Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 35

[1] Xwedê gote Aqûb: «R’abe hilk’işe her’e Bêt’-Êlê, li wir bimîne û gorîgehekê çêke bona Xwedêyê ku teva xuya bû, gava tu ji ber birayê xwe Esaw r’evîyî».

[2] Aqûb gote neferêd xwe û h’emûyêd t’evî xwe: «Xwedêyêd xerîbe nava xweda bigirin bavêjin, paqij bin û k’incê xwe biguhêzin.

[3] Û em r’abin berbi jor her’ine Bêt’-Êlê, li wir gorîgehekê wî Xwedêyîr’a çêkim, yê ku r’oja tengasîya minda dengê min bihîst û wê r’îya ku ez têda çûm t’evî min bû».

[4] Hingê wan h’emû xwedêyêd xerîb, çi destêd wanda hebûn û guharêd guhêd xweda dane Aqûb. Aqûb ew li bin dara me’zêye nêzîkî Şixemê ç’e’l kir.

[5] Û ew r’êk’etin, sawa Xwedê k’ete li ser bajarêd der-dorêd wan û pey kur’êd Aqûb nek’etin.

[6] Aqûb xwexa û h’emû cime’ta pêr’a hate Lûzê, awa gotî Bêt’-Êlê, e’rdê Kenanê.

[7] Li wir gorîgehek çêkir û navê wê danî Êl-Bêt’-Êl . Çimkî li wir Xwedê wîva xuya bibû, gava ew ji ber birayê xwe r’evî bû.

[8] Xweykirîya R’êvêkayê, Divora mir, ew binîya Bêt’-Êlê, bin me’zêda hate definkirinê û navê wir hate danîn Alon-Baqût .

[9] Gava Aqûb ji Paddan-Aramê dihat, Xwedê dîsa wîva xuya bû û dua li wî kir.

[10] Û Xwedê gotê: «Navê te Aqûb e! Lê îro şûnda ter’a Aqûb nebêjin, lê navê te Îsraêl be». Û navê wî danî Îsraêl.

[11] Û Xwedê gote wî: «Ez Xwedêyê Herî Zor im, şîn be û li hev zêde be. Wê ji te miletek û mixulqetêd mileta derên. Û ji bedena te p’adşayê derên.

[12] Ew welatê ku min dabû Birahîm û Îshaq, ezê bidime te, pey ter’a jî wî welatî ezê bidime zur’eta te».

[13] Û Xwedê ji wî cîyê ku pêr’a xeber dida, jorva hate hilatinê.

[14] Aqûb li wî cîyê ku Xwedê pêr’a xeberda h’eykelek da sekinandinê, h’eykelekî kevirî. Ser kêlikêda dîyarîya serdakirinê û r’ûn r’ête ser.

[15] Aqûb navê wî cîyê ku Xwedê pêr’a xeber dabû danî Bêt’-Êl.

[16] Ji Bêt’-Êlê k’oç’ kirin, hindik mabû ku bigihîştana Efrat’ê, R’ahêl k’ete li ber zar’ê û gelekî cefa k’işand.

[17] Gava gelekî cefa dik’işand, pîredergûşê gote wê: «Netirse eva jî ter’a kur’ e».

[18] Gava ewê r’uh’ê xwe dida, li ber mirinê navê wî danî «Ben-Onî ». Lê bavê navê wî danî Binyamîn .

[19] Û R’ahêl mir, ew li ser r’îya Efrat’ê, awa gotî Beytleh’mê hate definkirinê.

[20] Aqûb li ser t’irba wê kevirek da sekinandinê, ku h’eta îro jî kevirê t’irba R’ahêlê ye.

[21] Îsraêl k’oç’ kir çû, konê xwe li pişta Mîgdal-E’der vegirt.

[22] Gava Îsraêl li wî welatî dima, R’ûbên çû dest avîte carîya bavê xwe Bîlhayê. Îsraêl ev yek bihîst . Donzdeh kur’êd Aqûb hebûn.

[23] Kur’êd Lêayê: Nixurîyê Aqûb R’ûbên, Şimh’ûn, Lêwî, Cihûda, Îsaxar û Zebûlon bûn.

[24] Kur’êd R’ahêlê: Ûsiv û Binyamîn bûn.

[25] Kur’êd carîya R’ahêlê, Bîlhayê: Dan û Neftelî bûn.

[26] Kur’êd carîya Lêayê, Zîlpayê: Gad û Aşêr bûn. Evana bûn kur’êd Aqûbe ku Paddan-Aramda jêr’a bibûn.

[27] Aqûb hate Mamrê, Qîryat-Arbayê, awa gotî Hêbronê li cem bavê xwe Îshaq, wî cîyê ku Birahîm û Îshaq xerîbî derbaz kiribûn.

[28] R’ojêd e’mirê Îshaq sed h’eyştê sal bûn.

[29] Îshaq kal bibû, ji e’mirê xwe t’êrbûyî, r’uh’ê xwe da û mir. Ew t’evî cime’ta xwe bû, kur’êd wî Esaw û Aqûb ew defin kirin.

Destpêbûn — Chapters