Ev yêd xulamê te Aqûb in, evana p’êşk’êş xweyê xwe Esawr’a şandine, va ye ew xwexa jî li pey me t꛻.

[19] Aha jî t’emî da yê duda, yê sisîya û h’emûyêd ku li pey kerîya diçûn û got: «Aha bêjinê gava hûn r’astî Esaw bên

[20] û bêjinê: ‹Va ye xulamê te Aqûb jî li pey me t꛻. Çimkî ewî xwexa xwer’a digot: «Bi van p’êşk’êşêd ku ez berî xwe dişînim, ezê dilê wî bik’ir’im, paşê r’ûyê wî bibînim, belkî ew min qebûl ke».

[21] P’êşk’êş pêşîya wî çûn, lê Aqûb şeva xwe zomêda derbaz kir.

[22] Aqûb wê şevê r’abû, her du jinêd xwe, her du carîyêd xwe û her yanzdeh kur’êd xwe hildan û tenikayîya Yaboqr’a derbaz bû

[23] û ew hildan avê xistin derbaz kirin, her tiştêd xwe, çî wî hebû derbaz kirin.

[24] Aqûb t’enê ma. Merivek h’eta sarê sibehê jêr’a k’ete destegulaşê.

[25] Ewî dît ku li Aqûb nikare, ew li sêvika qarç’ika wî k’et û dema destegulaşê Aqûb qarç’ikêda sist bû.

[26] Hingê ewî gote Aqûb: «Min ber’de ez her’im, çimkî va ye sibeh zelal dibe». Aqûb got: «H’eta tu dua li min nekî ez te ber’nadim».

[27] Ewî gote wî: «Navê te çî ye?» Aqûb got: «Aqûb e».

[28] Ewî got: «Îdî navê te Aqûb neyê gotin, lê Îsraêl , çimkî tu Xwedê û merivar’a k’etî h’ucetê û tu ser k’etî».

[29] Hingê Aqûb pirsî û got: «Hîvî dikim, navê xwe bêje». Ewî got: «Tu çima navê min dipirsî?» Û li wî cîyî dua li wî kir.

[30] Aqûb navê wî cîyî danî Pinîyêl û got: «Çimkî min Xwedê r’û bi r’û dît û ez sax mam».

[31] Û gava ew ji Pinuêlê derbaz bû, r’o derk’et û Aqûb qarç’ikêda dikulîya.

[32] Lema jî h’eta r’oja îro, zar’êd Îsraêlê ç’îlê ser sêvika qarç’ikê naxwin. Çimkî li ç’îlê sêvika qarç’ika Aqûb k’et.

Destpêbûn — Chapters