Destpêbûn 3
[1] Ji nava wan h’emû terewilêd çolêye ku Xudan Xwedê e’firandibûn, yê herî h’ilek’ar me’r bû. Ewî gote jinê: «R’astî Xwedê gotîye wekî ji h’emû darêd baxçe gerekê nexwin?»
[2] K’ulfetê gote me’r: «Ji berêd darêd baxçe em dikarin bixwin.
[3] Lê ji berê wê dara ku nava baxçeda ye, Xwedê got nexwin û dest nedinê, wekî hûn nemirin».
[4] Me’r gote k’ulfetê: «Na, hûn t’u car namirin,
[5] lê Xwedê zane, wê r’oja gava hûn ji wê bixwin, ç’e’vêd weyê vebin û bibine mîna Xwedê, qencî û xirabîyê ji hev derxin».
[6] Û k’ulfetê dîna xwe dayê wekî berê darê baş bû bona xwarinê, berbiç’e’ve h’ewask’ar û dilhavijî bû bona zanebûnê, dest avîte berê wê xwar û da mêrê t’evî xwe, ewî jî xwar.
[7] Hingê ç’e’vêd wan vebûn, xwe derxistin ku ewe te’zî ne, belgêd hêjîrê dirûtin û pê xwe sit’ar kirin.
[8] Hênikaya r’ojêda, gava wan dengê Xudan Xwedê baxçeda ku diger’îya bihîstin, mêr û jinêva xwe ji ber ç’e’vê Xudan Xwedê, nava darêd baxçeda veşartin.
[9] Xudan Xwedê deng da mêr û got: «Tu k’u yî?»
[10] Ewî got: «Min dengê te baxçeda bihîst tirsîyam û xwe veşart, çimkî ez te’zî bûm».
[11] Hingê Xwedê gotê: «K’ê derheqa te’zîbûna teda ter’a got? Gelo te ji wê darê xwar, ya ku min t’emî dabû te ku nexwî?»
[12] Mêr got: «Ew jina ku te da min, ewê ji wê darê da min, min jî xwar».
[13] Xudan Xwedê gote k’ulfetê: «Te çima ev yek kirîye?» K’ulfetê got: «Me’r ez xapandim û min xwar».
[14] Hingê Xudan Xwedê gote me’r: «Bona vê kirina ku te kir, ji nava h’emû h’eywanêd k’edî û h’emû terewilêd çolê nifir’ li ser te be, li ser zikê xwe bik’işî û t’emamîya e’mirê xweda xurê te ax-xwelî be.
[15] Ezê nava te û k’ulfetê, nava zur’eta te û zur’eta wêda dijminatîyê daynim, ewê serê te bih’incir’îne û tê jî pe’nîya wê bigezî».
[16] K’ulfetêr’a jî got: «Ezê êşa h’emlebûna te gelekî li te zêde kim, bi êşê zar’a bînî, ç’e’vê te li destê mêrê te be û ew jî h’ukumê li ser te bike».
[17] Paşê Xwedê gote mêr: «Te ku gur’a jina xwe kir, ji wê dara ku min t’emî dabû, ku te nexwî, xwar, r’ûyê teda nifir’ li e’rdê biqebile, t’emamîya r’ojêd e’mirê xweda bi te’lî-tengîyê nanê xwe bixwî».
[18] E’rd jî ter’a stirîya û dir’îya bigihîne û p’incar’a çolê bixwî,
[19] bi xûdana e’nîya xwe nanê xwe bixwî, h’eta ku tu veger’î li wî e’rdî ji k’u hatî hildanê, çimkî tu ax î û tê dîsa bibî ax.
[20] Mêr, awa gotî Adem , navê jina xwe danî Hêwa , çimkî ewa bû dîya h’emû bînberî.
[21] Û Xudan Xwedê Adem û jinêr’a k’incêd ç’ermîn çêkirin û li wan kirin.
[22] Hingê Xudan Xwedê got: «Va ye, meriv bû mîna ji me yekî, qencî û xirabîyê ji hev derdixe. Lê niha nebe ku ew destê xwe dirêjî dara jîyînê ke jî û h’eta-h’etayê bijî».
[23] Pey vê yekêr’a Xudan Xwedê ew ji baxçê Êdênê derxist, wekî wî e’rdî bêcer ke, ji k’îjanî ku hatibû hildanê.
[24] Berî meriv da derxist û ji alîyê r’ohilata baxçê Êdênêva, xêrûb û şûrê agirîyî ku her alîyava divir’vir’î danîn, wekî r’îya dara jîyînê xwey kin.