[1] Ji dara darcêwîyê gorîgeha dîyarîya t'evayîşewatê çêkir, dirêjayîya wê pênc zend, berayîya wê pênc zend ew çar goşe bû, bilindayîya wê jî sê zend.
[2] Ser her çar e'nîşkêd wê stirû derxistin, usa ku stirûyêd wê ji wê bûn û ew sifir kirin.
[3] H'emû hacetêd gorîgehê, awa gotî, t'ebaxêd wê, mer'ikêd wê, t'eştêd wê, goştgir û sinîyêd wê çêkirin. H'emû hacet ji sifir çêkirin.
[4] Bona gorîgehê h'eta nîvê wê binê t'oqva ji sifir çîteke mîna t'or'ê çêkir.
[5] Ser her çar e'nîşkêd çîta sifir, çar xelaq r'okirin ku destû têr'a bêne derbazkirinê.
[6] Destû ji dara darcêwîyê çêkirin û ew sifir kirin.
[7] Ew destû xelaqêd k'êleka gorîgehêr'a derbaz kirin, wekî bi wan bê hildanê. Gorîgeh vala pê t'exta ew çêkir.
[8] T'eşta sifir û bingeha wêye sifir ji wan neynikêd k'ulfetêd ku ber derê Konê Civînê xulamtî dikirin çêkir.
[9] H'ewş jî çêkir. Dirêjaya p'er'dêd ji k'itanê zirav-badayî ku dik'etine alîyê başûrê h'emû bi hevr'a sed zend bû.
[10] Bîst stûnêd wan bîst bingehava ji sifir bûn. Çengelêd stûna û şîşêd wan ji zîv bûn.
[11] Dirêjayîya p'er'dêd alîyê bakurê h'emû bi hevr'a sed zend bû, bîst stûnêd wan bîst bingehava ji sifir bûn. Çengelêd stûna û şîşêd wan ji zîv bûn.
[12] Dirêjayîya p'er'dêd alîyê r'oavayê h'emû bi hevr'a pêncî zend bû, stûnêd wan dehe û bingehêd wan jî dehe bûn. Çengelêd stûna û şîşêd wan ji zîv bûn.
[13] Dirêjayîya p'er'dêd alîyê r'ohilatê h'emû hevr'a pêncî zend bû.
[14] P'er'dêd alîkî derî h'emû bi hevr'a panzdeh zend bû, stûnêd wan sisê û bingehêd wan jî sisê bûn.
[15] Bona alîyê dinê, awa gotî p'er'dêd ber derê h'ewşê hin vî alî, hin jî alîyê dinê panzdeh zend, stûnêd wan sisê û bingehêd wan sisê bûn.
[16] H'emû p'er'dêd dora h'ewşê ji k'itanê zirav-badayî bûn,
[17] bingehêd stûna ji sifir bûn, lê çengelê stûna şîşêd wanva ji zîv bûn, serêd stûna zîvkirî bûn. H'emû stûnêd h'ewşê bi şîşêd zîv girêdayî bûn.
[18] P'er'da ber derê h'ewşê, ji r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û ji k'itanê zirav-badayî bi xebata neqişandîtîyê bû. Dirêjaya wê bîst zend, berayîya p'er'dê pênc zend bû, weke p'er'dêd h'ewşê.
[19] Çar stûnêd wêye serêd wan zîvkirî bûn, çar bingehêd wêye sifir bûn, çengelêd wê û şîşêd wê ji zîv bûn.
[20] Singêd bona Konê Şe'detîyê û dora h'ewşê h'emû ji sifir bûn.
[21] Ev bûn h'esabê Konê Şe'detîyê, çawa ku Mûsa t'emî dabû, wekî lêwî bi serwêrîya Ît'amarê kur'ê k'ahîn Harûn h'esab kirin.
[22] Bisalêlê kur'ê Ûrîyê Hûr, ji qebîla Cihûda ev h'emû tişt kir, çi ku Xudan t'emî dabû Mûsa.
[23] T'evî wî Oholîab kur'ê Ahîsamaxê ji qebîla Dan, ku hoste, h'unurmend û neqişandarê bi r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û k'itanê zirav bû.
[24] H'emû zêr'êd ku bona şixulê çêkirina pîrozgehê hatibû xebatê, awa gotî zêr'ê ku çawa dîyarî hatibû dayînê, bîst nehe telant û h'efsid sî şêkil bû, anegorî şêkilê pîrozgehê.
[25] Zîvêd h'esabkirina civînê sed telant û h'ezar h'efsid h'eftê pênc şêkil bû anegorî şêkilê pîrozgehê,
[26] serê her merivê bîst salî û jor ku dihate jimarê nîv şêkil bû, awa gotî şesid sê h'ezar pênsid pêncî meriv.
[27] Bona r'okirina bingeha pîrozgehê û bingeha p'er'da, sed telant zîv çû û bi wî sed bingeh hatine çêkirinê, telantek bona her bingehê.
[28] Bi h'ezar h'efsid h'eftêpênc şêkil zîv çengel û şîşêd stûna çêkirin, serê stûna zîv kirin.
[29] Sifirê ku çawa dîyarî hatibû dayînê, h'eftê telant û du h'ezar çarsid şêkil bû.
[30] Bi wî bingehêd ber derê Konê Civînê, gorîgeha sifir çîta wêye sifir û h'emû hacetêd gorîgehê,
[31] bingehêd dora h'ewşê, bingehêd ber derê h'ewşê, h'emû singêd Konê Şe'detîyê û h'emû singêd dora h'ewşê çêkirin.