[1] Pey van yekar’a, xebera Xudan dîtinokêda Abramr’a hat û got: «Netirse, Abram, ez ji ter’a mert’al im, xelata teyê gelekî mezin be».
[2] Hingê Abram got: «Ya Xwey Xudan! Tê çi bidî min? Ezî va bê zur’et mame, serwêrê mala min Êlîyazêrê Şamê ye».
[3] Abram dîsa got: «Te ku zur’et neda min, va ye xulamê mala minda bûyî wê dewsa warê min bigire».
[4] Û awa xebera Xudan hate wî û got: «Ew dewsa warê te nagire, lê yê ku wê ji bedena te bibe, ewê bibe warê te».
[5] Hingê Xudan ew derxiste derva û gotê: «Niha dîna xwe bide e’zmên û steyrka bijmire, heger dikarî bijmirî. Û gotê: Zur’eta teyê jî wê haqasa be».
[6] Abram bawerîya xwe Xudan anî û wî ew yek jêr’a r’astî h’esab kir.
[7] Xudan dîsa gotê: «Ez im ew Xudanê ku tu ji Ûra k’ildanîya derxistî, ku vî welatî çawa cî-war bidime te».
[8] Abram got: «Ya Xwey Xudan! Ezê çawa zanibim, ku ezê vî welatî çawa cî-war bistînim?»
[9] Xudan gotê: «Bona min nogineke sê salî, bizineke sê salî, beranekî sê salî, fatimokekê û kevotkeke fir’ak’etî bîne».
[10] Abram ev h’emû jêr’a anîn û ew nîvîda kirine du qetî û her kerîkî wan dane li ber kerîyê wan, lê teyrede qet nekirin.
[11] P’er’anîya teyreda xwe dida li ser wan cendeka, lê Abram berî wan dida.
[12] Gava r’o çû ava, xeweke k’ûr k’ete ç’e’vê Abram û awa saweke şever’eşaye te’rî k’ete ser wî.
[13] Hingê Xudan gote Abram: «Tu r’ind zanibe, ku zur’eta teyê welatekîda bik’eve xerîbîyê û wê xulamtîyê wanr’a bikin, çarsid salî ewê wan bidine cefê,
[14] lê dîwana wî miletê ku wê wan bikine xulam ezê bikim û pey wê yekêr’a ewê bi xêr-xiznê ji wir derên,
[15] tê jî bi xêr-xweşî her’î cem kal-bavêd xwe û kalekî r’û-r’eman bêyî defin kirinê.
[16] Lê zur’eta teye qur’na çarada wê veger’e vir, çimkî k’asa guneyêd emorîya hê t’ijî nebûye».
[17] Û gava r’o çû ava û te’rî k’ete e’rdê, awa dûkî fir’nê û alaveke êgir nava qetêd cendekar’a derbaz bû.
[18] Wê r’ojê Xudan Abramr’a peyman girêda û got: «Va ez e’rdê ji ç’emê Misirê h’eta ç’emê mezin, awa gotî Firatê, didime zur’eta te:
[19] Welatê qênîya, qinîzîya, qadmonîya,
[20] h’îtîya, pirîzzîya, r’ifayîya,
[21] emorîya, kenanîya, gîrgaşîya û yebûsîya».