Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 31

[1] Xudan t'evî Mûsa xeber da û gotê:

[2] «Va ye min bi nav gazî Bisalêlê kur'ê Ûrîyê Hûrê ji qebîla Cihûda kir.

[3] Min ew R'uh'ê Xwedêva, bi serwaxtîyê, bîlantîyê, deste'melîyê û firaseta her p'êşek'arîyêva dagirt,

[4] wekî bi zêr', zîv û sifir tişta bih'unirîne,

[5] û kevira bik'ole qaş ke, dara bik'ole û her cûr'e şixulî bike.

[6] Va ye min Oholîabê kur'ê Ahîsamaxê ji qebîla Dan çawa k'omekdar da wî û firasetî kirîye dilê xweyîfiraseta, wekî her tiştê ku min t'emî li te kirine bikin.

[7] Konê Civînê, Sindoqa Şe'detîyê, qalp'axê baxşandinêyî ser wê û h'emû navmala kon,

[8] usa jî t'ext derdanêd wêva, şemdana xalis h'emû hacetêd wêva û gorîgeha bixûrê,

[9] gorîgeha dîyarîya t'evayîşewatê û h'emû hacetêd wê, t'eşt û bingeha wê,

[10] k'incêd qulixkirinê, k'incêd pîroze k'ahîn Harûnr'a û k'inca kur'êd wîr'a bona xizmetk'arîyê,

[11] r'ûnê r'ûnkirinê û bixûra bînxweş bona Cîyê Pîroz, van h'emûya usa çêkin çawa ku min t'emî da te».

[12] Xudan t'evî Mûsa xeberda û gotê:

[13] «Tu t'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje: ‹Hûn gere e'se şemîyêd min xwey kin, çimkî eva nîşaneke li nava min û we nisilêd weda, ku hûn bizanibin wekî ez Xudan im, yê ku we buhurtî-jibare dikim.

[14] Awa şemîyê xwey kin, çimkî ew bona we pîroz e, k'ê ku wê bih'er'imîne gerekê bê kuştinê. Heger yek wê r'ojê şixulekî bike, bira ew meriva ji nav cime'ta xwe bê r'aqetandinê.

[15] Bira şeş r'oja xebat bê kirinê, lê r'oja h'efta şemîya r'ih'etîyê ye, pîroz e bona Xudan. K'ê ku r'oja şemîyê şixulekî bike gerekê bê kuştinê.

[16] Bira zar'êd Îsraêl şemîyê xweyî kin, wekî şemî li nav nisilêd wanda bê xweyîkirinê, çawa peymana h'eta-h'etayê.

[17] Ew nîşana h'eta-h'etayê ye li nav min û zar'êd Îsraêlda, çimkî Xudan li nava şeş r'ojada e'rd û e'zman e'firandin û r'oja h'efta destê xwe ji xebatê kir û r'ih'et bû›».

[18] Gava Xwedê li ser ç'îyayê Sînayê xeberdana xweye t'evî Mûsa ser hevda anî, du selêd Şe'detîyê dane wî. Selêd kevirîye bi t'ilîya Xwedê li ser nivîsar.

Derk'etin — Chapters