Skip to content
Opens in a new window

Destpêbûn 18

[1] Xudan nava darêd Mamrêye me’zêda wîva xuya bû, gava ew germaya r’ojêda li ber derê kon r’ûniştibû.

[2] Ewî serê xwe bilind kir, dîna xwe dayê, va ye sê mêr pêşberî wî sekinîne. Gava ew dîtin, ji ber derê kon bi r’ev çû pêşîya wan û h’eta e’rdê li ber wan dever’ûya çû,

[3] û got: «Xweyê min! Heger min li ber ç’e’vêd te k’erem dît, hîvî dikim li ser mala xulamê xwer’a derbaz nebe,

[4] bira hinek av bînin, nigêd xwe bişon û bin darêda r’ih’et bin,

[5] ez pe’rî nan bînim hûn qinyatekê bikin, paşê r’îya xweda her’in, çimkî hûn ku hatine cem xulamê xwe». Hingê wan got: «Te çawa got, usa jî bike».

[6] Birahîm lezande berbi kon, xwe Serayêr’a gîhand û gotê: «Zû bike sê warbêj arê xas bistirê, nan lêxe».

[7] Birahîm xwexa jî lez berbi h’eywên çû, golikeke h’ilîye r’ind girt da xulamekî, ewî jî ew zû hazir kir.

[8] Û Birahîm r’ûnê nivîşkî, şîr û goştê golika h’ilîye hazirkirî da ber wan û wan xwar, ew xwexa jî bin darêda cem wan ma.

[9] Hingê gotine Birahîm: «K’anêye Seraya jina te?» Ewî got: «Ew va ye konda ye».

[10] Û yekî ji wan got: «Saleke din vî çaxî ezê dîsa li ser teda bêm û kur’ekî Seraya jina te wê hebe». Lê Serayê li ber derê kon, pişt wîva dibihîst.

[11] Birahîm û Serayî kal pîr bibûn û r’ojêd xwe derbaz kiribûn, Serayî jî îdî ji kirasa hatibû bir’înê.

[12] Hingê Serayî li ber xweda k’enîya û got: «Vê mezinaya xweda ezê çî xwe şa bim, ku xweyê min jî îdî yekî kal e?»

[13] Xudan gote Birahîm: «Çima Serayî k’enîya û got: ‹Gelo r’astî ezê vê mezinaya xweda zar’a bînim, ku ez îdî pîr bûme?›

[14] Gelo tiştekî çetin bona Xudan heye? Vî we’deyê k’ifşkirîda, saleke din vî çaxî ezê li ser teda bêm û kur’ekî Serayê wê hebe».

[15] Hingê Serayê ji tirsa înk’ar kir û got: «Na, ez ne k’enîyame». Lê Xudan gotê: «Na, tu k’enîyayî».

[16] Ew merî ji wir r’abûn, wana berê xwe da Sodomê, Birahîm jî t’evî wan r’êk’et, ku wan ver’êke.

[17] Hingê Xudan got: «Gelo ezê wî tiştê ku ezê bikim ji Birahîm veşêrim?

[18] Ne belê Birahîmê e’se bibe miletekî mezin û zor. Û bi wî dua wê t’emamîya miletê li ser dinyayê bibe.

[19] Çimkî min ew bona wê yekê bijart, wekî ew t’emîyê bide kur’êd xwe û pey xwer’a jî mala xwe, ku ew r’îya Xudanda her’in, r’astîyê û heqîyê bikin, wekî Xudan çi ku Birahîmr’a soz daye bîne sêrî».

[20] Xudan got: «Çimkî qar’e-qar’a Sodom û Gomorayê zêde bûne û gunêd wan gelekî giran bûne,

[21] ezê niha peya bim dîna xwe bidimê, k’a ew r’ast weke wê qar’e-qar’a xirabîyêd wane ku gihîştine min dikin, heger na, ku ez zanibim».

[22] Ew merivana ji wir veger’îyan, çûne berbi Sodomê. Lê Birahîm hê li ber Xudan sekinî mabû.

[23] Paşê Birahîm nêzîk bû û got: «Gelo t’evî neqenca tê r’asta jî unda kî?

[24] Belkî wî bajarîda pêncî kesêd r’ast hebin? Gelo tê wî cîyî unda kî û nedî xatirê wan pêncî kesêd r’aste ku wê derê ne?

[25] Haşa ji te ku tu vê yekê bikî, wekî tu r’asta t’evî neqenca unda kî, yan jî usa bînî serê r’asta, çawa serê neqenca, haşa ji te! Ev yek nabe ku h’akimê t’emamîya dinyayê dîwana r’ast neke?»

[26] Xudan gotê: «Heger ez Sodomêda pêncî kesêd r’ast bibînim, ezê t’emamîya wî cîyî bidime xatirê wan».

[27] Birahîm lê veger’and û got: «Ez ku t’oz û k’ozî me, min turuş kir Xweyîr’a xeberda:

[28] Belkî ji pêncî kesêd r’ast pênc kêm bin, hingê tê t’emamîya bajêr wêran kî, bona pênca?» Xudan got: «Heger li wê derê çil pênc kes hebin, ez wêran nekim».

[29] Birahîm careke din pirsî û got: «Belkî li wê derê çil kes hebin?» Xudan got: «Bona çilî jî ez wê yekê nekim».

[30] Birahîm got: «Lê belê bira Xweyê min li ser xeberdana min hêrs nek’eve: Belkî li wê derê sî kes hebin?» Xudan gotê: «Heger li wê derê sî kes hebin, ez wê yekê nekim».

[31] Birahîm got: «Va ye min turuş kir Xweyîr’a xeberda: Belkî li wê derê bîst kes hebin?» Xudan gotê: «Bona xatirê bîst kesî jî ez wêran nekim».

[32] Hingê Birahîm dîsa got: «Lê belê bira Xweyê min hêrs nek’eve ezê vê carê jî bipirsim: Belkî li wê derê dehe kes hebin?» Xudan gotê: «Bona xatirê dehe kesî jî ezê wêran nekim».

[33] Û Xudan li pey xeberdana t’evî Birahîmr’a çû, Birahîm jî veger’îya cîyê xwe.

Destpêbûn — Chapters