Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 25

[1] Birahîm jinek jî stand, navê wê Qitûra.

[2] Evê ev kur’ Zîmran, Yoqşan, Midan, Midyan, Îşbaq û Şûax jêr’a anîn.

[3] Yoqşanr’a Şiba û Dêdan bûn. Dêdanr’a aşûrî, litûşî û liûmî bûn.

[4] Midyanr’a Eyfa, Efer, Henox, Abîda û Eldaha bûn. Ev h’emû jî zar’êd Qitûrayê bûn.

[5] Birahîm h’emû hebûka xwe da Îshaq.

[6] Lê p’êşk’êş dane kur’êd carîyaye ji wî û saxîya xweda ew ji kur’ê xwe Îshaq dûr xistin, berê wanda r’ohilatê, ew şandine alîyê welatêd r’ohilatê.

[7] R’ojêd e’mirê Birahîme ku wî derbaz kirin, sed h’eftê pênc sal bûn.

[8] Birahîm bû kalekî extyar, ji e’mirê xwe t’êrbûyî, r’uh’ê xwe da û mir, çû gihîşte cime’ta xwe.

[9] Kur’êd wî Îshaq û Îsmayîl, bavê xwe, şkefta Maxpêlayêye e’rdê Efronê kur’ê Soxarê h’îtîda defin kirin, ya ku pêşberî Mamrê bû,

[10] wî e’rdîda, k’îjan ku Birahîm ji zar’êd h’îtîya k’ir’î bû. Li wir Birahîm û jina wî Serayî hatine defin kirinê.

[11] Li pey mirina Birahîmr’a, Xwedê dua kur’ê wî Îshaq kir. Îshaq nêzîkî Bîr-Lahay-Roîyê cî-war bû, ma.

[12] Ev e serecema r’ik’inyata Îsmayîlê kur’ê Birahîm, ku carîya Serayîye Hacera misirî Birahîmr’a anî.

[13] Navê kur’êd Îsmayîl ev in, bi navêd xwe û r’ik’inyata xweva. Nixurîyê Îsmayîl Nêbayot bû, peyr’a Qêdar, Adbêl, Mîbsam,

[14] Mîşma, Dûma, Massa,

[15] Xadad, Têma, Yetûr, Nafîş û Qêdima bûn.

[16] Ev in kur’êd Îsmayîl û navêd wan, cî-warêd xwe û konêd xweva. Evana li gora êl-e’şîrêd xweva donzdeh mîr bûn.

[17] Salêd e’mirê Îsmayîl sed sî û h’eft sal bûn û r’uh’ê xwe da mir, t’evî cime’ta xwe bû.

[18] Îsmayîlîya ji H’awîlayê girtî h’eta Şûrê cî-war bûn, ku pêşberî Misirê, li ser r’îya ku diçe Aşûrya. Evana li ber ç’e’vê h’emû birayêd xwe cî-war bûn, ew aciz kirin.

[19] Ev e serhatîya r’ik’inyata ku pey Îshaqê Birahîm k’et. Birahîmr’a Îshaq bû.

[20] Îshaq ku bû çil salî, qîza Bet’ûêlê aramî, ji Paddan-Aramê R’êvêka stand, xûşka Labanê aramî.

[21] Îshaq bona jina xwe lava-dîlek ji Xudan kirin, çimkî ewê zar’ nedanîn. Xudan dengê wî bihîst, jina wî R’êvêka h’emle derk’et.

[22] Kur’e hê bet’inê wêda bûn hevdur’a şer’ dikirin, hingê ewê got: «Ev çi hate serê min?» Û çû ku ji Xudan bipirse.

[23] Xudan gote wê: «Bet’inê teda du milet hene, û ji bedena te, du cime’tê ji hev cihê bin, cime’tekê ji cime’ta din qewattir be. Û yê mezin wê xulamtîyê yê biç’ûk bike».

[24] Û gava r’oja bûyîna wan pêr’a gihîşt, va ye ew cêwî bûn bet’inê wêda.

[25] Yê pêşin ku bû, yekî sorî pir’ç’ bû mîna k’urk, navê wî Esaw danîn.

[26] Pey wîr’a, birê wî bû, dest avîtî pe’nîya Esaw girtî, û navê wî danîn Aqûb . Hingê Îshaq şêst salî bû, gava R’êvêka ew anîn.

[27] Ew zar’ mezin bûn, Esaw bû merivekî çolê, nêç’îrvanîyêda yekî jîrî serxwe. Lê Aqûb merivekî dûreşer’ û ji kona qet dernedik’et.

[28] Îshaq Esaw h’iz dikir, çimkî ewî nêç’îrêd wî dixwarin, lê R’êvêkayê Aqûb h’iz dikir.

[29] Carekê Aqûb şorbe çêdikir, Esaw ji çolê k’esirî hat.

[30] Ewî gote Aqûb: «Bike qencî, ji wê şorba berk’elêye sor, minr’a dagire ez bixwim, dilê min xava diçe». Lema jî wîr’a gotin: «Edom ».

[31] Lê Aqûb gote wî: «K’a niha nixurtîya xwe bifiroşe min».

[32] Hingê Esaw got: «Ez va dimirim, k’ara min çi nixurtîyêda heye?»

[33] Aqûb gotê: «De niha destê minda sond bixwe». Ewî destê wîda sond xwar û nixurtîya xwe firote Aqûb.

[34] Hingê Aqûb nan û şorba nîsika da Esaw, ewî xwar û vexwar, r’abû çû. Bi vî awayî Esaw nixurtîya xwe bêhurmet kir.

Destpêbûn — Chapters