Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 16

[1] Lê k’ulfeta Abram, Sarayê, wîr’a zar’ ne danîn. Û carîyeke Sarayê misirî hebû, navê wê Hacer bû.

[2] Sarayê gote Abram: «Va ye Xudan zar’anîn p’ara min nedaye, awa r’abe her’e cem carîya min, belkî ji wê zar’ê p’ara min bik’evin». Abram gur’a Serayîyê kir.

[3] K’ulfeta Abram Sarayê, pey dehe salar’a ku Abram e’mirê xwe li welatê Kenanêda derbaz kir, carîya xweye misirî, Hacer anî kire jina mêrê xwe Abram.

[4] Abram serê xwe Hacerêr’a danî û ew pê ma. Ewê ku dît ew pê maye, xanima wê li ber ç’e’va r’eş bû.

[5] Hingê Sarayê gote Abram: «Ev qara min gunek’arîya te ye, min carîya xwe kire p’aşila te, lê ewê dît ku ew pê maye, ez li ber ç’e’vê wê r’eş bûm, bira Xudan li ser min û teda binihêr’e».

[6] Hingê Abram gote Sarayê: «Va ye carîya te destê teda ye, dilê te çawa dixwaze usa jî bike». Hingê Sarayê îdî r’û neda wê û ew ji Sarayê r’evî çû.

[7] Milyak’etê Xudan ew çolê li ser kanîkê dît. Kanîya li ser r’îya Şûrê.

[8] Û gotê: «Hacer! Carîya Sarayê, tu ji k’u têyî! Tê k’uda her’î?» Ewê got: «Ji xanima xwe Sarayê ez dir’evim».

[9] Hingê Milyak’etê Xudan gote wê: «Veger’e cem xanima xwe û xwe li ber wê bişkêne».

[10] Û Milyak’etê Xudan dîsa gotê: «Ezê zur’eta te usa gelekî zêde kim, ku ji dest gelekbûnê wê neyê jimarê».

[11] Milyak’etê Xudan gotê: «Va ye tu duh’ala yî, tê kur’ekî bînî, tê navê wî Îsmayîl daynî, çimkî Xudan zelûlîya te bihîst.

[12] Ewê bibe merivekî avî. Destê wîyê li ber h’emûya r’abe û destê h’emûya jî li ber wî r’abe. Û ewê li ber ç’e’vê h’emû birayêd xwe bijî wan aciz ke».

[13] Hingê Hacerê navê wî Xudanî, k’îjanî ku t’evî wê xeber dabû danî: «Tu yî Xwedêyê ku min dibînî», çimkî ewê got: «Min r’ast ew li vir dît û ez dîsa sax mame?»

[14] Lema jî wê bîrêr’a Bîr-Lahay-Roî tê gotinê. Ew bîr navbera Qadêşê û Beredda ye.

[15] Pey vê yekêr’a Hacerê Abramr’a kur’ek anî û Abram navê wî kur’ê ku ji Hacerê wîr’a bibû danî Îsmayîl.

[16] Wî çaxî ku Hacerê Abramr’a Îsmayîl anî, Abram h’eyştê şeş salî bû.

Destpêbûn — Chapters