[1] Serayê sed bîst h’eft salî e’mir kir, e’mirê Serayê haqas sal bûn.
[2] Sera li welatê Kenanê, Qîryat-Arbayêda, awa gotî li Hêbronê, mir. Birahîm hat ser Serayê girîya û şîna wê kir.
[3] Birahîm ji mirîya xwe dûr k’et, t’evî zar’êd h’îtîya xeberda û got:
[4] «Ez nava weda yekî r’êwî û xerîb im, niha milk’ekî bona mexber bidine min, wekî ez mirîya xwe ji ber ç’e’vê xwe defin kim».
[5] Hingê zar’êd h’îtîya li Birahîm veger’andin û gotinê:
[6] «Xweyê me, guh bide me, tu mîrekî Xwedêyî nava meda, tu dikarî mirîya xwe nava mexberêd meda, cîyê herî qencda defin kî. Bona definkirina mirîya xwe, ji me t’u kesê mexberê xwe na-na nake».
[7] Birahîm r’abû xwe li ber cime’ta wî welatî, zar’êd h’îtîya ta kir
[8] û wanr’a got: «Heger hûn dixwazin, ku ez mirîya xwe ji ber ç’e’vê xwe defin kim, ku usa ye bibihên û bona min Efronê kur’ê Soxarr’a xeberdin bêjinê,
[9] wekî ew şkefta Maxpêlayêye serê e’rdê xwe, çawa milk’ li ber we çi hêja be, bona mexber bifiroşe min».
[10] Efron jî ku nava zar’êd h’îtîya r’ûniştibû. Hingê Efronê h’îtî bi deng li ber zar’êd h’îtîya, awa gotî li ber h’emûyêd ku dergehva dik’etine hindur’, li Birahîm veger’and û got:
[11] «Na, xweyê min, bibihê ez çi dibêjim: Ezê e’rdê jî bidime te, şkefta fêza wêda jî. Ezê li ber ç’e’vê zar’êd miletê xwe bidime te, mirîya xwe li wê derê defin ke».
[12] Dîsa Birahîm xwe li ber cime’ta wî welatî ta kir
[13] û bi deng li ber cime’ta wî welatî, Efronr’a xeberda û gotê: «Heger tê t’evî min qayl bî, ez heqê e’rdê te bidime te, tu ji destê min bigire, ku ez mirîya xwe li wir defin kim».
[14] Efron li Birahîm veger’and û got:
[15] «Xweyê min! K’erema xwe bibihê: Ew e’rd bi xwe hêjayî çarsid şêkil zîvî ye, nava min û teda met’a wê çî ye? Mirîya xwe defin ke».
[16] Birahîm gotina Efron qebûl kir û Birahîm haqas zîv k’işand da Efron, çiqas ku wî li ber zar’êd h’îtîya gotibû, çarsid şêkil zîv, ku ev bû qîmetê nava t’ucaretîyêda.
[17] Bi vî awayî e’rdê Efronî, Maxpêlada, pêşberî Mamrê, ew e’rd, şkefta têda û h’emû darêd nava wî e’rdîda,
[18] li ber ç’e’vê zar’êd h’îtîya û li ber h’emûyêd ku dergehva dik’etine hindur’ê bajêr, bû milk’ê Birahîm.
[19] Pey vê yekêr’a Birahîm jina xwe Serayî şkefta e’rdê Maxpêlayêda defin kir. Eva e’rda li welatê Kenanêda pêşberî Mamrê bû (awa gotî li Hêbronê).
[20] Ji zar’êd h’îtîya ev e’rd û şkefta têda, çawa milk’ê bona gor’istan, aha gihîşte Birahîm.