[1] Heger yek ga yan pezekê bidize, serjêke yan bifiroşe, bira ji ber gayekîva pênc ga û ji ber pezekêva jî çar peza bide.
[2] Heger diz ser dizîyê bê girtinê û lêxin bikujin, hingê bona wî xûn neyê r'êtinê.
[3] Lê heger te'vê daye ser wî, bira xûna wî serê wî be. Ji ber dizîyêva gerekê bê dayînê, lê heger tiştekî wî t'une, hingê bira wî bifiroşin ji ber dizîya wîva.
[4] Lê heger dizîya wî destê wîda sax bê girtinê, heger ga be, k'er be yan pez, gerekê dubare bide.
[5] Heger yek h'eywanêd xwe e'rdekî yan r'ezê tirîyada biç'êrîne paşê h'eywanêd wî bik'eve e'rdê xelqê, hingê bira ji deremeta e'rdê û r'ezê tirîyê xweyî here qenc ji berva bide.
[6] Heger agir stirîya k'eve û bavêje gur'zêd lodkirî yan zevîya nedirûyî yan deştê bişewitîne, bira yê agir avîtîyê cirmê bik'işîne.
[7] Heger yek p'era yan tiştekî qîmet bide yekî din ku xweyî ke û ji mala wî bê dizînê, heger diz bê girtinê bira dubare bide.
[8] Heger diz neyê girtinê, bira xweyê malê bibine ber h'akima , gelo r'ast destê wî hebûka wî merivî ne k'etîye.
[9] Bona her neheqîyê, bona ga, yan k'erê, yan pêz, yan k'inca û bona her tiştêd undabûyî, heger yek bêje: Ew ya min e, şixulê her duya jî her'e ber h'akima , h'akim* k'ê ku neheq bibîne, bira ew dubare bide wî merivî.
[10] Heger yek k'erê yan ga, yan pez, yan jî h'eywaneke din bide yekî din ku xweyî ke û ew h'işk be, yan zirarek lê bibe, yan bê dizînê û kesekî nedîtibe,
[11] hingê bira li ber Xudan sond bixwe, ku destê wî hebûka wî merivî nek'etîye û xweyê hebûkê gerekê bawer bike û yêd din cirmê nede.
[12] Lê heger ji cem wî hatîye dizînê, hingê bira heqê wê bide xweyê wî.
[13] Lê heger hatîye dir'andinê bira beret'ê bîne û ji ber wêva nede.
[14] Heger yek ji yekî din h'eywên deynî hilde û zirarek lê bibe yan h'işk be, xweyê wê ne wir be, gerekê ew e'se cirmê bide.
[15] Heger xweyê wî li wir bûye, hingê ew cirmê nade heger ew bi k'irê hildabû ewê bik'eve nava heqê k'irê.
[16] Heger yek qîza bik'ir bixapîne û wê r'ûr'eş ke, gerekê e'se qelenê wê bidê û wê jî bistîne.
[17] Heger bavê wê qet nexwaze qîza xwe bide wî, ew gerekê weke qelenê qîza bide.
[18] K'oç'ekê sax nehêle.
[19] K'ê serê xwe h'eywênr'a dayne, gerekê e'se bê kuştin.
[20] Pêştirî Xudan k'ê xwedêyêd mayînr'a qurbanê bide ew bê undakirinê.
[21] Xerîba neêşîne û wan nede cefê, çimkî hûn jî welatê Misirêda xerîbîyêda bûne.
[22] Sêwî û jinebîyê t'u car nede cefê.
[23] Heger wan bidî cefê û ew gazinê xwe li min bikin, ezê zarînîya wan e'se bibihêm
[24] û hêrsa xwe r'akim, bi şûr we bikujim, jinêd weyê bî bimînin û zar'êd we jî sêwî.
[25] Heger p'era deynî bidî k'esîbekî ji cime'ta mine cem xwe, mîna selefdara wî nexeniqînî û selefa nedî li ser wî.
[26] Heger tu k'inca yekî din bihê hildî, h'eta r'oçûyîna ava lê veger'înî,
[27] çimkî t'enê ew e sit'ara wî û k'inca canê wî, ewê çida r'azê? Nebe ku ew hewara xwe li min dayne û ez bibihêm, çimkî ez r'e'm im.
[28] H'akima bêhurmet neke û nifir'a serwêrê cime'ta xwe neke.
[29] H'edîya bêderê û deremeta xweye h'incir'andinê derengî neyêxî. Nixurîyê kur'êd xwe bide min.
[30] Usa jî bona ga û pezê xwe bike. H'eft r'oja bira ber makê be û r'oja h'eyşta wê bide min.
[31] Hûnê bona min merivêd pîroz bin, goştê çolêyî ku hatîye dir'andinê nexwin, bavêjine ber sa.