Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 2

[1] Merivekî ji mala Lêwî, çû qîzeke lêwîya xwer'a xwest.

[2] Ew jin h'emle derk'et kur'ek anî, ewê dîna xwe dayê ku ew bedew bû, sê meha ew veşart.

[3] Lê gava ewê îdî nikaribû ew veşarta, hingê sepeteke ji cûr'ekî qamîşa hilda, ew xîj û qîr kir, ew kur'ik kirê û danî nav qamîşêd devê Nîlê.

[4] Xûşka zar'okê dûr sekinî, wekî bizanibe k'a wê çi biqewime serê wî.

[5] Û qîza Firewin berbi Nîlê çû ku avê xwe ke, carîyêd wê jî devê ç'êm diger'îyan. Ewê sepetek nav qamîşada dît û carîya xwe şand çû ew anî.

[6] Gava vekir kur'ik dît. Kur'ik digirîya, dilê wê ser şewitî û got: «Eva ji zar'êd îbranîya ye».

[7] Hingê xûşka wê zar'ê gote qîza Firewin: «Dixwazî ez her'im bona te gazî k'ulfeteke îbranîyaye berdergûş kim, ku bê bona te bistên bide evê zar'ê?»

[8] Qîza Firewin gote wê: «Her'e». Qîzikê jî çû gazî dîya zar'okê kir.

[9] Qîza Firewin gote wê k'ulfetê: «Hanê vî kur'î minr'a xwey ke, ezê heqê te bidim». K'ulfetê ew kur'ik hilda û xwey kir.

[10] Gava kur'ik mezin bû, ewê anî da qîza Firewin, ewê jî ew xwer'a kire kur' û navê wî danî Mûsa , got: «Çimkî min ew ji avê derxist».

[11] Êp'êce wext derbaz bû, gava Mûsa mezin bû , r'abû çû cem biratîya xwe, ewî dîna xwe da şixulêd wanî giran, dît wê yekî misirî birakî wîyî îbranî dik'ute,

[12] dor xwe nihêr'î, dîna xwe dayê ku kes t'une, lêxist yê misirî kuşt û qûmêda veşart.

[13] R'oja dinê r'abû çû, dîna xwe dayê wê du merivêd îbranî hevr'a şer' dikin, hingê gote yê neheq: «Çima tu li hevalê xwe dixî?»

[14] Ewî jî lê veger'and: «K'ê tu ser me serwêr û h'akim k'ifş kirî? Dibe ku dixwazî min jî bikujî çawa te yê misirî kuşt?» Mûsa tirsîya û got: «R'ast ev tişta derk'etîye».

[15] Firewin ev tişt bihîst, xwest ku Mûsa bikuje, lê Mûsa ji ber Firewin r'evî çû welatê Midyanêda ma, li ser bîrekê r'ûnişt.

[16] H'eft qîzêd t'erêqê Midyanê hebûn. Evana hatin av k'işandin, k'ur'n t'ijî kirin ku pezê bavê xwe avdin.

[17] Şivana hat berî wan dan. Hingê Mûsa r'abû pişta wan girt û pezê wan avda.

[18] Evana çûne cem bavê xwe R'ihûêl , ewî pirsî: «Ev çawa bû ku hûn îro usa zû hatin?»

[19] Wana got: «Merivekî misirî em ji destê şivana xilaz kirin, av jî bona me k'işand û pezê me avda».

[20] Hingê ewî gote qîzêd xwe: «Lê ew k'anê ye? We çima ew merî usa ber'da? Gazî wî kin bira bê nan bixwe».

[21] Li Mûsa xweş hat ku cem wî merivî bimîne û ewî qîza xwe Sîpporah da Mûsa.

[22] Ewa h'emle derk'et, kur'ek anî û Mûsa navê wî danî Gêrşom , çimkî got: «Ez welatê xelqêda k'etime xerîbîyê».

[23] Pey gelek wextr'a p'adşê Misirê mir. Zar'êd Îsraêl ji dest xulamtîyê kirine zarîn. Û ew hewar-gazîya wane ji dest xulamtîyê gihîşte Xwedê.

[24] Xwedê hêwerza wan bihîst û Xwedê ew peymana xwe bîr anî, ya ku t'evî Birahîm, Îshaq û Aqûb girêdabû.

[25] Xwedê dîna xwe da zar'êd Îsraêl û h'alê wan pê h'esîya.

Derk'etin — Chapters