Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 10

[1] Ev e serecema r’ik’inyata kur’êd Nuh: Sam, Ham û Yefet. Pey tofanêr’a zar’êd pey wan k’etin.

[2] Kur’êd Yefet: Gomer, Magog, Madayî, Yavan, Tûval, Meşex û Tîras bûn.

[3] Kur’êd Gomer: Aşk’enaz, R’îfat’ û Togarmah bûn.

[4] Kur’êd Yavan: Elîşah, T’arşîş, k’îtîya û r’odanîya bûn.

[5] Cime’têd devê be’ra welatêd xweda, ji van cihê bûne, her kes li gora ziman, berek û miletêd xwe.

[6] Kur’êd Ham: K’ûş, Misir, Pût û Kenan bûn.

[7] Kur’êd K’ûş: Şiba, H’awîla, Sabt’a, R’amah û Sabt’ixa bûn. Kur’êd R’amah: Şêva û Dêdan bûn.

[8] K’ûşr’a usa jî Nemrûd bû. Nemrûd li ser r’ûyê e’rdê p’elehwanê pêşin bû.

[9] Eva li ber Xudan nêç’îrvanekî p’elehwan bû. Lema jî tê gotinê: «Filan kes mîna Nemrûd nêç’îrvanekî p’elehwan e li ber ç’e’vê Xudan».

[10] P’adşatîya Nemrûd welatê Şînarêda, ji Babîlonê, Êrêxê, Ak’adê û K’alnêhda destpêbû.

[11] Nemrûd ji wî welatî destê xwe avîte Aşûrya, Nînewa, R’eh’obot’-Îr û Kalah çêkirin.

[12] R’esenê jî navbera Nînewayê û Kalahêda çêkir. Eva bajarekî mezin bû.

[13] Ji Misir pêşda hatin lûdî, e’namî, lihabî, naft’ûhî,

[14] patrûsî, k’aslûhî (ji van filistînî pêşda hatin) û k’apt’orî.

[15] Kenanr’a nixurîyê wî Sayda û H’ît bûn,

[16] usa jî yebûsî, emorî, gîrgaşî,

[17] h’îwî, erqî, sînî,

[18] arvadî, simarî û hamatî. Pey vanr’a jî berekêd kenanîya bela bûn.

[19] Sînorê kenanî ji Saydayêda destpêdikir, digihîşte Gêrarê h’eta Gazzayê, derbazî Sodomê, Gomorayê, Admayê, Siboyîmê h’eta Leşayê dibû.

[20] Ev in Kur’êd Ham li gora berek, ziman, welat û miletêd xweva.

[21] Birayê Yefetî mezin Samr’a jî, ku bavê t’emamîya zur’eta Eber bû, wîr’a jî zar’ bûn.

[22] Kur’êd Sam: Elam, Aşûr, Arpexşad, Lûd û Aram bûn.

[23] Kur’êd Aram: Ûs, H’ûl, Get’er û Maş bûn.

[24] Arpexşadr’a Şelah bû. Şelahr’a Eber bû.

[25] Eberr’a du kur’ bûn. Navê yekî Pêlêg bû (çimkî r’ojêd wîda r’ûyê e’rdê cihêbûn k’etê). Navê birayê wî jî Yoqtan bû.

[26] Yoqtanr’a Almodad, Şelef, H’esermawet’, Yarah’,

[27] Hadoram, Ûzal, Dîqla,

[28] Obal, Abîmaêl, Şiba,

[29] Ofîr, H’awîla û Yovav bûn. Ev h’emû kur’êd Yoqtan bûn.

[30] Evana ji Mêşayêda girtî, h’eta Sifarê li ç’îyayêd r’ohilatêda cî-war bûn.

[31] Ev in kur’êd Sam li gora berek û zimanêd xwe, welatêd xwe û miletêd xweva.

[32] Ev in berekêd kur’êd Nuh, li gora r’ik’inyatêd xwe û miletêd xweva. Ji van pey tofanêr’a, li ser r’ûyê e’rdê, milet bela bûn.

Destpêbûn — Chapters