[1] Hingê Îshaq gazî Aqûb kir, dua li wî kir, t’emî da wî û got: «Qîzêd kenanî nestînî.
[2] Lê r’abe her’e Paddan-Aramê, mala bavê dîya xwe Bet’ûêl û ji wir ji qîzêd xalê xwe Laban, qîzê xwer’a bixwaze.
[3] Û bira Xwedêyê Herî Zor te berek’et ke, te şîn ke û li hev zêde ke, ji te mixulqet pêşda bên.
[4] De bira ew xêr-berek’eta ser Birahîm li ser te û zur’eta teda bibarîne, wekî ew welatê ku te têda xerîbî derbaz kirîye, bibe milk’ê te, k’îjan ku Xwedê dabû Birahîm».
[5] Îshaq Aqûb şand, ew çû Paddan-Aramê cem xalê xwe Labanê kur’ê Bet’ûêlê aramî .
[6] Esaw dît ku Îshaq dua Aqûb kir û ew şande Paddan-Aramê, ku ji wir xwer’a qîzê bixwaze, dema ku dua wî dikir, t’emî da wî û got: «Ji qîzêd kenanîya xwer’a nexwazî»,
[7] Aqûb jî gur’a dê û bavê xwe kir, çû Paddan-Aramê.
[8] Esaw k’ifş kir, ku Îshaqê bavê wî qîzêd kenanîya begem nake,
[9] hingê Esaw çû cem Îsmayîl û qîza Îsmayîlê kur’ê Birahîm, Mah’alata xûşka Nêbayot xwer’a xwest, anî ser jinêd xwe.
[10] Aqûb ji Bîr-Şêvayê derk’et, çû ber bi H’aranê.
[11] Ew gihîşte cîkî, r’o lê çû ava, ewî kevirekî wan dera hilda danî ber serê xwe û li wî cîyî p’alda r’aza, şeva xwe li wir derbaz kir.
[12] Ewî xewnek dît, dîna xwe dayê wê p’êpelîngek ser e’rdê danîye û serê wê gihîştîye e’zmên. Û va ye milyak’etêd Xwedê ser wêr’a hildik’işîyan û peya dibûn.
[13] Û awa Xudan ser wîr’a sekinîbû û digot: «Ez Xudan Xwedêyê kal-bavê te Birahîm û Xwedêyê Îshaq im. Ezê wî e’rdê ku te li ser p’aldaye bidime te û zur’eta te.
[14] Zur’eta teyê weke t’oza e’rdê zêde be, wê berbi r’ohilat û r’oavayê, bakur û başûrê bela be. Bi te û zur’eta te wê dua li h’emû berekêd dinyayê bibe.
[15] Awa ez t’evî te me, tu k’uda jî her’î ezê te xweyî kim û te dîsa veger’înime vî welatî. Çimkî ez ji te dûr nak’evim, h’eta ku ew tiştê min ter’a gotîye neynime sêrî».
[16] Aqûb ji xewa xwe h’işyar bû û got: «R’astî Xudan li vir e, lê min nizanibû!»
[17] Hingê ew tirsîya û got: «Ev der çiqasî saw e! Ev tiştekî din nîne, lê mala Xwedê ye û dergehê e’zmana ye».
[18] Aqûb sibehê zû r’abû, ew kevirê ber serê xwe hilda h’eykel da sekinandinê bi r’ûn kêlik r’ûn kir.
[19] Navê wî cîyî danî «Bêt’-Êl », lê berê navê wî bajarî Lûz bû.
[20] Hingê Aqûb ad-qirar kir û got: «Heger Xwedê t’evî min be û vê r’êyêda min xwey ke, ya ku ez têda diçim, usa jî nanê xwarina min û k’inca li xwekirina min bide,
[21] û sax-silamet veger’ime mala bavê xwe, bira Xudan bibe Xwedê min,
[22] û ev kevirê ku min çawa h’eykel da sekinandinê jî bibe mala Xwedê. Û ji her tiştêd ku tu bidî min, ezê r’ast ji deha yekî bidim te».