[1] Hingê Ûsiv nikaribû xwe zeft kira, li ber h’emûyêd ku cem wî sekinîbûn kire qîr’în: «H’emû meriva ji cem min derxin!» Kesekî xerîb cem wî nema, gava Ûsiv xwe birayêd xweva da naskirinê.
[2] Kûr’în k’etê girîya, misirîya bihîst, ev deng gihîşte mala Firewin jî.
[3] Ûsiv gote birayêd xwe: «Ez Ûsiv im. Bavê min hê sax e?» Lê birayêd wî nikaribûn caba wî bidana, çimkî li ber wî bibûne kevir mabûn.
[4] Ûsiv gote birayêd xwe: «K’erem kin, werine nêzîk», ew jî çûne cem û wî got: «Ez birayê we Ûsiv im, yê ku we firote Misirê.
[5] Lê niha ber xwe nek’evin û li we çetin neyê, ku we ez firotime vira, çimkî Xwedê ez berî we şandime vira, bona xweykirina jîyîna we.
[6] Çimkî eva du salêd xelayîne li ser dinê, lê hê pênc sal jî hene, ku wê vedan û dirûnê nebe.
[7] Xwedê ez berî we şandim, wekî li ser dinê k’oka we bihêle û jîyîna we bi azayîke mezin xwey ke.
[8] Awa, yê ku ez şandime vira hûn nîbûn, lê Xwedê bû, ewî ez kirime bavê Firewin û xweyê t’emamîya mala wî, usa jî serwêrê t’emamîya welatê Misirê.
[9] Niha r’abin zû hevraz her’ine cem bavê min û jêr’a bêjin: Kur’ê te Ûsiv aha dibêje: «Xwedê ez kirime xweyê t’emamîya Misirê, nesekine zû berjêr were cem min.
[10] Tê t’opraxê Goşenêda nêzîkî min bimînî, t’evî kur’êd xwe, kur’êd kur’êd xwe, pez û dewarêd xwe û h’emû hebûka xweva».
[11] Ezê wir te t’êr kim, çimkî hê pênc salêd xelayê hene, wekî tu, mala xwe û hebûka xweva t’unebûnê nebînî.
[12] Va ye, ç’e’vê we û ç’e’vê birayê min Binyamîn dibînin, ku devê min van tişta wer’a dibêjin.
[13] Derheqa t’emamîya r’ûmeta mine Misirêda û her tiştê ku we dît bavê minr’a gilîkin û zû bavê min berjêr bînine vir».
[14] Xwe avîte stukura Binyamîn û girîya. Binyamîn jî ser stukura wîda girîya.
[15] Çû r’ûyê h’emû birayêd xwe û ser wanda digirîya. Pey vê yekêr’a birayêd wî pêr’a xeberdan.
[16] Deng gihîşte mala Firewin, ku birayêd Ûsiv hatine. Ev yeka li Firewin û xulamêd wî xweş hat.
[17] Firewin gote Ûsiv: «Bêje birayêd xwe: Bira aha bikin: H’eywanêd xwe bar kin û her’ine welatê Kenanê,
[18] û bavê xwe, neferêd xwe hildin û werine cem min. Ezê welatê Misirêda cîyê herî qenc bidime we û hûnê ji xêr-berek’eta welêt bixwin.
[19] Ez e’mir li te dikim ku wanr’a bê gotinê: Bira aha bikin: Ji welatê Misirê bona zar’okêd xwe û jinêd xwe e’reba xwer’a hildin û her’in bavê xwe hildin û bên.
[20] Bira ç’e’vê we hûr-mûrêd weda nemîne, çimkî h’emû xêr-xizna welatê Misirê ya weye».
[21] Kur’êd Îsraêl usa jî kirin. Ûsiv li gora e’mirê Firewin e’rebe dane wan û nanê r’îya wan da wan.
[22] Her yekî ji wan deste k’inc da wan, lê sêsid zîv û pênc dest k’inc dane Binyamîn.
[23] Bavê xwer’a jî, dehe k’erêd xêr-xizna Misirêva barkirî û dehe k’erêd mê jî genim, nan û xurekva barkirî bona r’îya bavê xwe şand.
[24] Gava birayêd xwe şandin, ew r’êk’etin, ewî got: «R’êva şer’ nekin».
[25] Ew ji Misirê hevraz çûn û hatine welatê Kenanê, cem bavê xwe Aqûb.
[26] Û wîr’a gilî kirin gotin: «Ûsivî hê sax e! Belê! Ew serwêrê t’emamîya welatê Misirê ye». Dest û p’îyêd wî lê sar bûn, çimkî ewî nikaribû gotina wan bawer bikira.
[27] Gava ew h’emû gotinêd Ûsiv ku wanr’a gotibû wîr’a gilî kirin û e’rebêd Ûsiv bona wî şandibûn ku ew pê her’e dîtin, r’uh’ li ber bîna bavê wan Aqûbda hat.
[28] Îsraêl got: «Bes e! Kur’ê min Ûsiv hê saxe! Ez her’im ku berî mirina xwe wî bibînim».