Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 40

[1] Xudan t'evî Mûsa xeber da û gotê:

[2] «R'oja yekêye meha pêşin, Konê Şe'detîyê, awa gotî Konê Civînê vegirî.

[3] Sindoqa Şe'detîyê bibî hindur' û p'er'dê k'aşî ber kî.

[4] T'ext bînî hindur' û her tiştê wî ser cî bi cî r'êz kî, şemdanê bînî hindur', ç'irayêd wê vêxî û daynî ser şemdanê.

[5] Gorîgeha bixûrêye zêr'în daynî pêşberî Sindoqa Şe'detîyê û p'er'dê bavêjî ber derê Konê Şe'detîyê.

[6] Gorîgeha dîyarîya t'evayîşewatê daynî li ber derê Konê Şe'detîyê, awa gotî Konê Civînê.

[7] T'eştê daynî li navbera Konê Civînê û gorîgehê, avê dagirî.

[8] Dora wê h'ewşê çêke û p'er'dê bavêje ber derê h'ewşê.

[9] R'ûnê r'ûnkirinê hildî, Konê Şe'detîyê û h'emû çi ku hindur'da heye r'ûn kî, wê û h'emû nav mala wê pîroz kî, wekî ew pîroz be.

[10] Usa jî gorîgeha dîyarîya t'evayîşewatê û h'emû hacetêd wê r'ûn kî, gorîgehê pîroz kî, wekî gorîgeh bibe ya here pîroz.

[11] T'eştê û bingeha wê r'ûn kî û wê pîroz kî.

[12] Harûn û kur'êd wî bînî li ber derê Konê Civînê û wan bi avê bişoyî.

[13] K'incêd pîroz Harûn kî, wî r'ûn kî û wî pîroz kî, ku k'ahîntîyê minr'a bike.

[14] Kur'êd wî jî bînî û kirasa li wan kî.

[15] Wan jî usa r'ûn kî, çawa te bavê wan r'ûn kir, ku ew minr'a k'ahîntîyê bikin. Ev r'ûnkirina wan li nav nisilêd wanda bibe bona k'ahîntîya wane h'eta-h'etayê».

[16] Mûsa her tişt çawa ku Xudan t'emî dabû usa jî kir.

[17] Sala duda, yekê meha pêşin, Konê Şe'detîyê hate vegirtinê.

[18] Mûsa Konê Şe'detîyê vegirt, bingehêd wan danîn, çîtêd wan danîn, destû derbaz kirin û stûn dane sekinandinê.

[19] Sergir avîte ser Konê Şe'detîyê û serk'êş jorda k'işande ser kon, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.

[20] Şe'detî hilda û kire sindoqê, destû xelaqêd sindoqêr'a derbaz kirin û qalp'axê baxşandinê jorva danî li ser sindoqê.

[21] Sindoq bire hindur'ê Konê Şe'detîyê, p'er'de k'aşî ber kir û Sindoqa Şe'detîyê veşart, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.

[22] T'ext danî hindur'ê Konê Civînê, alîyê bakura kon vî alîyê p'er'dê der.

[23] Û ser wê li ber Xudan nan cî bi cî r'êz kir, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.

[24] Şemdan danî hindur'ê Konê Civînê, pêşberî t'ext alîyê başûra kon

[25] û li ber Xudan ç'ira vêxistin û danîne ser şemdanê, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.

[26] Gorîgeha zêr'în danî hindur'ê Konê Civînê pêşberî p'er'dê

[27] û li ser wê bixûra bînxweş agirşewatî kir, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.

[28] P'er'de avîte li ber derê Konê Şe'detîyê.

[29] Gorîgeha dîyarîya t'evayîşewatê danî li ber derê Konê Şe'detîyê, awa gotî Konê Civînê û li ser wê dîyarîya t'evayîşewatê û dîyarîya nanî da, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.

[30] T'eşt danî li navbera Konê Civînê û gorîgehê û bona şûştin-veşûştinê av dagirt.

[31] Mûsa, Harûn û kur'êd wî dest û p'îyêd xwe ji wê dişûştin.

[32] Gava ku dik'etine Konê Civînê û nêzîkî gorîgehê dibûn xwe dişûştin, çawa ku Xudan t'emî dabû Mûsa.

[33] H'ewşa dorberê Konê Şe'detîyê û gorîgehê dada û p'er'de avîte li ber derê h'ewşê. Bi vî awayî Mûsa şixul xilaz kir.

[34] E'wr Konê Civînê nixamt û r'ûmeta Xudan Konê Şe'detîyê dagirt.

[35] Mûsa nikaribû bik'eta Konê Civînê, çimkî e'wr danîbû li ser kon û r'ûmeta Xudan Konê Şe'detîyê dagirtibû.

[36] Her gava e'wr ji ser Konê Şe'detîyê r'adibû, hingê zar'êd Îsraêl t'emamîya r'êwîtîya xweda r'êdik'etin,

[37] lê heger e'wr r'anedibû ew r'ê nedik'etin, h'eta wê r'oja ku e'wr r'abûya.

[38] E'wrê Xudan r'ojê li ser Konê Şe'detîyê bû, şev jî e'wrda agir hebû, li ber ç'e'vê t'emamîya mala Îsraêl, nava t'emamîya r'êwîtîya wanda.

Derk'etin — Chapters