Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 49

[1] Aqûb gazî kur’êd xwe kirin û got: «T’op bin, ez wanr’a bêjim, ku r’ojê bên wê çi bê serê we.

[2] Werine serhev û guhdar bin, gelî kur’êd Aqûb û guhdarîya bavê xwe Îsraêl bikin.

[3] R’ûbêno, nixurîyê mino! Sih’et û destpêbûna qewata min, xweyê qedirê mezin û xweyê qewata zor,

[4] mîna ava ser hevr’a çûyî, lê tê nebî yê pêşin. Çimkî hatî cîyê bavê xwe, te h’er’imand nivîna min . Ew k’ete nava wê!

[5] Şimh’ûn û Lêwî bira ne. Şûrêd wan ç’ekêd neheqîya ne,

[6] bira canîya min nek’eve nav şêwirêd wan, qedirê min t’evî civata wan nîbe, çimkî ji hêrsa xwe wan merî kuşt, ji temsistîyê xwe ç’îlê box bir’în.

[7] Bira nifir’ li hêrsa wan be, ku gelekî giran bû, û k’în-boxa wan be ku gelekî bêîsafî bû! Ezê wan nav Aqûbda p’aravekim, û nav Îsraêlda bela-belayî kim.

[8] Cihûda! Birayêd teyê pesinê te bidin. Destê te ser stukura dijminê te be, zar’êd bavê te li ber te ta bin.

[9] Cihûda cewrikê şêra ye. Kur’ê min, tu ji nêç’îrkirinê r’abûyî. Wî xwe avît û p’alda mîna şêra û makeşêr, k’î dikare wî r’ake.

[10] Serwêrtîyê ji Cihûda kêm nebe, ne jî şiva se’vîtîyê ji bedena wî, h’eta hatina xweyê wê , û miletê guhdarîya wî bikin.

[11] Ce’şikê xwe wê k’ola tirîyêva girêde, ce’şikê k’era xwe k’ola tirîyêye here qencva, pê şerabê kirasê xwe wê bişo, û pê xûna tirîyê k’incêd xwe,

[12] ç’e’vêd wî ji şerabê sortir û diranêd wî ji şîr sipîtir bin.

[13] Zebûlonê devê be’rê bimîne, û gemîwargeha gemîya be, sînorê bigihîje h’eta Saydayê.

[14] Îsaxar, k’erekî qewat e, bin t’êr’ada dimer’ixe,

[15] dît r’ih’etî ku r’ind e, û welat jî p’ir’ xweşe, mil xwe tewand bin bare, bû p’aleyê borcdare.

[16] Danê dîwana miletê xwe bike mîna ji qebîleke Îsraêl,

[17] Danê me’rekî serê r’îya be, tîreme’rekî şiver’îya be, ku li sima hespê dixe, sîyarê wê serpiştê diçe.

[18] Ya Xudan ez hîvîya xilazkirina te me.

[19] Gad, mixulqetekê h’icûmî ser wî ke, lê ewê p’ê-p’ê h’icûm ke.

[20] Aşêrê nanda t’êr-t’ijî be, te’me-tîskêd p’adşê bide.

[21] Neftelî karê xezalêyî aza ye, xweyê gotinêd gul û nûre.

[22] Ûsiv ç’iqilê xweyîbere, ç’iqilê xweyîberî ser kanîyê ye, p’enc avîtîye ser dîware.

[23] Ew te’l kirin, gule avîtinê, tîrkevana k’în ajotinê,

[24] lê kevanê wî ser zora xwe ma, zendêd desta ç’îl girtine, bi saya destê Zorê Aqûb, Şivan û Qeyayê Îsraêlê.

[25] Ji bav Xwedê teyî ku alî te dike, ji Yê Herî-Zorî ku dua te dike, bi duayêd jore e’zmana, bi duayêd bêbinîyêye jêr p’aldayî, dua ser memik û bet’inê te.

[26] Duayêd bavê te, ji duayêd ç’îyayêd berê zortir bûn, ji xweşîya girêd h’eta-h’etayê bilindtir bûn, bira li ser serê Ûsiv bin, û ser t’epa serê wî, ku ser birayêd xwer’a ye.

[27] Binyamîn gurekî devxûn e, sibehê zû nêç’îrê dixwe, lê êvarê t’alên bela dike».

[28] Ev bûn her donzdeh qebîlêd Îsraêl, ev bû çi ku bavê wan wanr’a got û dua wan kir, anegorî duayê wan her kesî, dua li wan kir.

[29] T’emî da wan û gote wan: «Ezê t’evî cime’ta xwe bim, min t’evî kal-bavêd min, wê şkeftêda defin kin, ya ku li e’rdê Efronê h’îtîda ye.

[30] Wê şkefta welatê Kenanêda, e’rdê Maxpêlayî pêşberî Mamrêda, ya ku Birahîm e’rdêva, çawa milk’ bona gor’istên ji Efronê h’îtî k’ir’î bû.

[31] Birahîm û Seraya jina wîva li wir definkirî ne, Îshaq û R’êvêka jina wîva li wir definkirî ne, û min Lêa jî li wir definkirî ye.

[32] Ew e’rd û şkefta têda ji zar’êd h’îtîya hatiye k’ir’înê».

[33] Aqûb t’emîyêd ku dane kur’êd xwe xilaz kirin, nigêd xwe k’aşî nava nivînê kir, r’uh’ê xwe da û t’evî cime’ta xwe bû.

Destpêbûn — Chapters