[1] T'emamîya civîna zar'êd Îsraêl, li gora gotina Xudan ji firarîya ber'îya Sînê çûn li R'ifîdîmê konêd xwe vegirtin, li wir bona cime'tê ava vexwarinê t'une bû.
[2] Hingê cime'tê qir'ka Mûsa girt û gotinê: «Avê bide me em vexwin». Mûsa gote wan: «Hûn çima qir'ka min digirin? Çima Xudan dicêr'ibînin?»
[3] Cime't wê derê t'î bû, bîna xwe li Mûsa teng kirin û gotinê: «Çima te em ji Misirê derxistin, wekî me, zar'êd me û h'eywanêd me t'îbûna bikujî?»
[4] Mûsa gazî Xudan kir û got: «Ez xwe li vê cime'tê çawa bikim? Hindik maye ku min bidine li ber kevira!»
[5] Hingê Xudan gote Mûsa: «Derbazî pêşîya cime'tê be, ji r'ûspîyêd Îsraêl t'evî xwe hilde û wê şivdara xwe, bi k'îjanê te ç'emê Nîlê xist, bigire destê xwe û her'e.
[6] Va ye ezê li wir H'orêbêda ser qeyê, li ber te bisekinim û tu qeyê xe, wê ji wê avê derê cime'tê vexwe». Mûsa li ber ç'e'vê r'ûspîyêd Îsraêl usa kir.
[7] Û navê wî cîyî danî Massah û Mêrîbah , çimkî zar'êd Îsraêl wir k'etine de'wê, Xudan cêr'ibandin û gotin: «Gelo Xudan nav meda ye yan na?»
[8] Amalêkî hatin li nav R'ifîdîmê t'ev Îsraêl şer' kirin.
[9] Mûsa gote Yêşû: «Mer'a mêra bibijêre û her'e t'ev Amalêk şer' ke, sibê ezê li serê gir bisekinim û şivdara Xwedê jî destê minda».
[10] Yêşû usa kir çawa ku Mûsa got, t'evî Amalêk şer' kir. Mûsa, Harûn û Hûr r'abûne serê gir.
[11] Gava Mûsa destê xwe bilind dikir, îsraêlîya li ser dik'etin, lê gava destê xwe ber'dida, amalêkî li ser dik'etin.
[12] Lê gava destêd Mûsa westîyan, hingê kevirek hildan danîne bin wî û ew li ser wî r'ûnişt. Harûn û Hûr jî yekî alîkîva yê din jî alîyê dinva destêd wî bilind xwey kirin, h'eta r'o çû ava destêd wî qewîn sekinîn.
[13] Yêşû Amalêk cime'têva devê şûrr'a derbaz kir.
[14] Hingê Xudan gote Mûsa: «Vê yekê bona bîranînê k'itêbêda binivîse û bigihîne guhê Yêşû ku ezê bîranîna Amalêk, bin p'er'ê e'zmanda lap bidime hildanê».
[15] Mûsa gorîgehek çêkir û navê wê danî: Xudan ala min e.
[16] Û got: «Li ser t'extê Xudan dest bilind bû! Xudanê t'ev Amalêk qur'ne-qur'ne şer' ke»