[1] Ji dara darcêwîyê gorîgehê çêkî, dirêjayîya wê pênc zend, berayî pênc zend, bira gorîgeh çar goşe be, bilindayîya wê sê zend be.
[2] Ser her çar e'nîşkêd wê stirûya derxî, usa ku stirûyêd wê ji wê bin, wê sifir kî.
[3] T'ebaxêd bona k'ozîr'êtina wê, mer'ikêd wê, t'eştêd wê, goştgir û sinîyêd wê çêkî, h'emû hacetêd wê ji sifir çêkî.
[4] Û bona wê ji sifir çîteke mîna t'or'a çêkî û çar xelaqêd sifir ser her çar e'nîşkêd çîtva kî.
[5] Û wê jêrêva daynî bin kevîya gorîgehê, usa ku çît nîvê gorîgehêda be.
[6] Bona gorîgehê destûya çêkî, destû ji dara darcêwîyê bin û wan sifir kî.
[7] Gere destûyêd wê li nav xelaqar'a derbaz bin, ew destû gere her du k'êlekêd gorîgehêva bin, bona hildana wê.
[8] Wê ji t'exta çêkî û hindur' vala, çawa ku ser ç'îyê ter'a hate nîşandayînê, usa jî çêkî.
[9] Alîyê başûrê h'ewşa Konê Şe'detîyê çêkî û p'er'dêd wê ji k'itanê zirav-badayî be, dirêjayîya alîkî sed zend be.
[10] Bîst stûnêd wê bin t'evî bîst bingehêd ji sifir, lê çengelêd stûna û şîşêd wê ji zîv bin.
[11] Usa jî bona h'ewşa alîyê bakurê, dirêjayîya p'er'dê bira sed zend be û bîst stûnê wê bin, t'evî bîst bingehêd ji sifir, çengelêd stûna t'evî p'evgirêka jî ji zîv bin.
[12] Bona berayîya h'ewşê, p'er'dêd alîyê r'oavayê pêncî zend be, dehe stûnêd wan û dehe bingehêd wan bin.
[13] Berayîya pêşîya h'ewşê ku wê bik'eve alîyê r'ohilatê pêncî zend be.
[14] P'er'dêd alîkî dêrî panzdeh zend be, stûnêd wan sisê û bingehêd wan sisê bin,
[15] p'er'dêd alîyê din panzdeh zend be, stûnêd wan sisê û bingehêd wan sisê.
[16] Bona derê h'ewşê ji r'îsê şîn, şîrk, sorê gevez û k'itanê zirav-badayî, p'er'deke bîst-zendî bi xebata neqişandîtîyê çêkî. Çar stûn û çar bingehêd wê gere hebin.
[17] H'emû stûnêd dora h'ewşê gere bi şîşêd zîvîn hevva girêdayî bin. Çengelêd wan zîv û bingehêd wan sifir bin.
[18] Dirêjayîya h'ewşê sed zend be, berayî pêncî zend be û bilindayîya p'er'dêd dorê pênc zend be. Ew gere ji k'itanê zirav-badayî bin, bingehêd stûna ji sifir bin.
[19] Her hacetê bona her şixulê Konê Şe'detîyê, h'emû singêd wê û h'emû singêd h'ewşê ji sifir bin.
[20] Tu t'emîyê bide zar'êd Îsraêl, wekî ter'a bona r'onayê r'ûnê zeyt'ûnêyî zelal k'işandî bînin, ku ç'ira her t'im bişxule.
[21] Harûn zar'êd xweva Konê Civînêda , vî alîyê p'er'da ber Şe'detîyê, li ber Xudan êvarê h'eta sibehê xemê şixulandinê hildine li ser xwe. Ev yek alîyê zar'êd Îsraêlda nav nisilêd wanda bibe e'rf-e'detê h'eta-h'etayê.