Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 34

[1] Xudan gote Mûsa: «Du selêd kevirî xwer'a bibir'e mîna yêd pêşîyê û ezê li ser wan sela binivîsim wan xebera, yêd ku li ser selêd pêşîyê bûn, k'îjan te hûrdexweşî kirin.

[2] Bona serê sibehê hazir bî. Serê sibehê hilk'işî ç'îyayê Sînayê û wê derê li ser ç'îyê ber min bisekinî.

[3] T'u kes t'evî te hilnek'işe û t'u kes li ser t'emamîya ç'îyê neyê k'ifşê, ne jî pez û dewar nêzîkî ç'îyê biç'êre».

[4] Mûsa du selêd kevirî mîna yê pêşîyê bir'în. Ew serê sibehê r'abû, her du selêd kevirî dêstda hilk'işîya ser ç'îyayê Sînayê, çawa ku Xudan t'emî dabû wî.

[5] Û Xudan pê e'wr peya bû, li wir cem wî sekinî û navê Xudan e'lam kir.

[6] Xudan li ber wîr'a derbaz bû û e'lam kir: «Xudan, Xudan im! Xwedêyê r'e'm û k'eremê, sebir-sik'anê, bi h'ub û aminîyêda xinêyo,

[7] ku bona h'ezara xweyê h'uba amin e, neheqîyê, ner'astîyê û guna dibaxşîne, lê sûcdara bê ceza nahêle, neheqîya bava tîne serê kur'a û kur'ê-kur'a, h'eta nisilê sisîya û çara».

[8] Mûsa bi lez dever'ûya çû e'rdê û h'eband,

[9] û got: «Xweyê min, eva miletekî serh'işk e, lê heger min li ber ç'e'vêd te k'erem dîtîye, hîvî dikim, bira Xweyê min t'evî me bê. Neheqî û gunêd me bibaxşîne û me bike warê xwe».

[10] Û Xudan gotê: «Va ye ez peymanê girêdidim, li ber ç'e'vê t'emamîya cime'ta te k'eremetêd usa ezê bikim, k'u li ser r'ûbarî dinê û li nav h'emû miletada tiştêd usa ne bûne. H'emû miletêd dor-berêd te, wê kirinêd Xudan bibînin, çimkî ezê bona te kirinêd h'eyre-xof bikim.

[11] Bîra xweda xwey ke çi t'emîyê ez îro didim te, va ye ezê li ber te emorîya, kenanîya, pirîzzîya, h'îtîya, h'îwîya û yebûsîya r'aqetînim.

[12] Miqatî xwe bî, ew welatê ku tê her'î nebe ku peymanê t'evî binelîyêd wî girêdî û ew ter'a bibe t'ele.

[13] Lê hûn gorîgehêd wan wêran kin, h'eykelêd wan hûrdexweşî kin û Aşêrahêd wan jî bibir'in.

[14] Tu xwedêyê başqe neh'ebînî, çimkî navê Xudan K'umr'eş e, ew Xwedêkî k'umr'eş e.

[15] Nebe ku tu t'evî binelîyêd wî welatî peymanê girêdî, gava ew pey xwedêyêd xwe her'in bêe'silîyê bikin, qurbana xwedêyêd xwer'a bidin û te t'eglîf kin, tu jî ji wê qurbana wan bixwî,

[16] qîzêd wan kur'êd xwer'a bixwazî û gava qîzêd wan pey xwedêyêd xwe her'in bêe'silîyê bikin, wê kur'êd te jî bêe'silîyê bidine kirinê û li pey xwedêyêd xwe bidine birinê.

[17] Xwedêya xwer'a r'onekî.

[18] Cejina Nanê Şkeva xwey kî. Wî we'dê k'ifşkirîye meha Abîbêda , h'eft r'oja nanê şkeva bixwî, çawa ku min t'emî daye te, çimkî tu meha Abîbêda ji Misirê derk'etî.

[19] Her nixurîyê ji dîya xwe dik'eve p'ara min e, usa jî her nixurîyê nêrînî li nav h'eywanêd teda, heger dewar be yan jî pez be.

[20] Ji ber nixurîyê k'erêva berxekî bidî, lê heger berva nedî, stûyê wî bişkênî. Ji ber her nixurîyê kur'êd xweva jî bidî. Bira qet yek destvala dernek'eve li ber min.

[21] Şeş r'oja bixebitî û r'oja h'efta r'ih'et bî, we'dê çandin û dirûnê jî r'ih'et bî.

[22] Cejina H'eftîya pê berê nandirûna e'wlin û Cejina Bert'opkirina xilazîya salê xwey kî.

[23] Salê sê cara h'emû qisimê teye nêrîn bira li ber Xudan Xwedê, Xwedêyê Îsraêl bisekinin.

[24] Çimkî ezê li ber te mileta r'aqetînim û sînorê te berfire kim. We'dê ku tu salê sê cara li ber Xudan Xwedêyê xwe bisekinî, t'u kesê ç'e'v nevêje welatê te.

[25] Xûna qurbana min t'ev nanê pê hevîrtir'şk nedî û ne jî qurbana Cejina Derbazbûnê h'eta serê sibehê bimîne.

[26] Berêd deremeta pêşine e'rdêd xweda ye here qenc bîne mala Xudan Xwedêyê xwe. Karê li nav şîrê makêda nek'elînî».

[27] Xudan gote Mûsa: «Van xebera xwer'a binivîse, çimkî min anegorî van xebera peyman t'evî te û t'evî Îsraêl girêda».

[28] Mûsa wê derê li cem Xudan çil r'ojî û çil şevî ma, ne nan xwar û ne jî av vexwar. Li ser wan selêd kevirî xeberêd peymanê nivîsîn, awa gotî her dehe t'emî.

[29] Gava Mûsa her du selêd Şe'detîyê dêstda ji ç'îyayê Sînayê dihate xwarê. Mûsa nizanibû ku ji wê xeberdana xweye t'evî Xudan, r'ûyê wî diç'irûsî.

[30] Harûn û h'emû zar'êd Îsraêl ç'e'v Mûsa k'etin, va ye r'ûyê wî diç'irûse, ew tirsîyan ku nêzîkî wî bûna.

[31] Hingê Mûsa gazî wan kir, Harûn û h'emû serwêrêd civînê veger'îyan hatine cem wî û Mûsa t'evî wan xeberda.

[32] Pey vê yekêr'a h'emû zar'êd Îsraêl hatine nêzîk. Ewî h'emû t'emîyêd ku Xudan ser ç'îyayê Sînayê t'evî wî xeber dabû, dane wan.

[33] Mûsa xeberdana t'evî wan xilaz kir, ewî xêlî avît li ser r'ûyê xwe.

[34] Lê çaxê Mûsa diçû li ber Xudan ku t'evî wî xeber da, ewî xêlî ji ser r'ûyê xwe hildida, h'eta ku wê derk'eta, paşê derdik'et û çi t'emî wîr'a hatibûne dayînê, zar'êd Îsraêlr'a digot.

[35] Zar'êd Îsraêl ç'e'v Mûsa k'etin, dîna xwe danê ku r'ûyê Mûsa diç'irûse. Mûsa xêlî davîte li ser r'ûyê xwe, h'eta ku diçû ber Xudan ku t'evî wî xeber da.

Derk'etin — Chapters