[1] Pey vê yekêr’a gotine Ûsiv: «Bavê te nexweş e». Ewî her du kur’êd xwe Minaşe û Efrayîm t’evî xwe hildan çû.
[2] Cab dane Aqûb û gotinê: «Va ye kur’ê te Ûsiv ser teda tê». Îsraêl ser qudûmê xweda hat û li ser nivîna xwe r’ûnişt.
[3] Aqûb gote Ûsiv: «Xwedêyê Herî Zor li welatê Kenanê Lûzêda minva xuya bû, dua li min kir
[4] û gote min: Ezê te şîn kim û li hev zêde kim û ji te mixulqeta pêşda bînim, evî welatî jî pey ter’a ezê çawa milk’ê h’eta-h’etayê bidime zur’eta te.
[5] Niha ew her du kur’êd teye ku Misirêda, berî hatina mine cem te Misirê, ku ter’a bûne, ew kur’êd min in, Efrayîm û Minaşe, wê mîna R’ûbên û Şimh’ûn bibine kur’êd min,
[6] lê zar’êd pey vanr’a ku ji te bibin, ter’a bin, ewê wartîyêda ser navêd biratîya xwe bêne h’esabê.
[7] Çimkî gava ez ji Paddanê dihatim, welatê Kenanêda, hindik mabû ku em bigihîştana Efrat’ê, r’êda R’ahêla dîya te minr’a bû derd mir, min ew li wê derê, li serê r’îya Efrat’ê, awa gotî Beytleh’mê defin kir».
[8] Îsraêl kur’êd Ûsiv dîtin û got: «Ev k’ê ne?»
[9] Ûsiv gote bavê xwe: «Kur’êd min in, yêd ku Xwedê li vir dane min». Aqûb got: «K’erema xwe wan bîne cem min, ez dua li wan bikim».
[10] Ç’e’vê Îsraêl ji mezinayê me’rim bibûn, ewî nikaribû zelal bidîta, Ûsiv ew nêzîkî bavê xwe kirin, ewî ew r’amûsan û h’emêz kirin.
[11] Îsraêl gote Ûsiv: «Gumana min t’unebû ku min r’ûyê te jî bidîta, lê va ye Xwedê zur’eta te jî nîşanî min kir».
[12] Ûsiv ew ji ser çoka wî r’akirin û xwexa h’eta e’rdê dever’ûya çû.
[13] Ûsiv her du kur’êd xwe hildan, Efrayîm da destê xweyî r’astê, alîyê Îsraêlî ç’epê û Minaşe da destê xweyî ç’epê, alîyê Îsraêlî r’astê û nêzîkî wî kirin.
[14] Îsraêl qesta destêd xwe cîguhastin û destê xweyî r’astê dirêj kir danî ser serê yê biç’ûk Efrayîm û destê ç’epê danî ser serê Minaşe. Lê belê Minaşe yê nixurî bû.
[15] Û dua Ûsiv kir û got: «Ew Xwedêyê ku bavêd min Birahîm û Îshaq r’îya wîda çûne, ew Xwedêyê ku ji r’oja bûyîna minda h’eta îro şivantî li min kirîye,
[16] ew milyak’etê ku ez ji her xirabîyê azad kirime, bira dua van kur’a bike û bi navê min û navêd kal-bavêd min Birahîm û Îshaq bêne gazîkirinê, nava dinêda gelekî li hev zêde bin».
[17] Gava Ûsiv dît ku bavê wî destê xweyî r’astê danîye ser serê Efrayîm, eva yeka li wî xweş nehat, ewî destê bavê xwe ji ser serê Efrayîm girt, wekî dayne li ser serê Minaşe.
[18] Hingê Ûsiv gote bavê xwe: «Aha na Bavo, çimkî ev e yê nixurî. Destê xweyî r’astê, dayne ser serê vî!»
[19] Lê bavê wî qayl nebû û got: «Ez zanim lawo, ez zanim. Evê jî bibe milet, evayê jî bibe mezin. Lê birayê wîyî biç’ûk, wê ji wî hê mestir be û zur’eta wî wê bibe mixulqeta mileta».
[20] Wê r’ojê ewî dua wan kir û got: «Bira Îsraêl pê te bimbarek bike û bêje: Xwedê te bike mîna Efrayîm û Minaşe», ev yek got û Efrayîm danî fêza Minaşe.
[21] Û hingê Îsraêl gote Ûsiv: «Va ye ezê bimirim. Lê Xwedê wê t’evî we be û wê we veger’îne wat’anê bavêd we.
[22] Ez p’aleke ç’îya ser biratîya ter’a zêdetir didime te, k’îjan ku min ew ji destê emorîya bi şûr û tîr-kevanê xwe stand».