Destpêbûn 7
[1] Xudan gote Nuh: «R’abe t’evî neferêd xwe bik’eve gemîyê, çimkî nava merivêd vî zemanîda min tu li ber xwe r’ast dîtî.
[2] Ji her h’eywanêd h’elal h’eft cota nêr û mê t’evî xwe hildî, lê ji h’eywanêd h’eram cot-cot hildî nêr û mê,
[3] ji teyredêd e’zmên jî h’eft cot nêr û mê, wekî t’ûr’a wan li ser r’ûyê e’rdê bê xweykirinê.
[4] Çimkî h’eft r’oja şûnda, ezê çil r’ojî û çil şevî baranê bibarînim û her heyînêd ku min çêkirine ji r’ûyê e’rdê bidime hildanê».
[5] Û Nuh her tişt kir, Xudan çawa t’emî dabû wî.
[6] Hingê Nuh şesid salî bû, gava ava tofanê li ser e’rdê r’abû.
[7] Û ji ber ava tofanê Nuh t’evî kur’êd xwe û t’evî jina xwe û bûkêd xwe k’ete gemîyê.
[8] Usa jî ji h’eywanêd h’elal û ne h’elal, ji teyreda û ji her şûlikîyêd li ser e’rdê,
[9] cot-cot nêr û mê hatine cem Nuh k’etine gemîyê, çawa ku Xwedê t’emî Nuh kiribû.
[10] Û h’eft r’oja şûnda ava tofanê li e’rdê r’abû.
[11] Şesid salîya e’mirê Nuhda, r’oja h’ivdehê meha duda, hema wê r’ojêda h’emû kanîyêd tevekêd bêbinîyê der bûn û k’ulekêd e’zmana vebûn,
[12] çil r’ojî û çil şevî li ser e’rdê baran barî.
[13] Xût wê r’ojêda Nuh kur’êd xweva Sam, Ham, Yefet û jina Nuh her sê bûkava t’evî wan k’etine gemîyê.
[14] Ewana û her terewilêd cûr’êd xweda, her h’eywanêd k’edîye cûr’êd xweda, her şûlikîyêd li ser e’rdêye cûr’êd xweda, her teyredêd cûr’êd xweda û her teyredêd xweyîbask,
[15] ji h’emû h’eywanêd bînber cot-cot k’etine gemîyê li cem Nuh.
[16] Ewêd ku k’etine gemîyê, yê nêr û mê k’etinê ji her bînberî, çawa ku Xwedê t’emî wî kiribû. Û pey wîr’a Xudan derî girt.
[17] Tofanê li ser e’rdê çil r’ojî k’işand, av qayîm bû gemî bilind kir û ew ji e’rdê qetîya.
[18] Çiqas diçû av qayîm dibû, li ser e’rdê bilind bû û gemî li ser r’ûyê avê k’et.
[19] Av li ser e’rdê usa gelekî bilind bû, wekî h’emû ç’îyayêd bilinde bin p’er’ê e’zmênda nixamtin.
[20] Av ji panzdeh zenda jortir ser wan k’et û ç’îya-banî hatine nixamtinê.
[21] Û h’emûyêd xweyîbedene ku li ser e’rdê dilivîyan, teyrede bûn, h’eywanêd k’edî bûn, terewil bûn, h’emû şûlikîyêd li ser e’rdê ku dişûlikîn, meriv jî pêr’a qir’ bûn çûn.
[22] Yêd li ser bejêye ku bîna jîyînê li ber hebûn, h’emû jî xeniqîn.
[23] Û her heyînê li r’ûbarî e’rdê hate hildanê, ji mêriv h’eta h’eywanêd k’edî, ji şûlikîya h’eta teyredêd e’zmana, evana ji e’rdê hatine hildanê, t’enê Nuh ma û yêd t’evî wî gemîyêda.
[24] Sed pêncî r’ojî li ser e’rdê av wê bilindayîyê ma.