[1] Ew her du milyak’et berê êvarê çûne Sodomê. Lût li ber dergehê Sodomê r’ûniştibû. Lût ku ç’e’v wan k’et, r’abû çû pêşîya wan û h’eta e’rdê dever’ûya çû
[2] got: «Belê xweyêd min! K’erem kine li mala xulamê xwe, şeva xwe derbaz kin, nigêd xwe bişon û sibehê zû r’abin r’îya xweda her’in». Lê wan got: «Na, emê şeva xwe li derva derbaz kin».
[3] Lût bi lava-dîleka zor li wan kir, ew li ser wîda veger’îyan çûne mala wî. Ewî sifire wanr’a danî, nanê şkeva lêxist û xwarin.
[4] Lê hê nek’etibûne nava cî-nivîna, mêrêd bajêr, awa gotî mêrêd sodomîya ji ç’ûka h’eta mezina, t’emamîya cime’tê her alîyava dora malê girtin.
[5] Gazî Lût kirin û gotinê: «K’anêne ew mêrêd ku vê êvarê hatine mala te? Wan derxe bide me, ku em dest bavêjine doxîna wan».
[6] Lût dêrîva derk’et û derî li pey xwe girt,
[7] wanr’a got: «Gelî bira, hîvî dikim, neheqîyê nekin.
[8] Vane du qîzêd mine bik’ir hene, ez wan derxim bidime we, dilê we çawa dixwaze usa t’evî wan derbaz kin, lê t’enê dest nedine van meriva, çimkî van xwe dane li bin sîya banê min».
[9] Lê wana got: «Bice’me!» Û gotin: «Hela vî xerîbî ku dixwaze dîwanê jî bike? Emê niha ji serê van xirabtir li serê te bikin». Û hevr’a-hevr’a hatine vî merivî, awa gotî Lût. Û kirin ku dêrî bişkênin.
[10] Lê wan merivêd mêvan dest avîtine Lût k’aşî malê li cem xwe kirin û derî girtin.
[11] Wana lêxist ew merivêd li ber dêrî sekinî, ji ç’ûka h’eta mezina kor kirin, usa ku ewana haqasî derî ger’îyan westîyan.
[12] Hingê wan meriva gotine Lût: «Îdî k’î te li vir heye? Ze’vêd te bin, kur’êd te bin, qîzêd te bin û bajêrda k’î te hebe, h’emûya jî ji vî cîyî derxe.
[13] Emê vî cîyî wêran kin, çimkî qar’e-qar’a xirabîyêd wan li ser Xudan giran bûne û Xudan em şandine ku em vê wêran kin».
[14] Lût derk’et çû ze’vêd xwer’a, awa gotî dergîstîyêd qîzêd xwer’a got: «R’abin ji vî cîyî derên, çimkî Xudanê vî bajarî wêran ke». Lê ze’vêd wî t’irê ew h’eneka dike.
[15] Gava sibeh zelal bû, milyak’eta Lût lez xistin û gotinê: «R’abe bilezîne, jina xwe û her du qîzêd li cem xwe hilde, wekî t’evî neheqîya bajêr unda nebî».
[16] Lût ku nigêd xwe paşda davît, wan meriva destê Lût, jinê, qîzava girtin, bi r’e’ma Xudane ku li wan kir, ew ji bajêr derxistine der û hiştin.
[17] Û gava ew derxistine der, yekî ji wan got: «Bir’eve xwe xilaz ke, li pey xwe nenihêr’î û vê deştêda jî t’u cîyî nesekinî. Bir’eve serê ç’îya, nebe ku unda bî!»
[18] Hingê Lût gote wan: «Na, xweyê min! K’ereme bike!
[19] Awa ku xulamê te li ber ç’e’vêd te k’erem dîtîye û te ew qencîya xweye mezin hindava minda da k’ifşê, e’mirê min xilaz kir. Lê ez nikarim bir’evime ç’îya, ku ew bela negihîje min û nemirim.
[20] Va ye ev gundê han nêzîk û biç’ûk e. Bi îzina te ez bir’evime wir ku e’mirê min xilaz be, çimkî ew gundekî biç’ûk e».
[21] Û Ewî gote wî: «Awa ezê vê xwestina te jî bikim, ew gundê bona k’îjanî te got, serobinîhev nakim.
[22] De bilezîne bir’eve wir, çimkî h’eta ku tu negihîjî wir, ez nikarim tiştekî bikim». Lema jî navê wî gundî Sohar hate danînê.
[23] Te’vê li ser e’rdê p’enc dida, Lût xwe Soharêr’a gîhand.
[24] Hingê Xudan li ser Sodom û Gomorayêda k’irk’ût û agir jorda ji Xudanda barand,
[25] û ew bajar û t’emamîya dor-berêd wan, h’emû binelîyêd wan bajara û tiştêd li ser e’rdê şînbûyî qir’ kir û serobinîhev kir.
[26] Lê jina Lût piştêva li pey xwe nihêr’î û bû h’eykelekî xwê.
[27] Birahîm sibehê zû r’abû çû wî cîyê ku li ber Xudan sekinîbû.
[28] Ewî dîna xwe da li alîyê Sodom û Gomorayê û li t’emamîya dor-berêd wan nihêr’î, dît ku wê ji wî e’rdî dûkî mîna dûyê k’ûra êgir derdik’et.
[29] Û çaxê ku Xwedê bajarêd wê deştê wê wêran kirana, Birahîm hate bîra Xwedê. Gava wê ew bajarêd ku Lût têda dima wêran kira, Lût ji wê xezebê xilaz kir.
[30] Lût tirsîya ku Zoarê bimîne, ew t’evî her du qîzêd xwe ji Soharê derk’etin, r’abûne ç’îyê û li şkeftekêda hêwirîn.
[31] R’ojekê qîza mezin gote ya biç’ûk: «Bavê me kal bûye û li vî e’rdî jî mêr t’unene ku mîna e’detê dinê nêzîkî me bin.
[32] Were em bavê xwe şerabê bidine vexwarinê û serê xwe wîr’a daynin, ji bavê xwe bedena xwe şîn kin».
[33] Wê şevê bavê xwe şerab dane vexwarinê, ya mezin çû serê xwe bavê xwer’a danî, lê bav p’aldan-r’abûna wê pê neh’esîya.
[34] R’oja din qîza mezin gote ya biç’ûk: «Va ye min duhu serê xwe bavê xwer’a danîye, were vê şevê jî em şeravê wî bidine vexwarinê, tu her’e serê xwe wîr’a dayne û em ji bavê xwe bedena xwe şîn kin».
[35] Wê şevê jî bavê xwe şerab dane vexwarinê û qîza biç’ûk r’abû serê xwe wîr’a danî, lê bav p’aldan-r’abûna wê pê neh’esîya.
[36] Bi vî awayî her du qîzêd Lût ji bavê xwe pê man.
[37] Qîza mezin kur’ek anî û navê wî Mowab danî. Eva h’eta îro jî bavê mowabîya ye.
[38] Qîza biç’ûk jî kur’ek anî û navê wî Ben-E’mmî danî. Eva h’eta îro jî bavê amonîya ye.