Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 6

[1] Gava destpêbû meriv li ser dinê zêde bûn û qîz wanr’a bûn,

[2] zar’êd Xwedê dîtin ku qîzêd merivayê bedew in, ji wan k’ê k’îjan begem dikir xwer’a jin distandin.

[3] Hingê Xudan got: «Gerekê r’uh’ê min h’eta-h’etayê li ser mêriv nemîne, çimkî ew xûn û goşt e, lê r’ojê e’mirê wan sed bîst sal bin».

[4] Wê hingê li ser e’rdê e’save hebûn, usa jî wî çaxî gava zar’êd Xwedê dest davîtine qîzêd merivayê, ewana wanr’a zar’ danîn. Evana ew mêrxas bûn, ku berêda bi nav û deng bûn.

[5] Xudan dît ku xirabîya meriva li ser e’rdê zêde dibe û nêt û fikirêd dilê wan jî her r’oj xirabî ye.

[6] Hingê Xudan ber xwe k’et ku li ser e’rdê merî xuliqandîye û gelekî dilteng bû.

[7] Û Xudan got: «Ez ji ser r’ûyê e’rdê merivêd ku min xuliqandine bidime hildanê, ji merivada girtî h’eta h’eywên, ji şûlikîya h’eta teyredêd e’zmên, çimkî ez p’oşman im li xuliqandina wan».

[8] Lê Nuh ber ç’e’vê Xudan k’erem dît.

[9] Ev e serhatîya r’ik’inyata Nuh. Nuh nava merivêd wî zemanîda merivekî r’ast û k’amil bû. Nuh r’îya Xwedêda diçû.

[10] Nuhr’a sê kur’ bûn Sam, Ham, Yefet.

[11] E’rd li ber ç’e’vê Xwedê h’er’imî wêran bibû û xirabîyava e’rd t’ijî bibû.

[12] Xwedê dîna xwe da dinyayê, ku va ye ew h’er’imîye wêran bûye, çimkî her bedeneke li ser dinê r’îya xwe h’er’imandîye.

[13] Hingê Xwedê gote Nuh: «Qir’a h’emûyêd xweyîbeden hatîye li ber ç’e’vê min, çimkî r’ûyê vanda e’rd xirabîyava t’ijî bûye û va ezê wan t’evî e’rdê wêran kim».

[14] Lê tu xwer’a ji darê gofêr gemîkê çêke, hindur’ê gemîyê bi goza çêkî û der û hindur’va tu wê qîr kî.

[15] Tu gerekê wê aha çêkî. Dirêjaya gemîyê sêsid zend, berayî pêncî zend û bilindayî jî sî zend be.

[16] Û jorva weke zendekê k’ulekê gemîyêr’a çêkî, derê gemîyê jî k’êlekêva vekî û qatê jor jêr û binî çêkî.

[17] Va ezê ava tofanê li ser dinê r’akim, wekî her bedena ku bîn li ber heye bin p’er’ê e’zmênda qir’ be û li ser r’ûyê e’rdê jî çi ku heye unda be.

[18] Lê ezê peymana xwe t’evî te girêdim, tu t’evî kur’êd xwe û t’evî jina xwe û bûkêd xwe bik’evî gemîyê.

[19] Usa jî ji her bînberî, ji her bedenê cot-cot nêr û mê bikî gemîyê, ku t’evî te sax bimînin.

[20] Ji her cûr’e teyrede, ji her cûr’e h’eywan, ji her cûr’e şûlikî wê cot-cot bêne li cem te ku sax bimînin.

[21] Tu jî ji h’emû xurekê ku tê xwarinê t’evî xwe hildî, li cem xwe bidî ser hev, ku bibe xurekê te û wan.

[22] Û Nuh her tişt kir, Xwedê çawa t’emî dabû wî, ewî usa jî kir.

Destpêbûn — Chapters