Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 11

[1] Zimanê t’emamîya dinyayê yek bû û xeberdan jî yek bû.

[2] Gava ku k’oç’ dikirin ji r’ohilatê diçûn, e’rdê Şînarêda deştek dîtin û li wir cî-war bûn.

[3] Paşê hevdur’a gotin: «Werin, em k’elpîç’a çêkin û em wan agirda biqelînin». Û bona wan k’elpîç’ dewsa kevira bûn û qîr jî dewsa h’er’îyê bû.

[4] Hingê gotin: «Werin em bona xwe bajarekî û bilindcîkê çêkin, ku serî bigihîje e’zmên û em xwer’a navekî qazinc kin, ku nebe em li ser t’emamîya t’opa dinê bela bin».

[5] Û Xudan peya bû, ku dîna xwe bide wî bajarî û bilindcîyê, k’îjan ku zar’êd merivayê çêdikirin.

[6] Hingê Xudan got: «Va ye, evana miletek in û zimanê h’emûya jî yek e. Evana destpêkirine çêdikin û bona van neçetin e çi ku şêwirîne bikin.

[7] Werin em peya bin û zimanê wan li wir t’evîhev kin, ku yek zimanê yekî fe’m neke».

[8] Û Xudan ew ji wir li ser t’emamîya t’opa dinê bela kirin. Wana dest ji bajêr çêkirinê k’işandin.

[9] Lema jî wî cîyîr’a gotin «Babîlon » çimkî li wir Xudan zimanê t’emamîya t’opa dinê t’evîhev kir. Û Xudan ew ji wir li ser t’emamîya t’opa dinê bela kirin.

[10] Ev e serecema r’ik’inyata Sam. Du sala pey tofanêr’a, Sam sedsalî bû, ku Arpexşad jêr’a bû.

[11] Sam pey bûyîna Arpexşadr’a, pênsid salî jî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.

[12] Arpexşad bû sî pênc salî Şelah jêr’a bû.

[13] Arpexşad pey bûyîna Şelahr’a, çarsid sê salî jî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.

[14] Şelah bû sî salî, Eber jêr’a bû.

[15] Şelah pey bûyîna Eberr’a, çarsid sê salî jî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.

[16] Eber bû sî û çar salî, Pêlêg jêr’a bû.

[17] Eber Pey bûyîna Pêlêgr’a, çarsid sî salî jî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.

[18] Pêlêg bû sî salî, R’êwo jêr’a bû.

[19] Pêlêg pey bûyîna R’êwor’a, dusid nehe salî jî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.

[20] R’êwo bû sî û du salî, Serûx jêr’a bû.

[21] R’êwo pey bûyîna Serûxr’a, dusid h’eftê salî jî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.

[22] Serûx bû sî salî, Nehor jêr’a bû.

[23] Serûx pey bûyîna Nehorr’a, dusid salî jî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.

[24] Nehor bû bîst nehe salî, Têrah jêr’a bû.

[25] Nehor pey bûyîna Têrahr’a, sed nozdeh salî jî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.

[26] Têrah bû h’eftê salî, Abram, Nehor û Haran jêr’a bûn.

[27] Ev e serecema r’ik’inyata Têrah. Têrahr’a Abram, Nehor û Haran bûn. Haranr’a jî Lût bû.

[28] Haran li welatê ku ji dîya xwe bibû, bajarê Ûra k’ildanîyada, berî bavê xwe Têrah mir.

[29] Abram û Nehor zewicîn jin standin. Navê jina Abram Sarayî bû û navê jina Nehor Mîlk’a bû. Mîlka û Îsk’a qîzêd Haran bûn.

[30] Sarayî bêber bû û zar’ nedanîn.

[31] Têrah kur’ê xwe Abram, nevîyê xwe Lûtê kur’ê Haran û bûka xwe Sarayîya jina kur’ê xwe Abram hildan, r’abûn ji bajarê Ûra k’ildanîya çûne berbi welatê kenanîya, ew gihîştine H’aranê û li wir cî-war bûn.

[32] Têrah dusid pênc salî e’mir kir û Têrah H’aranêda mir.

Destpêbûn — Chapters