Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 34

[1] Dîna, qîza Lêayê bû, ku Aqûbr’a anî bû, ew derk’et ku qîzêd wî welatî bibîne.

[2] Şixemê kur’ê Hamorê h’îwî, axê wî welatî ew dît, dest avîte wê û bi destê zorê ew r’ûr’eş kir.

[3] Dilê wî k’ete qîza Aqûb Dînayê, bi dil û can ew begem kir û dilê wêr’a xeberda.

[4] Şixem gote Hamorê bavê xwe: «Vê qîzikê minr’a bixwaze».

[5] Aqûb bihîst ku ewî qîza wî Dîna r’ûr’eş kirîye, lê çimkî kur’êd wî çolê li ber kerîya bûn, qet deng nekir h’eta ku ew hatin.

[6] Hamorê bavê Şixem, çû Aqûbr’a ku xeber de.

[7] Kur’êd Aqûb gava bihîstin ew jî ji çolê hatin, bîna xwe teng kirin û gelekî hêrs k’etin. Çimkî evî namûsa Îsraêlêr’a lîst, wekî dest avîte qîza Aqûb. Ewî tiştekî nebûyî kir.

[8] Hamor wanar’a k’ete xeberdanê û got: «Dilê kur’ê min Şixem k’etîye qîza we, hîvî dikim, ewê bidine wî.

[9] Bibine xizimê me. Qîzêd xwe bidine me, qîzêd me jî xwer’a bibin.

[10] T’evî me bimînin, ev welatê ber we be, navda bimînin, t’ucaretîyê bikin, navda xwer’a xiznê qazinc kin».

[11] Şixem gote bav û birayêd keç’ikê: «Bira ez li ber ç’e’vê we k’eremê bibînim, hûn çi ji min bixwazin, ezê bidim.

[12] Qelen û xelatêd giran bikine ser stûyê min, devê we çi bixwaze jî ezê bidim, t’enê wê qîzê bidine min».

[13] Ewî ku xûşka wan Dîna r’ûr’eş kiribû, kur’êd Aqûb bi h’ilek’arî caba Şixem û bavê wî Hamor dan

[14] û gotine wan: «Em nikarin vê yekê bikin, ku xûşka xwe bidine yekî nesinet. Eva mer’a qareke giran e.

[15] Lê belê emê t’enê bi vî şertî t’evî we qayl bin, heger hûn bibine mîna me, ji we her qisimê mêr bê sinetkirinê,

[16] hingê emê qîzêd xwe bidine we û qîzêd we jî xwer’a bînin, emê t’evî we bimînin û bibine cime’tek.

[17] Lê heger hûn guhdarîya me nekin, neyêne sinetkirinê, emê qîza xwe hildin û her’in».

[18] Ev gotina wan li Hamor û kur’ê wî Şixem xweş hat.

[19] Ewî xortî ev yek derengî neêxist, çimkî ewî gelekî qîza Aqûb begem kiribû. Ew mala bavê xweda, yê herî xweyîqedir bû.

[20] Hamor, kur’ê xwe Şixemva hatine li ber dergehê bajarê xwe, t’evî mêrêd bajêr xeberdan û gotin:

[21] «Ev merivana mer’a dostîyê dikin, awa bira welêtda bimînin, t’ucaretîyê têda bikin, va ye welatî li ber wan mezin e. Werin em qîzêd wan xwer’a bînin, qîzêd xwe jî bidine wan.

[22] Lê t’enê ew vî şertîda t’evî me qayl in bimînin û bibine cime’tek, heger ji me her qisimê mêr bê sinetkirinê, çawa ku ew têne sinetkirinê.

[23] Gelo kerîyêd wan, hebûka wan, h’emû h’eywanêd wan wê nebine yêd me? T’enê dimîne ku em wanr’a qayl bin, ewê t’evî me bimînin».

[24] H’emûyêd ku ji dergehê bajarê wîva derdik’etin, guhdarîya Hamor û kur’ê wî Şixem kirin û h’emû zar’êd nêrîn ku ji dergehê bajarê wîva derdik’etin, hatine sinetkirinê.

[25] R’oja sisîya, gava ewe hê êşêda bûn, du kur’êd Aqûb, birêd Dînayê, Şimh’ûn û Lêwî, her yekî şûrê xwe hilda û k’etine bajêr, t’u kes dernek’ete pêşîya wan, h’emû zar’êd nêrîn kuştin.

[26] Hamor û kur’ê wî Şixem avîtine li ber devê şûra kuştin, ji mala Şixem Dîna hildan û derk’etin.

[27] Kur’êd Aqûb ser kuştîyada veger’îyan, bajar t’alan kirin, bona ku xûşka wan r’ûr’eş kiribûn.

[28] R’ahiştine pez û dewarêd wan, k’er û her tiştêd wane ku li bajêr û zevîyada hebû birin.

[29] H’emû hebûka wan, zar’ û jinêd wan hêsîr hildan û her tiştêd malada t’alan kirin.

[30] Aqûb Şimh’ûn û Lêwîr’a got: «We ez li ber ç’e’vê binelîyêd kenanîya û pirîzzî ya avîtim, ev bela anî serê min. Merivêd min hindik in, wê t’opî ser min bin û min xin, ezê mala xweva dest û p’îya her’im».

[31] Wana got: «Lê cayîz bû ku mîna qavekê anîne serê xûşka me?»

Destpêbûn — Chapters