Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 42

[1] Aqûb bihîst ku li Misirê genim heye û Aqûb gote kur’êd xwe: «Hûn çi ç’e’vê hev dinihêr’in?»

[2] Gote wan: «Awa min bihîstîye ku li Misirê genim heye, berjêrî li wir bin û ji wir mer’a bik’ir’in, ku em bijîn nemirin».

[3] Dehe birayêd Ûsiv berjêr çûne Misirê, ku genim bik’ir’in.

[4] Lê Aqûb birayê Ûsiv Binyamîn, t’evî birayêd wî ne şand, digot: «Belkî qezîk bê serê wî».

[5] Kur’êd Îsraêl hatibûn genim bik’ir’in, t’evî yêd mayîne hatî, çimkî li welatê Kenanêda xelayî bû.

[6] Ûsiv xwexa serwêrê wî welatî bû. Ewî xwexa jî xurek difirote t’emamîya cime’ta welêt. Birayêd Ûsiv hatin û li ber wî dever’ûya çûne e’rdê.

[7] Ûsiv birayêd xwe ku dîtin ewî ew nas kirin. Lê xwe usa da k’ifşê yanê ew wan nas nake, t’evî wan hêrs xeberda û gote wan: «Hûn ji k’u hatine?» Wana got: «Em ji welatê Kenanê bona xurek k’ir’înê hatine».

[8] Ûsiv birayêd xwe nas kirin, lê wana ew nas nekirin.

[9] Hingê Ûsiv ew xewnêd ku li ser wan dîtibûn bîr anîn û gote wan: «Hûn ce’sûs in, hûn hatine ku cîkî sistîya vî welatî bibînin».

[10] Wana gote wî: «Na xweyê me, xulamêd te hatine ku xurek bik’ir’in».

[11] Em h’emû kur’êd bavekî ne, em merivne şîrh’elal in, xulamêd te ne ce’sûs in.

[12] Ewî gote wan: «Na, hûn hatine ku cîkî sistîya welêt bibînin».

[13] Wana got: «Em xulamêd te, donzdeh bira ne, welatê Kenanêda kur’êd bavekî ne, yê biç’ûk niha li cem bavê me ye, lê yek jî îdî t’une».

[14] Ûsiv gote wan: «Hema ev e ku min gote we: ‹Hûn ce’sûs in!›

[15] Hûnê bi vê yekê bêne cêr’ibandin: Ez serê Firewin kim, hûn ji vir dernak’evin h’eta ku birayê weyî biç’ûk neyê vê derê.

[16] Ji nav xweda yekî bişînin, bira her’e birayê we bîne, lê hûnê girtî bin, ku aha gotinêd we bêne cêr’ibandinê, wanda r’astî heye yan na. Lê heger na. Ez serê Firewin kim: ‹Hûn ce’sûs in!›»

[17] Sê r’oja ew avîtine girtîxana kelê.

[18] R’oja sisîya Ûsiv gote wan: «Aha bikin ku hûn sax bimînin, çimkî ez ji Xwedê ditirsim.

[19] Heger hûn merivne şîrh’elal in, bira ji birayêd we yek vê mala ku hûn têda girtî ne, bimîne, lê yêd mayîn genim xelaya mala xwer’a bigihînin,

[20] birayê xweyî biç’ûk jî minr’a bînin, wekî gotina we r’ast derê û hûn nemirin». Wana usa jî kir.

[21] Û hingê hevr’a gotin: «Bi r’astî em hindava birayê xweda gunek’ar in, çimkî me te’lî-tengîya wî dît, gava li ber me lava-dîlek dikir, lê me guh nedayê, lema jî ev te’lî-tengî tê serê me».

[22] R’ûbên li wan veger’and û got: «Min wer’a nedigot: ‹Hindava kur’ikda guna nekin?› Lê we gur’a min nekir, niha xûna wî ji me tê xwestinê».

[23] Wana nizanebûn, ku Ûsiv wan fe’m dike, çimkî pê t’ercimekir wanr’a xeber dida.

[24] Ûsiv ji wan dûr k’et, girîya. Dîsa li ser wanda veger’îya, t’evî wan xeberda û ji nava wanda Şimh’ûn girt, li ber ç’e’vê wan ew girêda.

[25] Ûsiv ferman kir, ku barêd wan genim dagirin, û p’erê wan her kesî têkine t’êr’êd wan, nanê r’ê jî wanr’a daynin. Usa jî hate kirinê.

[26] Wana genimê xwe li k’erêd xwe bar kirin û ji wir çûn.

[27] K’arvanserêda yekî ji wan t’êr’a xwe vekir, ku kayê bide k’erê xwe, dîna xwe dayê va ye p’erê wî li ser devê t’êr’ê ye.

[28] Û ewî gote birayêd xwe: «P’erê min li min veger’andine, va ye ew vir t’êr’a min daye». Hingê dilê wan nava wanda r’icifî û bi tirs hevr’a gotin: «Xwedê ev çi anî li serê me?»

[29] Ew hatine welatê Kenanê, cem bavê xwe Aqûb û her tiştê ku hatibû li serê wan, t’ev gilîkirin û gotinê:

[30] «Meriv ku xweyê wî welatî ye mer’a h’işk xeberda, em danîne dewsa ce’sûsêd welêt.

[31] Me wîr’a got: ‹Em merivne şîrh’elal in, em ne ce’sûs in.

[32] Em donzdeh birane, kur’êd bavekî ne, lê yek jî îdî t’une, lê yê biç’ûk niha li welatê Kenanê cem bavê me ye›.

[33] Wî merivê xweyê wî welatî mer’a got: ‹Ezê bi vê yekê bizanibim ku hûn merivne şîrh’elal in, birakî xwe cem min bihêlin, lê hûn bona xelaya mala xwe, xurek hildin her’in.

[34] Lê birayê xweyî biç’ûk minr’a bînin, wekî ez bizanibim, ku hûn ne ce’sûs in, lê merivne şîrh’elal in, ezê birayê we bidime we, hûnê jî bikaribin vî welatîda t’ucaretîyê bikin›».

[35] Gava wana t’êr’êd xwe vala dikirin, dîna xwe danê wê k’îsikê p’erê wan her kesî jî t’êr’êd wanda ne. Wan û bavêd xweva, gava ew k’îsikêd p’erêd xwe dîtin, tirsîyan.

[36] Hingê bavê wan, Aqûb gote wan: «We destê min ji kur’êd min kirin, Ûsiv t’une, Şimh’ûn t’une û Binyamîn jî dixwazin ji min bistînin, ev h’emû tê serê min!»

[37] R’ûbên bavê xwer’a xeberda û got: «Heger ez wî neynim nedime te, tu van her du kur’êd min bikuje, k’a ewî bide destê min û ezê wî paşda bînim bidime te».

[38] Lê Aqûb got: «Kur’ê minê t’evî we berjêr nayê, çimkî birayê wî mirîye û ew t’enê maye, heger wê r’îya ku hûn têda diçin qezîk bê serê wî, hingê hûnê p’or’ê minî sipî, bi k’eder bikine Dîyarê Mirîya».

Destpêbûn — Chapters