[1] R’ahêlê dîna xwe dayê ku ew Aqûbr’a zar’a nayne, h’evsûdî xûşka xwe kir û gote Aqûb: «K’a zar’a bide min, yan na ezê candim».
[2] Hêrsa Aqûb li R’ahêlê r’abû û gotê: «Çima stexula ez dewsa Xwedê digirim, ku berê zika ji ser te bir’îye?»
[3] Ewê got: «Va ye carîya min Bîlha, her’e cem wê, bira ew li ser çokê min biwelide, ku zar’ê min ji wê hebin».
[4] Û wê carîya xwe Bîlha çawa jin da wî. Aqûb serê xwe wêr’a danî.
[5] Bîlha pê ma û Aqûbr’a kur’ek anî.
[6] Hingê R’ahêlê got: «Xwedê li ser heqî û neheqîêda nihêr’î, dengê min jî bihîst û kur’ek da min». Lema navê wî danî Dan .
[7] Carîya R’ahêlê Bîlha dîsa pê ma kur’ê duda Aqûbr’a anî.
[8] R’ahêlê got: «Ez xûşka xwer’a k’etime h’ucetê û min zora wê bir». Û Navê wî danî Neftelî .
[9] Lêayê gava dît ku ji zar’a hate bir’înê, carîya xwe Zîlpa çawa jin girt da Aqûb.
[10] Carîya Lêayê Zîlpayê Aqûbr’a kur’ek anî.
[11] Lêayê got: «Ez bextewar im!» Û navê wî danî Gad .
[12] Carîya Lêayê Zîlpayê kur’ê duda Aqûbr’a anî.
[13] Lêayê got: «Ez xwezilî me! K’ulfetê xwezîya xwe li min bînin». Û Navê wî danî Aşêr .
[14] R’ojêd nandirûnê R’ûbên çû nava zevîya, ewî gizêrêd beyanî dîtin û anî da dîya xwe Lêayê. Hingê R’ahêlê gote Lêayê: «K’erema xwe, hinek ji wan gizêrêd beyanîye kur’ê xwe bide min jî».
[15] Lê Lêayê got: «Te mêrê min ji min standîye bes nîne, gizêrêd kur’ê mine beyanî jî dixwazî?» R’ahêlê gotê: «Bira îşev ew t’evî te r’azê, ji ber gizêrêd kur’ê teye beyanîva».
[16] Êvarê Aqûb ji k’ewşên dihat, Lêa pêşîya wîda çû û gotê: «Tu gerekê t’evî min r’azêyî, çimkî min tu bi gizêrêd kur’ê xweye beyanî k’irêkirî yî». Û ew wê şevê t’evî wê r’aza.
[17] Xwedê dengê Lêayê bihîst û Lêa pê ma kur’ê pênca Aqûbr’a anî.
[18] Hingê Lêayê got: «Xwedê heqê min da min, çimkî min carîya xwe da mêrê xwe». Û navê wî danî Îsaxar .
[19] Lêa dîsa pê ma û Aqûbr’a kur’ê şeşa anî.
[20] Hingê Lêayê got: «Xwedê p’êşk’êşeke baş da min, mêrê minê îdî cem min bimîne, çimkî min wîr’a şeş kur’ anîne». Û navê wî danî Zebûlon .
[21] Xilazîyê qîzek anî û navê wê danî Dîna.
[22] Xwedê R’ahêl bîr anî û Xwedê dengê wê bihîst bet’inê wê vekir.
[23] Ew pê ma kur’ek anî û got: «Xwedê qara min da hildanê».
[24] Navê wî danî Ûsiv û got: «De bira Xudan kur’ekî din jî li min zêde ke».
[25] Pey vê yekêr’a, gava R’ahêlê Ûsiv anî, Aqûb gote Laban: «Îzina te hebe, ku ez her’ime cî û wat’anê xwe.
[26] Jin û zar’êd min bide min, bona k’îjana min ter’a xulamtî kir û ez her’im, çimkî xulamtîya min teva e’yan e, min çi xulamtî ter’a kirîye».
[27] Laban gotê: «Heger min ber ç’e’vê te k’erem dît, hîvî dikim! Min tê derxistîye ku Xudan bona xatirê te li ser minda barandîye».
[28] Û got: «Heqê xwe bêje ez bidim».
[29] Hingê Aqûb gotê: «Tu zanî min çawa ter’a xulamtî kirîye û h’eywanêd teye li ber min çawa bûne.
[30] Çimkî berî hatina min, malê te hindik bû, lê li hev zêde bû, Xudan bi hatina min li ser teda barand. Îdî ezê k’engê bona mala xwe bixebitim?»
[31] Laban pirsî: «Ez çi bidime te?» Aqûb gotê: «Tu tiştekî nede min. Heger tu vê gotina min bikî, ezê dîsa kerîyê pezê te xwey kim û biç’êrînim.
[32] Ez îro bik’evime nava t’emamîya kerê te, çiqas pezê deq-deqî û belek hene, usa jî nava berxa çiqas qer hene û nava bizinada jî çiqasî belek û deq-deqî hene, ez veqetînim. Bira evana bibine heqê min.
[33] Îro şûnda r’astîya minê li ber te k’ifş be, gava tu bêyî dîna xwe bidî heqê min. Heger nava kerîyê li ber minda, bizinek ne deq-deqî û ne belek be û berx ne qer be, ew li cem min çawa yêd dizîyê bin».
[34] Laban gotê: «Baş e! Bira weke gotina te be».
[35] Lê wê r’ojê Laban çiqas nêrîyêd şiv-şivî û belek û çiqas bizinêd deq-deqî û belek, awa gotî çiqas yêd deq-deqîye sipî û berxêd qer hebûn, veqetandin dane kur’êd xwe,
[36] û ew r’îya sê r’oja dûrî Aqûb xistin. Aqûb kerîyê pezê Labanî mayîn xwey kir.
[37] Aqûb xwer’a ji dara sipindarê, behîvê û çînarê şivdarêd ter’ çêkirin, ewî qalikêd wan cî-cîya dat’er’aştin sipî nexş kirin, usa ku li ser şivdara sipîkayî k’ifş dibû.
[38] Hingê ewî şivdarêd xweye dat’er’eşandî, danîne nava h’ewzêd avvexwarinê, ku gava kerî bên avê vexwin, ew li ber pêz bin, dema avvexwarinê pez bê fe’la.
[39] Pez li ber şivdara dihatine fe’la û dizan berxêd şiv-şivî, deq-deqî û belek danîn.
[40] Aqûb berx vediqetandin û berê pêz didane alîyê yêd şiv-şivî û qere ku nava kerê Labanda hebûn. Aqûb kerê xwe veqetand, t’evî pezê Laban nekir.
[41] Û gava wextê fe’lê pezê k’oke-r’ind dihat, Aqûb ew şivdar dadanîne nava h’ewzê avê li ber ç’e’vê pêz, wekî ew li ber şivdara fe’lê xwe bistînin.
[42] Lê li ber pezê jare-hûr danedanîn û yêd xirabe bi kêmasî p’ara Laban k’etin, yêd k’oke-r’ind p’ara Aqûb.
[43] Usa eva meriva gelekî pêşda çû. Bû xweyê kerîyêd pêze mezin, carîya, xulama, deva û k’era.