[1] Birahîm îdî kal bibû û r’ojêd xwe derbaz kiribûn. Xudan her alîyada ser Birahîmda barandibû.
[2] Hingê Birahîm gote xulamê mala xwedayî mezin, ku wek’îlê h’emû hebûka wî bû: «Hîvî dikim, destê xwe bike li bin r’e’nê hêta min ,
[3] ez te bi Xudan didime sondê, ku Xwedêyê e’rdê û Xwedêyê e’zmên e, wekî tê kur’ê minr’a ji qîzêd kenanîya nexwezî, nava k’îjanada ez dimînim.
[4] Lê her’î welatê min, ji nava pismamtîya min qîzekê kur’ê min Îshaqr’a bînî».
[5] Xulam gotê: «Belkî qîzik naxwaze li pey min bê vî welatî, tu dixwazî ku ez kur’ê te veger’înime wî welatê ku tu jê derk’etî?»
[6] Birahîm gote wî: «H’evza xwe bikî ku kur’ê min veneger’înî wir.
[7] Xudan, Xwedêyê e’zmên, yê ku ez ji mala bavê min û ji wî welatê ez têda bibûm derxist im û t’evî min xeberda û minr’a sond xwar got: Ezê vî welatî bidime zur’eta te, ewê milyak’etê xwe pêşîya teva bişîne û tê ji wir qîzê kur’ê minr’a bînî.
[8] Lê heger qîzik naxwaze ku li pey te bê, tu ji vê sonda min aza yî, t’enê kur’ê min veneger’înî wir».
[9] Hingê xulam destê xwe kire bin r’e’nê hêta axayê xwe Birahîm û ji ber wê yekêva sond xwar.
[10] Xulêm ji deveyêd axê xwe dehe deve bar kirin. Çimkî h’emû xêr-xizna axayê wî destê wîda bû. Ew r’abû çû Aram-Naharaîmê , wî bajarê ku Nehor dima.
[11] Ewî berê êvarê, wî wextê ku qîz û bûk derdik’etin av dik’işandin, deve ji bajêr der ber bîrekê dane mexelê,
[12] û got: «Ya Xudan, Xwedêyê axayê min Birahîm! Ez r’eca dikim, tê îro r’îya min r’ast kî, axayê min Birahîmr’a h’uba xweye amin bide k’ifşê.
[13] Ezê va li ser kanîya avê bisekinim û qîz-bûkêd binelîyêd vî bajarî wê bêne avê,
[14] ez k’îjan qîzêr’a bêjim: K’erema xwe, cêr’ê xwe dayne ez avê vexwim û gava ew bêje: K’erem ke vexwe û ez deveyêd te jî avdim, bira hema ew jî bibe ew qîza ku te bona xulamê xwe Îshaq k’ifşkirî ye. Û bi vê yekê ez bizanibim, ku te axayê minr’a h’uba xweye amin da k’ifşê».
[15] Ewî hela hê xeberdana xwe k’uta nekiribû, R’êvêka qîza Bet’ûêlê kur’ê Mîlk’a jina Nehorê birayê Birahîm cêr’ li ser mila hat.
[16] Qîzik yeke gelekî bedew û bik’ir bû, destê mêra hê lê nek’etibû. Ewa berjêrî ser kanîyê bû, cêr’ê xwe dagirt û hevraz hilk’işîya.
[17] Xulam bi lez çû pêşîya wê û gotê: «K’erema xwe, avekê ji cêr’ê xwe nadî ez vexwim?»
[18] Ewê got: «Vexwe, xweyê min». Û leze-lez cêr’ ji ser milê xwe danî û dayê ku vexwe.
[19] Gava ewî av t’êr vexwar, keç’ikê gotê: «Ez avê deveyêd ter’a jî bik’işînim, wan jî t’êr avdim».
[20] Û pêr’a-pêr’a ava cêr’da valayî k’ur’n kir, dîsa bezî çû ji bîrê avê bik’işîne, ewê bona h’emû deveyêd wî av k’işand.
[21] Ev meriva li ser wê e’cêbmayî mabû, qet deng nedikir, difikirî digot: gelo r’ast Xudan r’îya wî r’ast kirîye, yan na.
[22] Û gava h’emû deva ava xwe vexwarin, hingê wî merivî qerefîleke zêr’îne giranîya nîv şêkilî û du bazinêd zêr’îne giranîya dehe şêkilî* bona zendê wê dane wê
[23] û jê pirsî: «Bi k’erema xwe beje, tu qîza k’ê yî? Gelo mala bavê teda cî heye, ku em şeva xwe derbaz kin?»
[24] Ewê gote wî: «Ez qîza Bet’ûêlê kur’ê Mîlk’aya jina Nehor im».
[25] Usa jî gotê: «Şikir ka û gîhayê me gelek e û cîyê şevmayîna we jî heye».
[26] Hingê ew meriva dever’ûya çû û şikirî da Xudan
[27] û got: «Şikir ji Xudan, Xwedêyê Birahîmê axayê min, ku ewî t’êla axayê min ji h’ub û aminîya xwe nebir’î! Gava ezî r’êda bûm, Xudan berê min da mala birayêd axayê min».
[28] Qîzik r’evî çû û ev yeka mala dîya xweda gilî kir.
[29] Birakî R’êvêkayê hebû navê wî Laban. Laban xwe li kanîyê girt, bezî çû cem wî merivî,
[30] çimkî ewî qerefîl û ew bazinêd destêd xûşka xweda dîtibûn, usa jî ew gilîkirina xûşka xwe R’êvêkayê bihîstibû ku gotibû: Ewî merivî t’evî min aha xeber daye, xwe wî merivîr’a gîhand. Dîna xwe dayê va ye ew deveyêd xweva wê hê li ser kanîyê ye.
[31] Û gote wî: «K’erem ke were, bimbarekê Xudan! Tu çima li derva sekinî yî? Min bona te mal hazir kirîye û cî jî bona deveyêd te».
[32] Ew meriva çû hindur’, Laban barê deva danîn, ka û gîha kire ber wan, av jî da ku nigêd wî û yêd t’evî wî bêne şûştin.
[33] Paşê nan danîn li ber wî, lê ewî got: «H’eta ez nêt-meremê xwe gilî nekim, ez nên naxwim». Gotinê: «K’erem ke bêje».
[34] Hingê ewî got: «Ez xulamê Birahîm im.
[35] Xudan gelekî li ser axayê minda barandî ye, ew bûye yekî dewlemend, Xudan gelek pez û dewar, zêr’ û zîv, xulam û carî, deve û k’er dane wî.
[36] Seraya jina axayê min, pîrtîya xweda axayê minr’a kur’ek anî, ewî h’emû hebûka xwe da wî kur’î.
[37] Axayê min ez dame sondê got: Nebî-nebî ku tu ji qîzêd kenanîya, welatê k’îjanada ez dimînim kur’ê minr’a bixwazî.
[38] Lê her’î nava olk’a mala bavê min û pismamêd min, qîzê kur’ê minr’a bixwazî.
[39] Hingê min gote axayê xwe: Belkî qîzik nexwaze t’evî min bê
[40] Ewî gote min: Ew Xudanê li ber ç’e’vê k’îjanî ku ez r’îya wîda r’ast diçim, wê milyak’etê xwe t’evî te r’ê dayne û ewê r’îya te r’ast ke, tê kur’ê minr’a ji nava pismamtîya min û olk’a mala bavê min qîzê bixwazî,
[41] wî çaxî tê ji wî sondê ku min tu dayî sondê aza bî, lê gava tu her’î nava pismamtîya min û ew qîzê nedine te, tu îdî ji wî sondê xwe aza yî.
[42] Ez îro hatime li ser kanîyê û min got: Ya Xudan, Xwedêyê axayê min Birahîmê! Heger ev r’îya ku ez niha têda diçim tu r’ast dikî,
[43] ezê va li ser kanîya avê bisekinim û gava qîzek bê avê bik’işîne û ez wêr’a bêjim: «K’erema xwe, ji wî cêr’ê xwe hinek av bide ez vexwim»,
[44] û k’îjan ku bêje: «Tu vexwe û ez avê deveyêd ter’a jî bik’işînim», bira hema ew jî bibe ew qîza ku Xudan bona kur’ê axayê min k’ifş kirîye.
[45] Xeberdan hê devê minda bû, nişkêva R’êvêka cêr’ li ser mila hat, berjêr çû kanîyê av k’işand, hingê min gotê: K’erema xwe avekê nadî min?
[46] Ewê leze-lez cêr’ ji ser milê xwe danî û got: Vexwe û ez deveyê te jî avdim, awa min vexwar û ewê deveyêd min jî avdan.
[47] Hingê min jê pirsî: Tu qîza k’ê yî? Ewê got: Ez qîza Bet’ûêlê kur’ê Mîlk’a jina Nehor im, min derxist qerefîl kire poza û bazin jî kirine desta.
[48] Wî çaxî ez ta bûm û dever’ûya çûm ber Xudan, şikirî da Xudan Xwedêyê axayê xwe Birahîm, wekî r’îya min r’ast kir, ku ez nebîya birayê axayê xwe kur’ê wîr’a bixwazim.
[49] Niha minr’a bêjin: Temê we heye ku hûn h’ub û aminîyê axayê minr’a bidine k’ifşê, yan na? Heger na, minr’a bêjin ku ez yan r’ast her’im, yan jî ç’ep».
[50] Laban û Bet’ûêl lê veger’andin û gotinê: «Ev yek ji Xudan e, em ne qenc dikarin bêjin, ne xirab.
[51] Va ye R’êvêka li ber te ye, r’abe hilde û her’e, bira weke gotina Xudan, ew bibe jina kur’ê axayê te».
[52] Gava xulamê Birahîm xeberdana wan bihîst, h’eta e’rdê dever’ûya çû, serê xwe li ber Xudan danî.
[53] Paşê xulêm xişirêd zêr’, zîv û k’inc derxistin dane R’êvêkayê, xelatêd qîmete biha jî dane birê û dîya wê.
[54] Hingê xulêm t’evî wan merivêd ku pêr’a hatibûn, xwarin vexwarin û şeva xwe li wir derbaz kirin. Sibehê zû r’abûn, xulêm got: «Min ver’êkine cem axayê min».
[55] Birê û dîya keç’ikê gotinê: «Bira keç’ik çendekî, hema dehe r’oja li cem me bimîne, paşê her’in».
[56] Lê xulêm gote wan: «Min derengî neêxin, Xudan ku r’îya min r’ast kirîye, bihêlin ez her’im bigihîjime axayê xwe».
[57] Wana got: «Em gazî keç’ikê kin û xebera devê wê bizanibin».
[58] Hingê gazî R’êvêkayê kirin û gotinê: «Tê t’evî vî merivî her’î?» Ewê got: «Belê».
[59] Evana xûşka xwe R’êvêka, xweykirîya wê, xulamê Birahîm û merivêd wî ver’êkirin.
[60] Dua li R’êvêkayê kirin û gotinê: «Xûşka me, tu bibî dîya h’ezar-h’ezara û zur’eta te bajarêd neyarêd xwe zeftî xwe kin».
[61] R’êvêka û carîyêd wê r’abûn, li deva sîyar bûn û li pey wî merivî çûn. Xulêm R’êvêka hilda û çû.
[62] Îshaq ji Bîr-Lahay-Roî veger’îyabû dihat, çimkî ew li Necefê dima.
[63] Îshaq berê êvarê derk’etibû çolê k’etibû nava mitala, serê xwe bilind kir, dîna xwe dayê, va ye deve tên.
[64] R’êvêkayê ku serê xwe bilind kir Îshaq dît, ji devê peya bû.
[65] Û ji xulêm pirsî: «Ew merivê deştêdayî ku ber bi me tê, ew k’î ye?» Xulêm gotê: «Axayê min e» Û ewê xêlîya xwe hilda avîte li ser xwe.
[66] Xulêm her tiştêd ku wî kiribûn Îshaqr’a gilî kirin.
[67] Îshaq R’êvêka bire konê dîya xwe Serayê, ew stand û ew bû kevanîya wî. Ewî ew h’iz kir. Û baristanî k’ete dila, li pey mirina dîya wîr’a.