Skip to content
Opens in a new window

Derk'etin 23

[1] Deng-be'sêd derew bela neke. Bi şe'detîya derew alîyê neheqa neke.

[2] Bona xirabîyê destê p'ir'anîyêva neçe. Û dîwanêda pişta p'ir'anîyê negire, heqîyê net'er'ibîne.

[3] Dîwanêda pişta yê k'esîb negire.

[4] Heger tu ga yan k'erê dijminê xweye undabûyî bibînî, e'se wan paşda bibe.

[5] Heger tu bibînî ku k'erê xêrnexwazê te bin barê xweda k'etîye, pişta xwe nedê neçe, t'evî wî dest bavêjê r'ake.

[6] Dîwanêda heqîya k'esîbê xwe net'er'ibîne.

[7] Ji derewîyê dûr be û yê bêsûc û r'ast nekuje, çimkî ez yê neheq bêceza nahêlim.

[8] Ne jî r'uşetê hilde, çimkî r'uşet ç'e'vê merivêd vekirî kor dike û xeberêd r'asta dever'û dike.

[9] Tengasîyê nede xerîba, hûn haş ji dilê xerîba hene. Çimkî hûn xwexa jî welatê Misirêda xerîbîyêda bûne.

[10] Şeş sala e'rdê xwe bir'eşînî û deremeta wê t'op kî,

[11] lê sala h'efta r'ih'et bihêlî û dest nedêyî, wekî k'esîbêd li nav cime'ta teda bixwin û çi ku bimîne jî h'eywanêd çolê bira bixwin. R'ezê tirîyê xwe û darêd zeyt'ûnê jî usa bikî.

[12] Şeş r'oja xebata xwe bikî û r'oja h'efta r'ih'et bî, wekî ga û k'erê te r'ih'et bin û kur'ê carîya te û xerîb bîna xwe bistînin.

[13] Ev h'emûyêd ku min wer'a gotin xwey kin, navê xwedêyêd mayîn bîr neynin, bira ji devê we neyê bihîstinê.

[14] Salê sê cara minr'a cejinê bikî.

[15] Cejina Nanê Şkeva xwey kî. Çawa ku min t'emî daye te û wî we'dê meha Abîbêdaye k'ifşkirî, h'eft r'oja nanê bê hevîrtir'şk bixwî, çimkî wê mehêda tu ji Misirê derk'etî. Bira kesek destvala dernek'eve ber min.

[16] Cejina Nandirûna berê pêşin bi k'eda xweye e'rdêda çandî xwey kî. Usa jî Cejina Bert'opkirinêye xilazîya salê, gava ji e'rdê k'eda xwe t'op kî, xwey kî.

[17] Salê sê cara h'emû qisimê teye nêrîn bira li ber Xudan Xwedê bisekinin.

[18] Xûna qurbana min t'ev nanê hevîrtir'şk nedî û bezê cejina min bira h'eta sibehê nemîne, bişewitîne.

[19] Berêd deremeta pêşine e'rdê xweda ye here qenc bînî mala Xudan Xwedêyê xwe. Karê li nav şîrê makêda nek'elînî.

[20] Va ye ezê milyak'etekî pêşîya teva bişînim, wekî r'êda xweyîtîyê li te bike û te bibe wî cîyê ku min hazir kirîye.

[21] Li ber wî haş ji xwe hebe û guh bide gotina wî, li ber wî serh'işkîyê nekî, ewê neheqîyêd we nebaxşîne, çimkî ew bi navê min dike.

[22] Lê heger tu r'astî guhdarîya dengê wî bikî û h'emû gotinêd min biqedînî, hingê ezê bibime dijminê dijminêd te û miqabilê miqabilêd te.

[23] Çimkî milyak'etê minê pêşîya teva her'e û wê te bibe cem emorîya, h'îtîya, pirîzzîya, kenanîya, h'îwîya û yebûsîya û ezê qir'a wan bînim.

[24] Tu xwedêyêd wan neh'ebîne û xulamtîya wan neke, ç'e'v nede kirê wan lê wan k'av-k'ûn ke û h'eykelêd wan hûrdexweşî ke.

[25] Hûn xulamtîya Xudan Xwedêyê xwe bikin, ewê dua nanê te û ava te bike û nexweşîyê ji nav te derxe.

[26] Welatê teda jina bêber, yan ya li ber her'e wê t'une bin, ezê r'ojêd e'mirê te t'emam kim.

[27] Ezê sawa xwe pêşîya teva bişînim û wan h'emû miletêd ku tê navr'a derbaz bî t'evîhev kim û h'emû dijminêd teyê ji ber te bir'evin.

[28] Ezê tirs û xofê pêşîya teva bişînim û ewê ji ber te h'îwîya, kenanîya, h'îtîya r'aqetîne.

[29] Nava salekêda ezê wana ji ber te r'aneqetînim, ku nebe e'rd vala bimîne û terewilêd çolê ser te zêdebin.

[30] Ezê hêdî-hêdî ji ber te wan r'aqetînim, h'eta ku tu li hev zêde bî û wî e'rdî war bî.

[31] Hingê ezê sînorê te ji Be'ra Sorda girtî h'eta Be'ra Navberê û ji ber'îyêda girtî h'eta ç'emê Firatê daynim, çimkî ezê binelîyêd wî welatî bidime destê we û tê ji ber xwe wan r'aqetînî.

[32] T'evî wan û t'evî xwedêyêd wan peymanê girênede.

[33] Ew welatê teda gerekê nejîn ku hindava minda we nedine gunekirinê, çimkî heger tu xulamtîya xwedêyêd wan bikî, ewê e'se ter'a bibe t'ele».

Derk'etin — Chapters