Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 26

[1] Li welêtda, li ser wê xelaya ku hêna Birahîmda bibû, xelayîke din bû, Îshaq çû Gêrarê cem p’adşê filistînîya Abîmelex.

[2] Xudan wîva xuya bû û gotê: «Berjêrî Misirê nebe, wî welatîda bimîne, k’îjanî ezê nîşanî te kim.

[3] Vî welatîda xerîbîyêda bimîne, ezê t’evî te bim û dua li te bikim. Çimkî ezê t’emamîya van welata bidime te û zur’eta te û wê sonda xwe, ya ku min bavê te Birahîmr’a sond xwarîye, bînime sêrî.

[4] Ezê zur’eta te weke steyrkêd e’zmên zêde kim û t’emamîya van welata bidime zur’eta te û bi zur’eta te wê dua li h’emû miletêd dinyayê bibe.

[5] Çimkî Birahîm guhdarîya dengê min kir, fermanêd min, t’emîyêd min, e’rf-e’detêd min û hînkirinêd min qedandin».

[6] Îshaq Gêrarêda cî-war bû.

[7] Binelîyêd wî cîyî ku pirsa jina wî R’êvêkayê jê kirin, ewî got: «Xûşka min e». Çimkî ew tirsîya ku wî bigota: «Jina min e», digot: «Nebe r’ûyê R’êvêkayê da min bikujin, çimkî R’êvêka berbiç’e’ve bedew bû».

[8] Û gava ew we’dekî dirêj li wir ma, p’adşê filistînîya Abîmelex r’ojekê p’encerêr’a dîna xwe dayê, wê Îshaq t’evî jina xwe R’êvêkayê k’êf-h’enek dikirin.

[9] Hingê Abîmelex gazî Îshaq kir û gotê: «K’ifş e, ku eva jina te ye, te çima got: ‹Eva xûşka min e›?» Îshaq lê veger’and û gotê: «Min got, ku nebe r’ûyê wêda ez bême kuştinê».

[10] Hingê Abîmelex gotê: «Ev te çi danî li serê me? Hindik mabû ku ji nava cime’tê yekî dest bavîta jina te û gune bik’eta stûyê me».

[11] Abîmelex t’emî da t’emamîya cime’ta xwe û got: «K’ê qedirê vî merivî, yan jina wî k’eve, wê e’se bê kuştinê».

[12] Îshaq wî welatîda e’rdê xwe r’eşand, Xudan serda barand, ewî wê salê sed car ber hilda.

[13] Evî xwe r’ind girt, çiqas diçû xwe digirt û usa pêşda diçû, ku ewî gotina te xwe girt.

[14] Bû xweyê kerî û gar’anêd pêz-dêwêr û gelek xulamêd wî hebûn, filistînîya h’evsûdîya wî kirin.

[15] H’emû ew bîrêd ku hêna bavê wîda, xulamêd bavê wî Birahîm vedabûn, filistînîya xitimandin, t’ijî xwelî kirin.

[16] Abîmelex gote Îshaq: «Bihêle ji me dûr k’eve her’e, çimkî tu ji me derbaztir bûyî».

[17] Îshaq ji wir k’oç’ kir çû, konêd xwe deşta Gêrarêda danîn û li wir ma.

[18] Îshaq dîsa ew bîr vedan, yêd ku hêna bavê wî Birahîmda hatibûne vedanê, k’îjan ku pey mirina Birahîmr’a filistînîya t’ijî kiribûn, ewî dîsa ew navêd bavê xwe danîne li ser wan.

[19] Xulamêd Îshaq wê deştêda vedan, r’astî ava kanîyê hatin.

[20] Şivanêd Gêrarê t’evî şivanêd Îshaq şer’ dikirin, digotin: «Eva ava me ye». Lema navê wê bîrê danî E’sêq , çimkî bona wê bîrê şer’ kirin.

[21] Bîreke din vedan, li ser wê jî şer’ kirin, navê wê danî Sîtna .

[22] Ew ji wir çû, bîreke din veda, li ser wê şer’ nekirin, hingê ewî navê wê danî R’eh’obot’ û got: «Çimkî Xudan em derxistine firêqetîyê û emê li ser vî e’rdî zêde bin».

[23] Ji wir jî Îshaq hevraz çû Bîr-Şêvayê.

[24] Wê şevê Xudan wîva xuya bû û gote wî: «Ez Xwedêyê bavê te Birahîm im, netirse, çimkî ez t’evî te me, bona xatirê xulamê xwe Birahîm, ezê dua li te bikim û zur’eta ta zêde kim».

[25] Îshaq li wir gorîgehek çêkir, gazî navê Xudan kir. Konê xwe li wir vegirt, xulamêd wî li wir jî bîrek k’olan.

[26] Wî çaxî, Abîmelex bi t’evî şîretk’arê xwe Ahûzat’ û sereskerê xwe Pîxol ji Gêrarê çûne cem Îshaq.

[27] Îshaq gote wan: «Hûn bona çi hatine cem min, ne we jenande min û berî min da, ez ji xwe dûr xistim?»

[28] Wana got: «Em baş dibînin ku Xudan t’evî te ye, lema me got: ‹Em û tu destê hevda sond bixwî û t’evî te peymanê girêdin,

[29] wekî tu xirabîyê li me nekî, çawa ku me dest nedaye te, pêştirî qencîyê, usa jî me tu sax-silamet ver’êkir î, ji îro şûnda tu bimbarekê Xudan .

[30] Hingê Îshaq wanr’a mesrefek danî, wana xwar-vexwar.

[31] Sibehê zû r’abûn, destê hevda sond xwarin, Îshaq ew ver’êkirin. Ewana bi dilê r’ih’et ji cem wî çûn.

[32] Hema wê r’ojê jî, xulamêd Îshaq hatin bona wê bîra ku vedidan cab danê û gotinê: «Me av dît».

[33] Ewî navê wê Şîva danî. Bona vê yek jî navê wî bajarî h’eta niha Bîr-Şêva ye.

[34] Esaw çil salî bû, gava wî Yêhûdîta qîza Bêrîyê h’îtî û Basmet’a Êylonê h’îtî standin.

[35] Evana bûne kula dilê Îshaq û R’êvêkayê.

Destpêbûn — Chapters