[1] Ûsiv berjêrî Misirê kirin. Wezîrê Firewin, Potîfarê misirîyî serwêrê nobedara, ew ji destê îsmayîlîyêd ku ew berjêr biribûne wir k’ir’î.
[2] Xudan t’evî Ûsiv bû, ew yekî xêrî jêhatî bû û mala axayê xweyî misirîda dima.
[3] Axayê wî dît ku Xudan pêr’a bû û her tiştê ku ew dike, Xudan bi destê wî li hev tîne.
[4] Ûsiv li ber ç’e’vê wî k’erem dît û ew bû berdestîyê wî. Ewî ew kire berpirsîyarê mala xwe û h’emû hebûka xwe da destê wî.
[5] Wî çaxîda gava ewî ew kire berpirsîyarê mala xwe, Xudan bona xatirê Ûsiv, dua h’emû hebûka mala misirî kir, çawa ku ya malda, usa jî ya e’rdê.
[6] Û çî wî hebû h’emû destê Ûsivda hişt û ew haş tiştekî mala xwe t’une bû, pêştirî wî nanê ku dixwar. Ûsiv bejin û balêda yekî berbiç’e’v û bedew bû.
[7] Pey van yekar’a, usa bû ku jina axayê wî ç’e’v berda Ûsiv û gotê: «Serê xwe minr’a dayne».
[8] Lê ewî t’exsîr kir û gote jina axayê xwe: «Axayê min haş ji pê t’une mala wîda çî wî cem min heye û h’emû hebûka xwe daye destê min.
[9] Vê malêda jî ji min mezintir kes t’une û tiştek jî ewî ji min na-na nekirîye pêştirî te, çimkî tu jina wî yî, ezê çawa vê xirabîya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim?»
[10] Evê ku her r’o aha digote Ûsiv, lê ewî gur’a wê nedikir, ku ew t’evî wê r’azê yan t’evî wê be.
[11] Û r’ojekê, gava ew k’ete malê, ku şixulê xwe bike û ji merivêd wê malê jî kesek ne malda bû,
[12] hingê xanimê dest avîte k’inca wî girt û got: «Serê xwe minr’a dayne». Lê ewî k’inca xwe destê wêva berda û r’evî derk’ete derva.
[13] Çaxê ewê dîna xwe dayê, ku ewî k’inca xwe dêstva berda û r’evî derva,
[14] ewê gazî merivêd mala xwe kirin, wanr’a gilî kir û got: «Hela dîna xwe bidinê, evî çû îbranîk anî ku namûsa mer’a bilîze. Eva hate cem min, ku dest bavêje min, lê min bi dengê bilind kire qar’în.
[15] Evî ku bihîst min dengê xwe bilind kir û kire qar’în, k’inca xwe li cem min hişt û r’evî derk’ete derva».
[16] Û ewê k’inca wî li cem xwe xwey kir, h’eta ku xweyê wê hate malê.
[17] Dîsa ev gotina xwe wek’iland gote wî: «Ew xulamê îbranîyî ku te mer’a anîye, hate cem min, ku namûsa minr’a bilîze.
[18] Lê gava min dengê xwe bilind kir û kire qar’în, ewî k’inca xwe hişt û r’evî derva».
[19] Û gava axayê wî ev xeber ji jina xwe bihîstin, ku jêr’a gilî kir got: «Xulamê te ev yek anî serê min». Hêrsa wî r’abû.
[20] Axayê Ûsiv ew girt avîte kelê, wî cîyê ku girtîyêd p’adşê girêdayî bûn. Û ew li wir kelêda ma.
[21] Lê Xudan t’evî Ûsiv bû û h’uba xweye amin da k’ifşê, usa ku ewî ber ç’e’vê serwêrê kelê k’erem dît.
[22] Serwêrê kelê h’emû girtîyêd kelê dane destê Ûsiv. Û çi ku li wir dihate kirinê, ewî dida kirinê.
[23] Serwêrê kelê dîna xwe nedida wan tiştêd destê wîda, çimkî Xudan t’evî wî bû û h’emû şixulê wî Xudan jêr’a li hev danî.