Destpêbûn 4
[1] Pey vê yekêr’a meriv nêzîkî jina xwe Hêwayê bû, ew h’emle derk’et û Qayîn jêr’a bû, hingê wê got: «Min merî ji Xudan stand».
[2] Paşê birê wî Habîl bû. Habîl bû şivanê pêz, lê Qayîn xwe dabû e’rdbêcerkirinê.
[3] Û xêlekê şûnda, Qayîn ji berêd e’rdê Xudanr’a h’edî anî.
[4] Habîl xwexa jî çend h’eb ji nixurîyêd kerîyê pezê xwe, bezêd wanva h’edî anîn. Xudan berê xwe da Habîl û h’edîya wî,
[5] lê dîna xwe neda Qayîn û h’edîya wî. Qayîn gelekî hêrs k’et û mir’ûzê xwe kir.
[6] Hingê Xudan Qayînr’a got: «Tu çima hêrs k’etîyî? Û te çima serê xwe berjêr kirîye?
[7] Heger tu r’astîyê bikî, gelo tê serê xwe bilind nekî? Lê wekî tu r’astîyê nekî va ye gune li ber dêrî k’etîye û xwexa jî h’eyra teda ye, lê bike ku tu h’ukumî li ser bikî».
[8] Pey vê yekêr’a Qayîn birê xwe Habîlr’a got: «Em her’ine k’ewşên» û gava ew gihîştine k’ewşên, Qayîn r’abû gihîşte birê xwe Habîl û ew kuşt.
[9] Hingê Xudan ji Qayîn pirsî got: «K’anê ye birê te Habîl?» Ewî got: «Ez nizanim, çima ez nobedarê birê xwe me?»
[10] Xudan gotê: «Te çi kirîye? Dengê xûna birê te ji e’rdê şikîyatê xwe li min dike».
[11] Niha nifir’ ji wî e’rdî li te be, k’îjanî ku devê xwe vekir xûna birê te ji destê te fir’ kir.
[12] Gava tu e’rdê bêcer kî, ew îro şûnda îdî k’arê nede te, tu li ser e’rdê r’ih’etîyê nebînî û dero-der bî.
[13] Hingê Qayîn gote Xudan: «Ev cezayê min ji qewata min der e.
[14] Awa îro ku tu ji r’ûyê e’rdê berî min didî, ezê xwe ji te veşêrim ku r’ûyê te nebînim û li ser e’rdê jî ku zêrîyayî û dero-der bim, hingê k’ê ku min bibîne wê min bikuje».
[15] Xudan gotê: «K’ê ku Qayîn bikuje h’eft qet h’eyf jê bê hildanê». Û Xudan nîşanek Qayînva danî, wekî k’î ku r’astî wî bê, wî nekuje.
[16] Qayîn ji ber ç’e’vê Xudan r’abû çû welatê Nodê , li alîyê r’ohilata Êdênê û li wir r’ik’inê xwe avîtê û li wir ma.
[17] Pey vê yekêr’a Qayîn nêzîkî jina xwe bû û ew h’emle derk’et, Henox jêr’a bû. Hingê ewî bajarek çê dikir û navê kur’ê xwe Henox danî li ser bajêr.
[18] Paşê Henoxr’a Îrad bû, Îradr’a Mih’ûyaêl bû, Mih’ûyaêlr’a Mitûşayêl bû, Mitûşayêlr’a jî Lamex bû.
[19] Lamex du jin standin, navê yekê E’dah bû û navê ya din jî Sîlah bû.
[20] E’dahê Yaval anî. Eva bavê wan bû, yêd konada diman û şivan-gavantî dikirin.
[21] Navê birê wî Yûval bû. Eva jî bavê wan h’emûya bû, yêd ku çeng û bilûrê dixistin.
[22] Sîlahê jî Tûval-Qayîn anî, eva h’edadê her cûr’e hacetêd sifir û h’esin bû. Xûşka Tûval-Qayîn jî Nahama bû.
[23] Lamex jinêd xwer’a got: «E’dah û Sîlah bibihên dengê min! Jinêd Lamex guhêd xwe bidine vê gotina min. Merivekî ez birîndar kirim, min lêxist kuşt, bona lêdana cahilekî min h’eyf hilda.
[24] Heger h’eyfa Qayîn h’eft qet bê hildanê, h’eyfa Lamex h’eftê h’eft cara wê bê hildanê».
[25] Adem dîsa nêzîkî jina xwe bû, ewê kur’ek anî û navê wî danî Sêt’ . Çimkî ewê got: «Xwedê dewsa Habîl ku Qayîn kuşt, zur’eteke din da min».
[26] Sêt’r’a jî kur’ek bû û navê wî danî Enoş. Hingêda destpêbû ku gazî navê Xudan kin.