Destpêbûn 5
[1] Ev e r’eqema r’ik’inyata Adem, wê r’oje gava Xwedê merî xuliqand, dilqê Xwedêda ew çêkir,
[2] ew qisimê mêr û jinêda xuliqandin û dua li wan kir, r’oja xuliqandina wanda navê wan danî Merî.
[3] Gava Adem bû sed sî salî, kur’ekî dilqê wîda û mîna wî jêr’a bû ewî navê wî danî Sêt’.
[4] Pey bûyîna Sêt’r’a, Adem h’eysid salî jî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.
[5] Û t’emamîya r’ojêd e’mirê xweda, Adem nesid sî salî e’mir kir û mir.
[6] Sêt’ jî ku bû sed pênc salî, Enoş jêr’a bû.
[7] Pey bûyîna Enoşr’a, Sêt’ h’eysid h’eft salî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.
[8] Û t’emamîya r’ojêd xweda Sêt’ nesid donzdeh salî e’mir kir û mir.
[9] Gava Enoş bû nod salî, Qênan jêr’a bû.
[10] Pey bûyîna Qênanr’a, Enoş h’eysid panzdeh salî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.
[11] Û t’emamîya r’ojêd xweda Enoş nesid pênc salî e’mir kir û mir.
[12] Gava Qênan bû h’eftê salî, Mahalalêl jêr’a bû.
[13] Pey bûyîna Mahalalêlr’a Qênan h’eysid çil salî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.
[14] Û t’emamîya r’ojêd xweda Qênan nesid dehe salî e’mir kir û mir.
[15] Gava Mahalalêl bû şêst pênc salî, Yarêd jêr’a bû.
[16] Pey bûyîna Yarêdr’a Mahalalêl h’eysid sî salî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.
[17] Û t’emamîya r’ojêd xweda Mahalalêl h’eysid nod pênc salî e’mir kir û mir.
[18] Gava Yarêd bû sed şêst du salî, Henox jêr’a bû.
[19] Pey bûyîna Henoxr’a Yarêd h’eysid salî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.
[20] Û t’emamîya r’ojêd xweda Yarêd nesid şêst du salî e’mir kir û mir.
[21] Gava Henox bû şêst pênc salî, Metûşela jêr’a bû.
[22] Pey bûyîna Metûşelar’a Henox sêsid salî r’îya Xwedêda diçû û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.
[23] Û t’emamîya r’ojêd xweda Henox sêsid şêst pênc salî e’mir kir.
[24] Henox r’îya Xwedêda diçû û nişkêva bû qatî, çimkî Xwedê ew hildabû.
[25] Gava Metûşela bû sed h’eyştê h’eft salî, Lamex jêr’a bû.
[26] Pey bûyîna Lamexr’a, Metûşela h’efsid h’eyştê du salî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.
[27] Û t’emamîya r’ojêd xweda Metûşela nesid şêst nehe salî e’mir kir û mir.
[28] Gava Lamex bû sed h’eyştê du salî, kur’ek jêr’a bû,
[29] ewî navê wî danî Nuh û got: «Evê me ji kirêd me û ji cefêd meye giran li ser vî e’rdî r’ih’et ke, k’îjan ku Xudan nifir’ lê kiribû».
[30] Pey bûyîna Nuhr’a, Lamex pênsid nod pênc salî e’mir kir û gelek kur’ û qîz jêr’a bûn.
[31] Û t’emamîya r’ojêd xweda Lamex h’efsid h’eftê h’eft salî e’mir kir û mir.
[32] Gava Nuh bû pênsid salî, Nuhr’a Sam, Ham û Yefet bûn.