[1] Xudan t'ev Mûsa xeber da û got:
[2] «Bêje zar'êd Îsraêl ku veger'ine pêşberî Pî-Hahîrot'ê, li navbera Mîgdolê û be'rê, pêşberî Bae'l-Siponê, nêzîkî be'rê zoma xwe lêxin.
[3] Hingê Firewinê bona zar'êd Îsraêl bêje: Ewana welêtda xalifîne û ber'îyê dora wan girtî ye.
[4] Ezê dilê Firewin bikime kevir, wê pey wan k'eve û ezê ser Firewin û ser t'emamîya ordîya wî r'ûmeta xwe bidime k'ifşê, hingê misirîyê bizanibin ku ez Xudan im». Wana usa jî kir.
[5] Cab dane p'adşê Misirê ku cime't r'evîye. Dilê Firewin û xulamêd wî hindava cime'têda hatine guhastinê û gotin: «Me çi kir? Çima îzina Îsraêl da ku ew ji xulamtîya me derk'etin?»
[6] Firewin e'reba xwe hazir kir, cime'ta xwe jî t'evî xwe hilda.
[7] Şesid e'rebêd şêr'e jibare hildan û usa jî h'emû e'rebêd şêr'e Misirê, ser wan h'emûya jî seresker danîn.
[8] Xudan dilê Firewin p'adşê Misirê kire kevir û ew pey zar'êd Îsraêl k'et. Lê zar'êd Îsraêl bi mêrk'îmî derk'etibûn.
[9] misirî pey wan k'etin, h'emû hesp û e'rebêd Firewin, sîyarî û eskerêd wî xwe wanr'a gîhandin, Îsraêl jî pêşberî Bae'l-Siponê cem Pî-Hahîrot'ê nêzîkî be'rê zoma xwe lêxistibû.
[10] Firewin ku nêzîk bû zar'êd Îsraêl dîna xwe danê, va ye misirî pey wan k'etine, hingê zar'êd Îsraêl gelekî tirsîyan û gazî Xudan kirin.
[11] Gotine Mûsa: «Gelo Misirêda t'irb t'unebûn ku te em anîn ber'îyêda bimirin? Te ev çi anî serê me ku em ji Misirê derxistin?
[12] Welatê Misirêda me ev yek ter'a nedigot: Bihêle em xulamtîyê misirîyar'a bikin? Çimkî hê r'ind bû me Misirêda xulamtî bikira, ne ku ber'îyêda bimirin».
[13] Hingê Mûsa gote cime'tê: «Netirsin, bisekinin hûnê bibînin xilazkirina Xudan, k'îjan ku bona we ewê îro bike! Çimkî wan misirîyêd ku hûn îro dibînin, îdî hûnê t'u car nebînin.
[14] Xudanê dewsa we şer' ke, hûn ker' bin».
[15] Xudan gote Mûsa: «Tu çima gazî min dikî? Bêje zar'êd Îsraêl bira r'êk'evin.
[16] Tu jî şivdara xwe hilde û destê xwe dirêjî ser be'rê ke û be'rê biqelêşe ku zar'êd Îsraêl li nava be'rê, ser zihayêr'a her'in.
[17] Va ye ezê dilê misirîya bikime kevir û wê pey wan her'in û ezê ser Firewin, h'emû ordîya wî, e'rebêd wî, sîyarîyêd wî bême r'ûmetkirinê.
[18] Hingê misirîyê bizanibin ku ez Xudan im, gava ez ser Firewin, e'rebêd wî û sîyarêd wî bême r'ûmetkirinê».
[19] Milyak'etê Xwedê ku pêşîya zoma îsraêlîyava diçû, hate paşîya wan û stûna e'wrê pêşîya wan jî hate paşîya wan sekinî.
[20] Û xwe da nava zoma misirîya û zoma îsraêlîya, hingê bona misirîya e'wrayî û şever'eş bû, lê bona îsraêlîya şev r'onayî dida û t'emamîya şevê ew nêzîkî hev nebûn.
[21] Mûsa destê xwe dirêjî ser be'rê kir, Xudan t'emamîya şevê bi bayê r'ohilatêyî qayîm be'r ajot û be'r ziha kir. Av hate qelaştinê
[22] û zar'êd Îsraêl, li nava be'rê ser zihayêr'a çûn, av alîyê wanî ç'ep û r'astêva bû dîwar.
[23] misirî pey wan k'etin û h'emû hespêd Firewin, e'rebêd wî, sîyarîyêd wî çûne nava be'rê.
[24] Û destê berbangê, Xudan ji stûna agirî û e'wrî dîna xwe da ordîya misirîya û t'evîhevbûn kire li nav wan.
[25] T'ekerekêd e'rebêd wan hatine derxistinê usa ku ew bi zorê pêşda diçûn, hingê misirîya got: «Em bir'evin ji îsraêlîya, çimkî Xudan dewsa wan misirîyar'a şer' dike».
[26] Xudan gote Mûsa: «Destê xwe dirêjî ser be'rê ke, wekî av li ser misirîya, e'rebêd wan û sîyarîyêd wanda veger'e».
[27] Mûsa destê xwe dirêjî ser be'rê kir, serê sibehê be'r veger'îya ser qirara xwe, misirî dir'evîyan berbi wê û Xudan misirî kewkî be'rê kirin.
[28] Av veger'îya û e'rebe, sîyarî û t'emamîya ordîya Firewin nixamt, ewêd ku pey wan k'etibûne be'rê qet yek ji wan nema.
[29] Lê zar'êd Îsraêl, be'rêda ser zihayêr'a çûbûn, av li alîyê wanî ç'ep û r'astêva wanr'a bibû dîwar.
[30] Û wê r'ojê Xudan îsraêlî ji destê misirîya xilaz kirin. îsraêlîya devê be'rê misirî mirî dîtin.
[31] Îsraêl qewata wî destî dît, k'îjan ku Xudan ser misirîya da k'ifşê. Cime't ji Xudan tirsîya û bawerîya xwe Xudan û xulamê wî Mûsa anîn.